Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Biratî û neyartî

Carna dibêjin ya ‘Xwedê vê yekê neke para tu kesî.’ Bila, bira û neyartiya desthilatdariya vê pergalê jî xwedê para kesî neke. Ne biratiya wî biratî ye, ne jî neyartiya wî jî neyartî ye.

Serokkomar Erdogan di dawiya dawî de qebûl kir ku bi rejima Esad re li hev hatine û di nav têkiliyan de ne. Sedama wê yekê jî dijberiya kurdan e. Erdogan herî dawî di 8’ê sibata 2018’an de di civîna ku li Qesra Beştepe de bi muxtaran re wiha digot: “Dibêjin bi Esed re rûnên û biaxivin. Em ê bi kujerê ku milyonek hemwelatiyên xwe kuştiye re çi biaxivin?”

Hin di ser van gotinan re 2 sal derbas nebûye. Erdogan bi angaşta ku ‘Esed kujer e, terorîst e, li gelê xwe zilmê dike’ piştgiriya şerê navxweyî ya Sûriyeyê kir. Bi vê sedemê piştgirî da komên çekdar. Erdogan ji ber êrîşa Amerîkayê ku li hemberî Esad 2-3 sal ewil pêk hatibû jî bi gotina ‘Kujer Esed ji ber bomberankirina gaza sarînê bersiva yekemîn stand’ kêfxweşiya xwe dianî ziman.

Sedema neyartiya bi ‘Esed’ re jî sedema dostaniya bi ‘Esad’ re jî ji bo AKP û Erdogan heman tişt in. Sedema vê dostaniyê jî neyartiyê jî ‘birayên Erdogan ên kurd in.’ Felaketa herî mezin ku hatiye serê kurdan ev ‘biratî ye.’ Ji bo ku ‘kurd nebin xwedî tiştek, statûyekê bi dest nexin, rojên azad nebînin’ bi Esad re pêwîst be neyartî pêwîst be dostanî tê avakirin.

Heya niha Erdogan bi gelek welatan re şer kir, têkiliyên kaosê pêk anî. 16 sal e Erdogan bi Îsraîlê re li pêş perdeyê têkiliyên kaotîk li dar xist û ev yek bi kêrî wî hat. Erdogan gelek caran Îsraîlê wekî dewleteke terorîst pênase kir. Piştre Misir, Yekitiya Ewropayê, Rûsya, DYA, Iraq, Îran, Yewnenistan… Welatên ku Erdogan di nav van 16 salan de pê re şer nekir û krîz ne afirand  nema. Lê ev welat di nav demê de hemû bûn dost û şirîkên Tirkiye û Erdogan. ‘Darbecî Sisî, Terorîst Netenyahu, Kujer Esed, Emperyalîst DYA, neyar Rûsya’ hemû di nav demê de bûn dostên Erdogan. Niha Trump ji bo wan destebirak û şirîkê stratejîk e, Pûtîn ji bira jî nêziktirî wan e.

De baş e. Normal e ku ‘neyar’ li hev bên û destê aştiyê dirêjî hev bikin. Di vê yekê de tu xeletiyek, xirabiyek tune ye. A xirab dost û biratiya Tirkiyeyê ya bi welatên cînar re nîn e. Ya xirab neyartiya ku bi wan re tê lidarxistin bi xwe ye. Dîsa jî têkiliya herî xirab a dostaniyê ji neyartiya herî baş bi xêrtir e.

Ev yek tên fêmkirin lê tişta eceb têkiliya Erdogan a bi kurdan re ye. Ji destpêkê heya niha Erdogan kurdan wekî bira dide nîşandan. Pir zêde navê kurdan bi lêv nakin lê dema ku behsa kurdan dikin jî dibêjin ‘birayên me yên kurd.’ Ê baş e hûn bi dinya alemê re li hev hatin, ‘Kujer Esed, Darbecî Sisî, Terorîst Netenyahû’ bûn dost û destebirakên we. Ma rik û hêrsa we ya li hemberî kurdên bira çi ye? Hûn çima dost û neyartiyan bi welatên cînar re li ser dijberiya van birayên xwe dikin? Xuya ye ku bi gotina ‘biratiyê’ pergal dixwaze dijberiya gelê kurd veşêre. Ne bi vê biratiyê ne bi vê neyartiyê. Her tiştê vê pergalê sexte ye û sextekariya herî mezin a dost û biratiya wan e.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar