Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Salı - 1 Ekim 2024

Biradostî: Em li ser axa xwe zilmê qebûl nakin

Welatiyên Herêma Biradostiyan bi daxuyaniyekî dagirkeriya tirk li ser başûrê Kurdistanê şermezar kirin û diyar kirin ew qebûl nakin dewleta tirk were li Kurdistanê bi cih bibe û zilmê li wan bike. Her wiha gotin, ew dixwazin li ser axa xwe bi azadî bijîn û ji bo vê jî banga têkoşîna hevpar li kurdan kir

Welatiyên Herêma Biradost bi daxuyaniyeke bi dîmen dagirkeriya tirk şermezar kirin û bang li gelê kurd kirin ku li her derê li dijî dagirkeriya tirk xwe rêxistin bikin. Welatiyên Biradostiyan danzanîn ku ew jî weke her kesi xwedî mafin û wiha hat gotin: “Dewleta tirk kurdan qetil dike, direvîne, derbeder dike. Li bakurê Kurdistanê jî êrîşê gel dike. Lê weke her neteweyek em jî xwedî xak û mafin. Mafê me yê xwe birêvebirinê heye.”

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin ku ew dixwazin li ser axa xwe bi azadî bijîn û wiha dirêjî pê hate dayîn:“Em dixwazin li ser axa xwe niştecih bibin. Naxwazin li ser axa xwe zilmê bibînin û mafên me bên binpêkirin. Em weke her milletekî cîhanê ji azadî û serxwebûnê hez dikin. em dixwazin Kurdistaneke me ya azad û serbixwe hebe, mafên me ne yên binpêkirin.”

Ji bo têkoşîneke bibandor jî welatiyên herêma Biradostê bang li kurdên çar parçeyên Kurdistanê kirin ku têkoşîneke yekgirtî bidin û daxuyanî bi van gotinan bi dawî bû: “Daxwaza me ya sereke ewe ku kurd xwe li çarparçeyên Kurdistanê rêxistin bikin û yekîtiya xwe pêk bînin. Pêwîste li dijî her dewleteke dixwazin mafên kurdan binpê bikin bihevre bisekinin.” BIRADOST

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar