Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Binpêkirinên mafan yên li girtîgeha Şakranê dişibin yê 12’ê îlon ê

Parêzer Şukran Ozturk a bi girtiyan re hevdîtin ki diyar kir ku li girtîgehê gelek binpêkirinên mafan hene û got: "Girtiyan diyar kirin ku divê dengê wan ji aliyê rayagiştî ve bê bihistin.”

Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Jinan a Şakranê didome.

Bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û tecrîda li ser girtiyan bi dawî be,  her wiha bi armanca balê dikşînin ser binpêkirinên mafan û jimartina li ser piyan a li Girtîgeha Jinan a Şakranê di 2’yê çile de girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya 10 rojan a dorveger kirin. Grev didome. Ewil girtiya bi navê Leyla Saraç grev da destpêkirin û di 12’yê çile de Hediye Oztekîn dewr girt.

Hevseroka Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Îzmîrê parêzer Şukran Ozturk ku bi girtiyan re hevdîtin kir, diyar kir ku girtiyan gotine ku pêkanîna ku rumeta mirovan dişkîne jimartina li ser piyan dikare veguhere binpêkirina mafê jiyanê.

Li ser piyan jimartin tê ferzkirin

Şukranê da zanîn ku pêkanînên kêfî yên îdarê di her astê de dertê pêşberî girtiyan û wiha pê de çû: “Girtiyan daxwaz kirin ku ev pêkanîn bidawî bin. Bi taybet demên dawî de jimartina li ser piyan tê ferzkirin. Tevî girtiyan diyar kirin ku ev rumeta mirovahiyê dikşîne, binpêkirina maf a li hember jiyanê ye jî bi israr  tê ferzkirin. Ji ber vê jî girtiyan biryara grevê girtin.”

Gelek binpêkirinên maf hene

Şukranê diyar kir ku girtiyan der barê asta pêş de tu tiştek negotine lê gotine ku divê rayagiştî balbikşîne ser vê nokteyê û wiha dirêjî dayê: “Ne tenê ev her du mijar gelek binpêkirinên mafan mijara gotinê ne. Xwegîhandina dermankirinê hîna pirsgirêke û bi astengiyan re tên rû hev. Mafê perwerde, xwegîhandina pirtûkan, rojnameyan hîna bi pirsgirêk in. Girtiyan diyar kirin ku divê dengê wan ji aliyê rayagiştî ve bê bihistin.”

Binpêkirin dikarin zêde bibin

Şukranê bi lêv kir ku jimartina li ser piyan di encama hincetên bi pandemiyê re hatine ferzkirin, hatiye kirin û nirxandin xwe wiha domand: “Tecrîda li ser Birêz Ocalan û hemû girtîgehan bi hicneta pandemiyê re destpê kir.Girtiyan diyar kirin ku binpêkirin di asta herî jor de û dikare hîn bêtir zêde bibin û ji ber vê dest bi grevê kirine. Girtî nikarin daxwaznameyan bidin. Nagihêjin muxatabên xwe. Nikarin daxwaznameyên xwe bişopînin. Îdare bersivê nade tu daxwaznameyê.”

Ji bo rayagiştî bang

Şukranê dawiya axaftina xwe de balkişand ser banga girtiyan a ji bo rayagiştî û wiha dawî lê anî: “Girtî dixazin ev hewldanên wan yên bên encam tên hiştin bên şopandin û çareserî pêk bê. Ji xwe ji bo Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîsê û Kontrola Cemawerî  daxwazname hatine nivîsin. Lê derbarê ku daxwazname tên şopandin an na de tu agahî tune.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar