PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Biratiya bi bazarê!

Mûnzur Dersim |

Dîroka Kurdistanê destpêka wê, diçe hate demê Sumeriyan. Piştî Sumeriyan jî demê Babil û Aqadiyan tê. Di heman demê de piştî Babîl û Aqadiyan jî demê duyemîn ê Sumeriyan ku li ber peravên Dîcle û Firatê dijiyan tê. Piştî vî demê duyemîn jî bi rêzêve pêşengên kurdan ên biçûk ên wekî; Ûrî, Hûrî, Mîtanî, Gûtî û Naîriyan tên jiyîn. Her wisa piştî demê Naîriyan jî demê Mediyan û ji wê demê were heta P.Z. dema Şadadiyan, Merwaniyan û demê Eyûbiyan û hwd. tên jiyandin. Ev qewmên ku di dîroka kurdan de pêşengtî ji kurd û Kurdistanê re kirine, di dîroka Kudistanê de cih girtine.

Wek me dayî diyarkirin di dîrokê de gelek qewman ji kurdan re pêşengtî kirine. Lê belê hinek ji van pêşengtiya bi berxwedanê, hinek bi têkoşînê bi salan li ber xwe dane û hinek jî bi bazar û îxanetên cûda hatine têkbirin. Yek ji wan bazarên ku niha em behs bikin bazara biratiya mala Barzan e. Malbata Barzan di sedsala 19’an de wek şêxên Naxşîbendî li gundên Barzan wekî eşîrên Mizirî, Berojî, Şarvanî û Dolemarî wekî çar eşîran tên dabeşkirin. Lê belê malbata Barzan ku rêveberên wan ji Ahmed Barzanî, Mela Mistefa Barzanî, Îdrîs Barzanî, Mesut Barzan û niha jî Nêçîrvan Barzanî pêk tê. Di dîrokê de heta roja me ya îro vê malbatê ji bo kurd û Kurdistanê tiştekî ku guncaw bê dîtin nekiriye. Tenê li pey berjewendiyên malbata xwe ne.

Li başûrê Kurdistanê ku di bin rêveberiya vê malbatê de tê rêvebirin, niha hatiye rewşek wisa ku hema bêje têkçûna wan li ber derî ye. Li başûrê Kurdistanê gel jî êdî bûye wekî du malbat. Yek malbata Barzan, yek jî malbata Telabanî. Yanî ev tê wê wateyê ku beşek bûye YNK û beşek jî PDK e. Malbata Barzan bi Tirkiyeyê re di nava hewldanên tenê ji bo berjewendiya xwe ye û malbata YNK jî bi Îranê re di nava hewildanan de tenê ji bo berjewendiya xwe tevdiger e. Em dikarin bêjin başûrê Kurdistanê êdî hatiye rewşek dagirkirinê. Ev yek jî bi bazarên malbata Barzan ên bi hevkariya dewleta tirk re li ser birayên xwe dike ye. Gelo bi van bazaran em ê çiqasî bizanin ka biratiya malbata Barzan ji bo kurdan rasteqîn e, em ê çiqasî bizanibin ka pêşengên di nava malbata Barzan de radibin ji bo doza kurd û Kurdistanê dikin an na?

Li Rojhilata Navîn û Kurdistanê her şer û pevçûn tên jiyîn, ev şer û pevçûnan her ku diçe zêdetir dibe û digihije asta herî jor. Bi taybetî di van salên dawî de gelê kurd di qirkirinên cuda de hat derbaskirin û hê jî derbas dibe. Piştî Tevgera Azadiya Kurdistanê, hesabên dagirkeran û yên ku bazaran li ser gelê kurd didan meşandin jî êdî têk diçû û wekî kulîlkên zinaran diqelîşînin rayên jiyana azad li Kurdistana mêtîngeh û Rojhilata Navîn şînbû. Pêşketineke wisa di nav kîja gelî de çêbibe, cihê keyfxweşî û şanaziyê ye. Lê hin kes hene mixabin wekî ‘Kurd’ tên hesibandin û qaşo xwe kurdperwer û welatparêz dihesibînin, ji vê pêşketinê gelekî aciz in. Heta hebûna xwe di tunebûna azadiya gelê kurd û Kurdistanê de dibînin. Bi dijminatiya kurd û Kurdistanê debara xwe dikin. Çawa ku nefta Kurdistanê difiroşin, bi heman awayî xwîna zarokên gelê kurd ên herî birûmet jî difiroşin. Bêyî ku em virde wirde bidin bêjin, niha PDK ev tiştên me gotî tevan dike. Beriya niha bi demeke kurt, Rêveberên Tevgera Azadiya Kurdistanê daxuyanî dan û gotin, “PDK di xefletê de ye, bûye perçeyekî siyaseta qirkirin û tasfiyekirina kurdan” û raya giştî hişyar kirin. Lê belê rêveberiya PDK’ê berevajiyê vê daxuyaniyên cuda dan ku tê de Tevgera Azadiya Kurdistanê sûcdar dike. Bi vê yekê biratiya ku bi bazarên li ser birayên xwe yên kurd carek din dubare kir.

Di dîrokê de heta niha bi rêya malbata Barzan pir bazar li ser gelê kurd hatine kirin. Ev bazaran bi peymanên cuda cuda hatine bi rêvebirin. Wek çawan bi bazara bi Îranê re di sala 31’ê Adara 1947 Komara Muhabadê, di 13’yê Tîrmeha 1989’an de Dr. Abdurahman Qasimlo têk birin û niha jî heman malbat bi bazarên cuda li gel dewleta tirk dixwaze başûrê Kurdistanê dagir bike û bi van bazaran gelê kurd bifiroşe û di qirkirinê de derbas bike. Jixwe beriya niha jî bi çûyîna Nêçîrvan Barzanî ya  Enqereyê jî  diyar bû ka çiqasî biratiya malbat Barzan a ji bo kurdatî û kurdperweriyê di dîrokê de heye.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar