Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...

Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...
Çarşamba - 17 Temmuz 2024

Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...

‘Bingehê tevahî pirsgirêkan tecrîta Îmraliyê ye’

Namzeta Partiya Çepên Kesk a Mêrdînê Bêrîtan Guneş, diyar kir ku neçareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn û Kurdistanê bi tecrîda Îmraliyê ve girêdayîye û got: “Divê tecrîd demildest bê bidawîkirin.”

Bi nêzîkbûna Hilbijartina Parlamenteriyê ya Serdema 28’emîn a ku dê di 14’ê Gulanê de bê kirin xebat didomin. Piştî ku partiyên siyasî lîsteyên xwe yên namzetan diyar kirin feraseta li hemberî jinan carek din derket holê. Di lîsteyên ku herî zêde mêr hatine bicihkirin de niha ji bo çareseriya pirsgirêkên civakê daketine qadan. Partiya Çepên Kesk dîsa cudabûna xwe nîşanda bi 270 namzetên jin daketin qadan û banga soza guhertin û veguhertina zîhniyeta serdest a mêr da.

Yek ji wan deveran Mêrdîn e. Li Mêrdînê 3 jin bûn namzetên Partiya Çepên Kesk. Namzetên partiyê li gund, bajarok, navçe û navendê dest bi xebatan kirin. Kolan bi kolan, mal bi mal digerin û guh didin daxwaz û pirsgirêkên gel. Yek jî wan namzetan Bêrîtan Guneş e. Bêrîtan derûnnas e, di rêza sêyemîn de cih digire. Bêrîtan têkildarî hilbijartin, plan û projeyên xwe de axivî.

Bêrîtan Guneş kî ye?

Bêrîtan, di sala 1995’an de li bajaroka Awîna ya navçeya Stewrê ya Mêrdînê di nav malbatek welatparêz de tê dinê. Ji ber zext û zordariyên dewletê Bêrîtan û malbata wê di sala 1997’an de berê xwe didin Amedê. Bêrîtan dibistana seretayî û navîn li Amedê dixwinê. Di sala 2009’an de carekedin malbat vedigerin Mêrdînê û li vir bi cih dibin. Bêrîtan a ku ji Zanîngeha Yildirim Beyazît a Enqereyê ya Beşa Derûnnasiyê mezûn bû di Komeleya Piştevaniya Jiyanê de wek derûnnas xebitî. Bi taybetî li ser jinên êzîdî û Rojava ji ber koçberiyê û şer koçber bûne xebitiye. Bêrîtan a ku namzetek ciwan e, her wiha dayika zarokekî ye jî.

‘Bi jinên êzîdî û ji Rojava re xebitîm’

Bêrîtan wiha behsa jiyana xwe dike: “Piştî ku min zanîngehê qedand ez carekedin vegeriyam Mêrdînê. Ez di qada civakî de dixebitim. Li ser mafê jin û zarokan ên ku hatiye xespkirin dixebitim. Her wiha gelemperî li ser koçberiyê û travmayên şer xebitîm. Bi jinên êzîdî û ji Rojava re xebitîm. Gelemperî xebatên min li ser vê yekê ye.”

‘Ya ku hêviyê dide jinan û civakê Partiya Çepên Kesk e’

Bêrîtan, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser namzetiya xwe ya Partiya Çepên Keskê: “Ya ku hêviyê dide jinan û civakê Partiya Çepên Kesk e. Ji ber vê yekê min jî xwest xebatên xwe di Partiya Çepên Kesk de bimeşînim. Ji ber ku nêzîkatiya partiyê ya li hemberî jin û ciwanan vekiriye. Dema ku em lîsteya partiyên din dinêrin hemû mêr in û taybetî ne ciwan in jî. Lê Partiya Çepên Kesk de ev tişt nîne û di lîsteya me de taybetî jin û ciwan gelek in. Di Partiya Çepên Kesk de sedî 40 zêdetir jin in.”

‘Bingehê tevahî pirsgirêkan tecrîta Îmraliyê ye’

Bêrîtan, diyar kir ku tifaqa AKP û MHP’ê êrîşê li kurdan dike û bi vê yekê xwe li ser nigan digire û wiha nêrînê xwe anî ziman: “Îktîdar şerekî pir mezin û lîstokên qirêj dimeşîne. Îktîdara ku şerê li ser gelê kurd dimeşîne hewl dide veşêre. Tecrît jî parçeyek ji van e. Piştî ku tecrît li ser gelê kurd hat meşandin çareseriya pirsgirêkên Tirkiyeyê jî bê hêvî ma. Ev pirsgirêk ne bi tenê pirsgirêka kurdan e. Ev pirsgirêk a hemû gelê Tirkiyeyê ye. Heta ku birêz Ocalan azad nebe û ne em û ne jî gelê Tirkiyeyê nikare azad be. Ji ber vê yekê jî ji bo azadiyek mayînde û azadiyek ku dikare civakê biguherîne pêwîste hemû partî li ser maseya çareseriyê rûnên. Pêşî tecrîdê rabikin û pirsgirêkên din ên civakî bên çareserkirin. Birêz Ocalan pêşî jî gotibû ‘ez dikarim vê pirsgirêkê çareser bikim’. Pêşiya rê û çareseriyê vekiriye. Lê yên ku vê naxwazin ev pirsgirêk çareser bibe şer dide meşandin. Naxwazin ku gelê kurd bigihîje azadiya xwe. Ji ber vê yekê jî xebatên me dê taybetî li ser pirsgirêka kurd û civakî bên meşandin.”

‘Ev îktîdar dixwaze jinan di malê de heps bike’

Bêrîtan, bal kişand li ser polîtîkayên şer ên li ser jinan tên meşandin û got ev pirsgirêk ne bi tenê pirsgirêka jinan e her wiha pirsgirêka hemû civakê ye. Bêrîtan, destnîşan kir ku îktîdara AKP û MHP’ê bi polîtîkayên şer ên li ser jinan xwe têr dike û wiha pê de çû: “Ev îktîdar dixwaze jinan di malê de heps bike. Naxwazin ku jinên azad ji bo pêşeroja xwe biryarê bidin, li ser piyan bimînin û azad bin. Ji ber vê yekê îktîdar ev pêvajoya hiqûqî ne di vê hêlê de bi rengek cuda dixwazin bimeşînin. Îktîdar dixwaze ku jinan kole bike û azadiya jinan asteng bikin. Wekî ku tê zanîn Peymana Stenbolê di cihanê de mafê jinan diparêze.  Li Rojhilata Navîn de jinên kurd bi berxwedana xwe dîroka jinan ji nû ve dinivîse. Ji ber vê yekê jî em hêza xwe ji têkoşîna jinan digirin. Lewra jî em ê destûrê nedin ku jin destkeftiyên ku bi dest xistine ji destên wan bê girtin. Ji ber vê jî em ê hem li meclîsê û hem jî kolanan li ser pirsgirêka jinan xebatên xwe bimeşînin.”

‘Li dibistanan pêşî zimanê dayikê tê girtin’

Guneş, da zanîn ku dema ew xebatên xwe dimeşînin bi gel re li ser hewcedariya aşitiyek mayînde nîqaşan dikin û got daxwaza gel jî di vê aliyê de ye. Bêrîtan, diyar kir ku ji ber şer xizaniyek mezin heye û wiha dom kir: “Şer êdî gihiştiye asta dawîn. Ji ber ku hemû bûtçeyên meclîsê ji bo şer û çekên kîmyewî yên li dijî kurdan tê bikaranîn. Lewra jî ev yek ne bi tenê bandorê gelê kurd hemû gelê Tirkiyeyê dike. Ji ber vê jî hewceye em rêya çareseriyê vekin. Ji bo rêya çareseriyê rêya Partiya Çepên Kesk ji xwe diyar e. Partiya me aliyê çareseriyek bi rûmet û mayînde de ye. Wekî me got jinan bi bedelên giran azadiya xwe bi dest xistiye. Lewra jî hewceye em vê azadiyê pêş bixin. Li hemberî kesên ku dixwazin pêşiya vê azadiyê bibin asteng bisekinin. Ji ber vê jî xebatên me dê li ser vê yekê be jî. Pirsgirêkek din jî zimanê zikmakî ye. Zarokên ku bi zimanê dayika xwe mezin dibin, nikarin di dibistanan de bi zimanê dayika xwe biaxivin û perwerdehiyê bibînin. Ev jî pirsgirêkên cur bi cur çêdikin. Ji ber vê jî em ê taybetî li ser vê pirsgirêkê jî bisekinin. Pirsgirêka ku bandorê hemû civakê dike yek jî xizanî ye. Îro xizaniyek mezin di nav civakê de heye. Xizanî ne bi tenê aliyê aboriyê de bandorê dike, her wiha aliyê civakî, têkilî û derûniyê  de jî bandorê dike. Xizanî jî girêdayî çareseriya  pirsgirêka Tirkiyeyê ye. Li dijî van pirsgirêkan em ê têkoşîna xwe mezin bikin û gavên çareseriyê bavêjin.”

‘Mêrdîn ji aliyê pir çandî û baweriyê de dewlemende’

Guneş, têkildarî Mêrdînê de jî got li Mêrdînê gelek çand hene û xwedî dîrokek kevnareye. Bêrîtan, daxuyand ku ji bo hemû bawerî û çandan rêya jiyanê vekin ev yek gelek girîng e û got: “Ji bo hemû çand û bawerî li Mêrdînê bi awayek azad bijîn ji bo me girîng e. Xîzaniyek gelek mezin li Mêrdînê jî heye. Mêrdîn xwedî bajarek tûrîstîk e. Di aliyê pir çandî û baweriyê de dewlemende. Lê ji ber ku bajarekî Kurdistanê ye xwedî lê nayê derketin. Ji ber vê jî hewceye em Mêrdînê baş bidin naskirin. Her wiha li Mêrdînê gelek ziman tên axaftin. Lê bi tenê zimanê tirkî dikarin perwerdehiyê bistînin. Ji bo di hemû zimanan de perwerde bê dayîn em ê xebatan bimeşînin. Her wiha pirsgirêka jinan li vê derê jî gelek zêdeye. Ji bo çareseriya pirsgirêka jinan em ê gavên pêwîst çibin bavêjin.”

‘Dewlet dijminê kurdan e’

Guneş, dawiya axaftina xwe de got her hilbijartin her çiqasî ji bo gel girîng be jî ev hilbijartin dê qedera civakê diyar bike û ji ber vê yekê gelek girîng e. Bêrîtan, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ger ku îktîdar faşîst a AKP û MHP di vê hilbijartinê de serbikevin dê cihê ku em bêhnê bistînin tunebe. Lewma jî cihê ku gelê Kurdistan û Tirkiyeyê bêhnê bistînin êdî nemîne. Ger ku ew hilbijartinê dest bixin dê şerek dijwar bidin meşandin. Ev şer hem li Rojava hem jî li Kurdistan û Tirkiyeyê bê meşandin. Her wiha taybetî li ser gelê kurd û jinan dê bimeşînin. Ji ber ku ew dijminê kurdan e. Ji ber vê jî divê em bala xwe bidin giringiya vê hilbijartinê. Divê em dengê xwe bikar bînin û xwedî li dengê xwe derkevin. Heta deqeya dawîn jî em xwedî li dengê xwe derkevin. Em destûrê nedin ku dengê me bidizin. Ez bawerim em ê vê pêvajoyê bi serkeftî derbas bikin û em ê teqez bi ser kevin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar