Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...
Pazartesi - 1 Temmuz 2024

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...

Bîra binhişiya civakî dengbêjî (4)

Dengbêj Zadîna Şakir tevahiya jiyana xwe daye jîndarkirina huner û foklora kurdî, hemû kitekitên jiyanê beste kiriye û bi dengê xwe yê zelal gotiye

Zadîn hîmê bingehîn ê hunera kurdî ye

Zadîna Şakir di sala 1943’an de, di nav malbatek ji kurdên êzidî yên Qefqasyayê de hatiye dinê. Zadîn bi qasî hunerê di jiyana civakî de jî cesaret nîşan daye û serî li hember paşverûtiyan rakiriye. Ew bi ciwanek ku ne ji nijad û baweriya wê ye re dizewice. Her çendî malbat û civak li hemberî evîndariya Zadînê û ciwanê ermenî derdikevin jî ew bi ya xwe dike û li pey hezkirina xwe diçe. Ji ber ku serî li hemberî paşverûtiyên civakê rakiriye bi tenê dimîne; ne malbat, ne mirov, ne dost û ne jî hevalên wê piştevaniya wê nakin. Sûsika Simo karîbû bi hevjînê xwe yê ermenî re bijî lê Zadînê nekarî di wê mijarê de bi ser bikeve. Ew neçar ma ku çîroka evîna xwe bi ciwanê ermenî re bi dawî dike.

Serdema Hunera Zêrîn

Zadîna Şakir di dema xebatek baş ji bo çanda kurdî dihat kirin ku weke ‘Serdema Hunera Zêrîn’ pênase dikin de li Yekitiya Sovyetê jiyaye. Di qada hunerê de gelek hunermendên navdar ên weke; Sûsika Simo, Fatma Îsa, Egîdê Têcir, Şeroyê Biro, Belga Qado, Eslîka Qadir, Kubara Xido, Karapetê Xaço, Bêmalê Keko û Reşîdê Baso dinase.

Çawa ku li ser dika dengbêjiyê disekine û dest bi stranan dike, êdî nav û dengê wê li seranserî Yekitiya Sovyetê belav dibe. Zadîn weke dengbêjek naskirî ji bo gelek şahiyan tê vexwendin. Zadîn û bilûrvanê navdar Egîdê Cimo ku weke ‘Mîrê bilûra Kurdî’ tê nasîn komeke muzîkê ava dikin û li gelek deverên Sovyetê şahî li dar dixin.

Daxwazên guhdarvanan vê carê jî ji radyoya Erîvanê tên. Zadîn li ser daxwaza radyoyê stran dibêje û çend stran tomar kirine.

Stranên Zadînê

Hinek ji stranên Zadînê ev in; Dêra sorê biçûkê, Emer Axa, Eman, Deşt û Zozan, Hesenîko, Lawikê Metînî, Menal û Dê were ne.

Zadînê jî weke hemû hunermendên hevdemên xwe, tevahiya jiyana xwe ji bo vejandina huner û folklora kurdî derbas kir. Her tim hewl dida ku bi xweşiya dengê xwe, guhdaran dilşad û kêfxweş bike.

Zadînê di sala 2008’an de jiyana xwe ji dest da. Her çendî bi fîzîkî ji nava hunera kurdî koç kiriye jî dengê wê yê delal li hemû deverên kurd lê dijîn nemir e. Di baxên dengbêjî û hunera kurdî de weke gulek timî geş maye. Çavkanî: Nû Jinha

Bîra binhişiya civakî dengbêjî – 3

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar