Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Bîranîna 3 jinên siyasetmendar: Hêrsa me weke duh zindî ye

Her sê jinên siyasetmedar ku hatin qetilkirin li ser gorên xwe hatin bîranîn. Di bîranînê de dayika Sêvê Demîr, Sakîne Demîr axivî û got: "Heta ku jin azad nebe, welat azad nabe."

Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a HDP’ê bi minesebeta salvegera qetilkirina Endama Meclisa Partiya Heremên Demokratik (DBP) Sêvê Demîr, Endama Kongreya Jinên Azad (KJA) Fatma Ûyar û Hevseroka Meclisa Gel a Silopiyayê Pakîze Nayir ku dema qedexeyên derketina derve di 4’ê çileya 2016’an de li navçeya Silopiya ya Şirnexê hatibûn qetilkirin, bi bîr anîn. Dayikên her sê jinên siyasetmedar, parlamenterên HDP’ê Nûran Îmîr û Muazzez Orhan, rêxistinên HDP’ê yên navend û navçeyên Şirnexê tev li bîranînê bûn. Bîranîn li ser gorên her sê jinan ên li Goristana Nalarû ya Şirnexê pêk hat.

Li ser navê dayikên her sê jinan dayika Sêvê Demîr, Sakîne Demîr axivî. Demîr diyar kir ku daxwaza wan welatek azad û aştiyeke mayînde bûye û wiha got: “Di kesayeta her sê hevalan de hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr tînim û bejna xwe li ber wan ditewînim. Şehîdên me şehîdên tevahî Kurdistanê ne. Wan ji bo çand, ziman û nasnameya xwe têkoşiyan. Heta ku jin azad nebe, welat azad nabe. Îro rizgariya tirkan, ereban û gelên din di destê gelê kurd de ye. Gelê kurd serê xwe natewîne. Ji hemû gelan re serkeftinê û aştiyê dixwaze.”

Hêrsa me weke duh zindî ye

Piştre parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr axivî. Îmîr jî bal kişand ser têkoşîna her sê jinên siyasetmender û ev tişt anî ziman: “Bi saya têkoşîna van her sê hevalan gelê kurd xwe li ser pêyan girt. Sê hevalên me yên jin di qada siyasetê de pêşeng û rêveberên gel bûn. Di têkoşîna azadî û demokrasiyê de, di asta herî jor de xebat dan meşandin. Hem ji aliyê gel, hem jî ji aliyê rayedarên dewletê ve dihatin nasîn. Bi zanebûn her sê hevalên me hedef girtin. Bi qetlilkirina van hevalên me xwestin ku pêvajoya xwe rêvebirinê têk bibin. Jinên Botanê weke her pêvajoyê di wê pêvajoyê de jî pêşengtî kirin. Bi vê komkujiyê xwestin ku hêz û vîna jinên Botanê têk bibin. Lê 6 sal li ser vê komkujiyê re derbas bûn, hêrsa me hê weke duh zindî ye. Di her têkoşîn dayînê de em vê hêrsê tînîn bîra xwe. Ev îradeya me zindî dihêle.”

Em kujeran nas dikin

Îmîr diyar kir ku ew kesên ku hevalên wan qetil kirine nas dikin û ev tişt anî ziman: “Heta niha yek kes nehat darizandin. Ev 6 sal in doz didome, lê hê bêencam e. Hişmendiya ku doza Roboskiyê û jêrzemînên Cizîrê kirin heman e. Lê heta ku em hebin dê lêgerîna me ya edeletê bidome. Çi dibe bila bibe em ê ji kujeran hesab bipirsin.”

Piştî axaftinan qerenfîl danîn ser gorên her sê jinan.

Piştre beşdervan derbasî navçeya Sîlopyayê bûn. Li vir jî bi Sêvê Demîr, Fatma Ûyar û Pakîze Nayir re siyasetmedarên jin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê hatibûn qetilkirin, bi bîr anîn. ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar