Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Bingeha siyaseta Erdogan dijberiya kurdan e

Erdogan bi awayekî sergirtî dijberiya xwe ya li hemberî kurdan li rûyê Salih dubare kir û diyar kir ku bingeha siyaseta wan a Iraqê ji yekparebûna xak û siyaseta Iraqê pêk tê

Serokkomarê Iraqê Berhem Salih di çarçoveya serdana xwe ya Tirkiyeyê de bi serokkomarê tirk Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtin pêk anî. Piştî hevdîtinê Salih û Erdogan derketin pêşberî kamerayan û têkildarî naveroka hevdîtina xwe daxuyaniyeke civîneke hevpar li dar xistin. Di civînê de destpêkê Erdogan û paşê jî Salih axivî.

Erdogan di axaftina xwe de careke din dijberiya xwe ya li hemberî kurdan bi bîr xist û diyar kir ku bingeha siyaseta wan a Iraqê ji yekparebûna xak û siyaseta Iraqê û avakirina aramî û ewlehiya Iraqê pêk tê. Erdogan piştî van gotinên xwe anî ziman ku ew dixwazin di mijara ewlehiyê de hevkariya xwe ya bi Iraqê re xurt bikin.

Pirsgirêka avê

Her wiha Erdogan destnîşan kir ku di mijara avê de di navbera wan û Iraqê de pirsgirêk hene û diyar kir ku ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê wezîrê xwe yê berê Veysel Eroglû peywirdar kiriye û wiha got: “Di rojên pêş de wezîrê min dê biçe Iraqê û bi rêveberiya avê ya Iraqê re hevdîtin pêk bîne û bawer dikim ku pirsgirêk bi vê hevdîtinê çareser bibe.”

Piştî Erdogan Salih axivî. Bi awayekî balkêş Salih li şûna bi zimanê xwe yê dayikê yê kurdî, bi erebî axivî û diyar kir ku di her qadê de dixwazin bi Tirkiyeyê re hevkariyê bi pêş bixin. Salih bêyî ku navê rêxistinê bide got ku ew li bendê ne ku Tirkiye ji bo avakirina cihên ji ‘terorê’ hatine paqişkirin, piştgirî bide wan.

Ji Tirkiyeyê bi hêvî ye

Salih di axaftina xwe de bal kişand ser Sûriyeyê û destnîşan kir ku di mijara Sûriyeyê de ji bo berjewendiyên xwe yên hevpar dikarin pêngavan bavêjin. Her wiha Salih li ser mijara pirsgirêka  avê ya di navbera wan û Tirkiyeyê de, got ku dikarin bi hevkariyeke baş ji vê pirsgirêkê re çareseriyekê bibînin.

Hêjayî bi bîr xistinê ye ku serdanên beriya niha yên siyasetmedarên Iraqê dagirkeriya artêşa tirk a li ser başûrê Kurdistanê dihat axaftin û ji Tirkiyeyê dihat xwestin ku dagirkeriya xwe bi dawî bike û hemû leşkerên xwe ji herêmê vekişîne. Salih di axaftina we qet qala dagirkeriya artêşa tirk a li başûrê Kurdistanê nekir.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar