Sûsika Simo di sala 1925’an de, li gundê Mîrekê ya ser bi Elegezê ku girêdayî Ahbaranê ye, di nava malbatek penaber a kurdên êzidî de çavên xwe li jiyanê vekiriye. Hê biçûk bû malbata wê koçî Gumrûyê dike û li wê dest bi xwendina dibistanê dike. Sûsika Simo ya ku li Yekitiya Sovyetê hatî dinê û mezin bûyî fakulteya tibê xwendiye û demekê di nexweşxanên Gurcistanê de xebitiye. Her çendî kêfa wê ji karê wê yê tenduristiyê re dihat û nexweş jê razîbûn jî nedikarî xwe bi tevahî bide karê xwe. Di hundirê wê de awazek hebû her dem dixwest derkeve derê û xwe bide guhdarkirin. Piştî demekê awaza ku di hundirê wê de lêdiket wê ber bi hunera dengbêjiyê ve dibe. Li gel tundiyên civakî yên feodal jî ew li peyî dengê xwe diçe. Sala 1946’an di temenê 21 salî de derdikeve ser dikê, bi kurdî û ermenî distire.
Dengê Sûsika Simo li Meydana Sor bilind dibû
Heskirina wê ya dengbêjiyê û xwebawerbûna wê ya ser dikê zû wê digihîne û tê nasîn. Xebatkarên Radyoya Erîvanê daxwaz dikin ku li gel wan bixebite. Ew jî dipejirîne û sala 1955’an di radyoyê de dest bi xebatên dengbêjiyê dike. Di bernameyên çandê yên radyoyê de mîrê bilurê Egîdê Cimo li bilurê dixist û berê jî Susika Simo dengbêjî digot. Ew ahenga dengê wê dema bi awazên bilura Egîdê Cimo dibû yek wateyek cuda li hunerê zêde dikir. Ev xebata wan di nava kurdan de hezkirinek mezin dide çêkirin. Wê pêvajoyê stranên weke Evdalê Zeynikê û Xerîb Bilbil jî di navê de gelek stran li ber dengê bilurê gotiye. Gelek caran dema welatiyên herêmê li Meydana Sor kombûne Sûsika Simo derketiye ser dikê û stran gotiye. Heta pêvajoya sala 1965’an êdî di dengbêjiyê de gelek pêş dikeve û bi fermî weke dengbêja sosyalîzmê tê pejirandin.
Ew aşiqê werzîşvanek ermenî yê bi navê Kûlya Neftalyan dibe û pêre dizewice. Ji ber bi ciwanek ne ji nijad û baweriya xwe re dizewice, di nava civakê de dibe sedema nerazîbûnan lê guh nade ji xwe berê ve ji bo dengê xwe serî rakiriye, niha jî ji bo hezkirina xwe. Di wê demê de bi Egîdê Cimo û hevjînê xwe Kûlya Neftalyan re dixebitî. Ne tenê li Ermenistanê di heman demê de li Gurcistan û bi gelemperî jî li welatên sovyetê wek stêrkekê dibiriqî. Hevjînê wê Kûlya Neftalyan di gelek mijaran de jêre bû alîkar. Bi hev re beşdarî bernameyan dibin, derdikevin ser dikê û stranan diavêjin ber hev. Zarokên wan çênebûye û hemû temenê xwe dane pêşdebirina hunerê.
Gula govendê
Li Ermenistanê pêşengî ji xebata performansa deng û hunera gelên cihê li dika Flarmonyayê dike. Dema derdiket ser dikê cilên kurdewarî li xwe dikir û kofiyek xweşik girêdida. Du koman ava dike, bi şêweyê opera û bale hunera xwe pêşkêş dikin. Di heman demê de bi komên şanoyê yên Elegezê re jî dixebitî, beriya şanoyê yan jî piştî wê derdiket dikê û dengbêjî digot. Bi dengbêjiya xwe çanda kurdî bi gelên Qafqasyayê dida nasîn. Bi dehan awazên ku xwendibûn vegerand muzîka klasîkên kurdî. Bi huner û dengê xwe sînor derbas kir û xwe gihand dilê bi milyonan. Li gel dengbêjiyê ji govendê jî hez dikir û reqsek gelek bedew dikir. Ji ber reqsa wê ya delal jê re ‘gula govendê’ gotine.
Sûsika me
Bi bedewiya dengê xwe yê bi kêf û kelecan gelek caran ketiye ber pênûsa nivîskaran û nivîs li ser hatine nivîsîn. Nivîskarê kurd Wezîrê Eşo jî di rojnamaya Rêya Teze de bi navê ‘Sûsika me’ nivîsek ser nivîsiye û di nivîsê de bedewiya dengê wê aniye ziman. Çend rêzikên nivîsê wiha ne: “Wê wek jineke kevneşop xeyal nekin. Performansa ku li ser dikê raber dike û sekna wê bi xwe re heyrantiyek mezin dide avakirin. Bi taybetî jî di aliyê muzîkê de gelek xwe gelek pêşxistiye. Dema ku stranên bijare hildibijêre û bigiyana demê re digihîne hev, ne tenê radyoya Erîvanê, di demek kin de li Qefqasan jî bi nav û deng bûye. Jixwe Sûsika Simo beriya Radyoya Erîvanê jî hebû û dê her hebe…”
Sûsika Simo di sala 1977’an de çavên xwe li jiyanê digire û li Gumrûyê dispêrin axê. Li pey xwe cilên bi motîfên kurdî hatîn xemilandin, stran û awazên watedar hêla.
Deng, huner û nêzikatiya wê ya çandî hişt ku di demeke kin de ne tenê li welatên sovyetê bi rêya Radyoya Erîvanê sînoran derbas bike û xwe bigihîne kurdên li her aliyê cîhanê. Yek ji kilamên wê ya herî pê hatiye nasîn jî mizgîniya hatina Şoreşa Cotmehê û ragihandina sosyalîzmê ya bi navê ‘Lenînê Mezin’ bû. Çavkanî: Nû Jinha