Aştî bi valakirina Îmraliyê û hemû zindanan pêkan e

Ji bo aştî, aramî û xweşî bê Tirkiyeyê divê berî her tiştî girtîgeha Îmraliyê û hemû girtiyên siyasî ji girtîgehên din vala bibin. Eger...

Bi Rêberê Azad re Rojên Azad nêz e

Em dikevin duyemîn saliya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî". Ev pêngava ku li seranserî cîhanê hate ragihandin di...

Aştî bi valakirina Îmraliyê û hemû zindanan pêkan e

Ji bo aştî, aramî û xweşî bê Tirkiyeyê divê berî her tiştî girtîgeha Îmraliyê û hemû girtiyên siyasî ji girtîgehên din vala bibin. Eger...

Bi Rêberê Azad re Rojên Azad nêz e

Em dikevin duyemîn saliya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî". Ev pêngava ku li seranserî cîhanê hate ragihandin di...
Cuma - 11 Ekim 2024

Aştî bi valakirina Îmraliyê û hemû zindanan pêkan e

Ji bo aştî, aramî û xweşî bê Tirkiyeyê divê berî her tiştî girtîgeha Îmraliyê û hemû girtiyên siyasî ji girtîgehên din vala bibin. Eger...

Bi Rêberê Azad re Rojên Azad nêz e

Em dikevin duyemîn saliya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî". Ev pêngava ku li seranserî cîhanê hate ragihandin di...

‘Biqasî tecrîdê belavirina fikrên Abdullah Ocalan jî girîng e’

Rojnameger-nivîskar Giovanni Caputo Rojnameger-nivîskarê Îtalyayî Giovanni Caputo têkildarî tecrîdê diyar kir ku dewleta tirk tecrîda girankirî ferz dike û got ku Îtalya jî ji tecrîdê berpirsyar e û wiha got: “Bi qasî balkişandina ser tecrîdê girîng e ku ji bo belavkirina fikrên Abdullah Ocalan jî têkevin nava liv û tevgerê.”

Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ev 25 sal in li Îmraliyê dibin tecrîdeke mutleq de tê ragirtin û nêzî 3 sal in tu agahî jê nayê wergirtin. Ji nivîskarên pirtûka ‘Curdi’ (Kurd) a bi Îtalyayî weşanê dike Giovanni Caputo tecrîda mutleq de nêrînê xwe anî ziman. Caputo diyar kir ku Rêberê Gelan Abdullah Ocalan sala 1998’an hat Romayê, piştî ku ji Îtalyayê derket hate girtin ku ev yek ji bo wan gelekî metirsîdar û giran bû wiha got: “Surprîzeke mîna şokê bû. Ji bo me kesekî girîng bû, lê belê hikumeta me di asteke mezin de destûra çûyîna wî da. Ev yek jî tiştekî nakok bû. Piştre jî hate girtin û rewşa wî ya girtîmayinê gelekî metirsîdar bû. Ji sala 1999’an û vir ve li Îmraliyê tecrîdkirî ye û zêdeyî 30 meh in agahî jê nayê girtin. Mafên mirovan bi aşkerayî û vekirî tê binpêkirin.”

Divê CPT rapora xwe biweşîne

Giovanni Caputo nerazîbûn nîşanî helwesta Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) a têkildarî pratîka tecrîda girankirî ya dewleta tirk da û diyar kir ku divê Rapora CPT a li ser Îmraliyê bê weşandin. Nivîskar Caputo ev tişt anî ziman: “Li saziyên Ewropayê, mînak li Konseya Ewropayê, li CPT difikirim. Diçin wê derê, raporekê amade dikin, lê belê dema ku dewlet bixwaze hingî dikarin biweşînin. Gelo em ê piştî 50 salan karibin vê belgeyê bixwînin? Hingî wê vala be. Pêwîstiya me ji bo niha bi vê raporê heye. Ji bo em zanibin ku li Îmraliyê çi diqewime pêwîstiya me pê heye ku ev rapor niha bê weşandin.”

Caputo ragihand ku Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa û dewletên endam li gorî berjewendiyên xwe yên aborî nêzî mijara tecrîdê dibin û anî ziman ku dewleta tirk penaber, enerjî, gaz û transfera malan weke amûrekê bi kar tîne û wiha dopmand: “Ji ber vê yekê helwestê nîşan nadin û ev rewş trajîk e, cihê xemgîniyê ye.”

Îtalya jî berpirsê tecrîdê ye

Caputo destnîşan kir ku Îtalya jî weke dewlet ji tecrîdê berpirsyar e û wiha got, “Hikûmeta me ya wê demê jî tevkarî li vê rewşê kir. Eger me destûr nedabûna ku ew ji vê derê biçe dikarîbû li vir bûya û daxwaza penaberiya siyasî bikira. Ya rast ji dadgeheke Îtalyayê ya li Romayê ev yek bi dest xist, lê belê êdî gelekî dereng bû. Lewma weke dewlet em berpirsyar in. Weke gel em piştevanê wî ne û ya rast ez ê destpêkê yê vê piştevaniyê me.”

Belavkirina fikrên Abdullah Ocalan girîng e

Giovanni Caputo ragihand ku ji gel tecrîda girankirî, binpêkirina mafên mirovan jî sîstematîka fikrî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan gelekî baş e û diyar kir ku ew vê yekê ji nivîsên wî dibînin. Giovanni Caputo destnîşan kir ku bi qasî balkişandina ser tecrîdê, girîng e ku ji bo belavkirina fikrên wî hewl bê dayin û wiha bi dawî kir: “Bi dîtina min têrê nake ku tenê bê gotin ‘niha tecrîdkirî ye, tecrîd dewam dike’. Girîng e ku bi qasî ji me tê em fikir û agahiyên wî belav bikin. Ji ber ku hatibe îzolekirin jî hîn difikire, dinivîsîne ji bo gelê xwe nêrînan hildiberîne ku ev yek gelekî girîng e. Di vê rewşa giran û metirsîdar de jî gelê xwe naterikîne. Bi dîtina min ev yek gelekî girîng e.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar