Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Binketina DAIŞ’ê binketina dewleta tirk e

Desthilatdariya faşîzma Erdogan û ya hevkarê wî Bahçelî ji binî ve diheje. Bi dawîbûna terora DAIŞ’ê ve rejîma Erdogan bandora xwe ya li ser çeteyên xwînxar her roja diçe wenda dike. Lewma Erdogan û çeteyên ku ew jê re rêberiyê dike bi çavsoriyek mezin ve bi ser gelê kurd ve tên û ji bo darbeyan li îradeya kurdê azad bixin çi ji destê wan tê dikin.

Bêgûman ji hêla hemû kesan ve tê zanîn ku Erdogan ji despêkê ve bi çeteyan re di nav hevakariyê de ye û alîkariyek mezin dide wan. Desthilatdariya tirk, li ser stratejiyek berfireh plansaziya xwe daye avakirin û li gor vê plansaziyê ew ne bi komek çeteyan tenê bi gelek aliyan re di nav hevkariyê de ye. Lewma li gor herêm û li gor berjewendiyên wan nêzîkî wan dibe. Li ser vê bingehê stratejiya hevkariya bi çeteyên DAIŞ’ê, Artêşa Sûriyeya Azad û El-Nusra ve hatiye dayîn jî li ser binxistin û tunekirina destkeftiyên kurdê azad e.

Di vê kêliyê de serkeftina HSD’ê ya ku YPG û YPJ jê re pêşengiyê dikin li hember terorîstên DAIŞ’ê serkeftinek mezin bidest xistiye. Li ber çavê cîhanê çeteyên DAIŞ’ê li hember şervanên HSD’ê binketine xwe qebul dikin û kom bi kom teslîmî HSD’ê dibin.

Di encama qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tunekirina Terorê’ ya de her roja diçe bi sedan sivîlan azad dike û bi dehan çeteyên DAIŞ jî teslîm digre. Cara yekeme ku çeteyên DAIŞ’ê darbeyên wisa mezin dixwe. Bi vê darbeyê ve terora DAIŞ’ê hat şikestin.

Ev şikestin herî zêde zora Erdogan û dewlata wî ya faşîst diçe. Lewma Erdogan bi çavsoriyek mezin ve êrîşî gelê kurd û destkeftiyên kurdan dike. Erdogan jî baş dizane ku di nav hêzên çeteyên terorîst ya herî zînde û xurt DAIŞ e. Bi binketina DAIŞ’ê wê nikaribe pêşî li tirsa û xofa ku têkeve nav komên çeteyên din bigre. Lewma di herêmê de binketina DAIŞ’ê despêka binketina terora dewlata tirk û hevkarên wê ye.

Deshilatdariya faşîzma Erdogan û Bahçelî ji bo ku bala kurda bikşînin ser mijarên cûda û nehêle hêza wan li ser mijarekê tenê kom bibe her roja diçe mijarên cûda yên ku gelê kurd û hêza wî ya tekoşer ji nêz ve eleqedar dike derdixe pêş. Bêgûman gelê kurd bi kevneşopiya PKK’ê ve ferê tekoşînek pir alî û berfireh bûye. Li gor herêm û li gor bûyer û mijarê dikare xwe rêxistin bike û tekoşîna xwe dibe meşandin. Îro tekoşîna ku gelê kurd û şoreşgerê gelê kurd di Kurdistanê derveyî welat didin meşandin nîşaneya vê ya herî diyarker e.

Dîktatoriya Erdogan bi hevkariya Bahçelî ve li bakûrê Kurdistanê terorek pir dijwar û mezin dide meşandin. Bi taybet di van çend salên dawî de zextên li ser gel û li ser hilbijêrên gelê kurd tê meşandin ne ji rêzê ne û binpêkirina mafên mirovan e. Li mixabin li hember vê terora dewletê hemû hêzên qaşo ji xwe re dibêjin em garantorên demokrasiyê ne bêdeng û bê helewst dimînin. Lewma wek her car dîsa gelê kurd û tekoşerê wê ji ku di vê rêya azadiyê de bi îradeya xwe ya cewherî ve azadiya xwe bidest bixe di nav tekoşînek mezin de ye. Hêz û baweriya li Baxozê çeteyên DAIŞ binxist ê heman hêz li Kurdistanê zulimkarê kurda jî bin bixe.

Di vê tekoşîna azadiyê de yek mijarên sereke ew e ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin û ji bo şikestina vê tecrîda bê maf û neheq tekoşîna tê meşandin e. Ji ber vê yekê di roja me ya îroyîn de berxwedanên grêvên birçîbûnê yên ku di pêşengiya parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven û Endamê HDP’ê yê Hewlêrê Nasir Yagiz pir bi wate û girîng e. Li hember vê berxwedana gelê kurd bêdengî û bêhelwestiya dewletên Ewropa tiştekî tenê dide nîşandin ew jî ew e ku ji bo wan gotinên demokrasî û mafên mirovan hemû derew û pûç in. Ger bi rastî dewletên Ewropa bi nirxê demokrasiyê ve û bi normên mafên mirovan ve girêdayî û li hember wan rêzgirtî be wê demê pêwîst dike ku bi tû awayî ev emelên dewleta tirk ên ji terorîstên herî terorîst jî xirabtir qebûl neke. Lê mixabin vê bêdengiya dewletên Ewropa dide nîşandin ew jî xwedî heman zihniyet û têgehê ne. Mixabin dewletên ku îro ewlekariya xwe deyndarê gelê kurd in jî li hember komkujî û neheqiya li ser kurda tê ferzkirin bêdeng in.

Di encamê de tevgera azadiya gelê kurd xwedî kevneşopiyek tekoşînek pir berfireh û pir alî ye. Gelê bi vê kevneşopiyê ve hatiye perwerdekirin û li gor wê di nav tekoşînekê de ye her roja diçe ber bi azadiyê ve diherike. Çawa ku binxistina DAIŞ ‘ê di tekoşîna azadiyê de gavek û hêja ye, grevên birçîbûnê jî di azadiyê de israra mirovê azad e. Mirovên xwedî îradeya azad dikarin civakê azad bikin. Egîd jî, ji civaka azad derdikevin. Lewma faşîzma dewleta tirk nahêle gelê kurd azad bibe. Lê egîdên gelê kurd êdî govenda azadiyê dane despêkirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar