Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Birayê gerîla Can: Cenaze li sergoyekê bi komî hatine veşartin

Birayê gerîlayê PKK’ê Ferhat Can, Hanîfî Can da zanîn ku cenazeyê birayê wî û gerîlayên din li goristaneke ku cihê sergoyê ye, bi komî hatibû veşartin. Can diyar kir ku ev yek li dijî hiqûqa navxweyî, navneteweyî û li dijî exlaqê mirovahiyê ye. Can destnîşan kir ku ji cenazeyê birayê wî tenê parçeyek mabû û leşkeran nehiştin ku li cem pismamê wî veşêrin

Di 19’ê kanûna 2017’an de li gundê Oleka Jor ê Bedlîsê Goristana Xerzanê hatibû rûxandin û 267 cenaze jê hatibûn derxistin û şandibûn Saziya Tiba Edlî (ATK) a Stenbolê. Piştî 2 salan encamên DNA’ya 10 mlabatan û 10 cenazeyan li hev derket. Yek ji van cenazeyan jî yê Ferhat Can (Ferhat Xerzan) e. Piştî DNA li hev derket, malbatê di 14’ê kanûnê de cenazeyê Can ji Goristana Bêkesan a Kîlyosê wergirt û li gundê Dizirok ê Exlatê defin kir. Birayê Can, Hanîfî Can têkildarî mijarê ji MA’yê bi Nacî Kaya re axivî.

Hanîfî Can anî ziman ku ji ber zext û zoriyên li ser kurdan, birayê wî di sala 2005’an de tev li PKK’ê bûye û di sala 2012’an de jî li Bedlîsê jiyana xwe ji dest daye. Can wiha dom kir: “Du sal piştî mirina birayê min, di sala 2014’an de Dozgeriya Bedlîsê ewraqek ji me re şand ku birayê min jiyana xwe ji dest daye û li Goristana Bêkesan a Meletiyê hatiye definkirin. Wê demê haya mê jê bû. Ji bo DNA’yê xwîn da. Piştî xwîn li hev derket jî me cenaze wergirt û li Goristana Xerzanê defin kir.”

‘Bi dozeran cenaze ji goran derxistin’

Di berdewamê de jî Can bi lêv kir ku piştî kar û barên fermî cenazeyê birayê xwe li Xerzanê defin kirine û wiha got: “Di dema definkirinê de em rastî tu pirsgirêkan nehatin. Di sala 2017’an e bi awayekî hovane cenaze ji Goristana Xerzanê hatine derxistin. Bi dozeran cenaze derxistin. Li gor Qanûna Bingehîn bi vî awayî derxistina cenazeyan, sûc e. Lê belê tenê ne li gorî Qanûna Bingehîn a Tirkiyeyê, li gor peymanên navneteweyî jî sûc e. Her wiha di hêla olî de jî wisa ye. Nexasim gava mirov girêdayetiya kurdan a ji bo ol bide berçavê xwe, ev bûye cihê şikestineke mezin.”

‘Cenaze li sergoyekê bi komî hatine veşartin’

Bi domdarî jî Can destnîşan kir ku piştî cenaze hatine derxistin birine Stenbolê û ji bo vê jî malbat ji bo wergirtina cenazeyan careke din xwîn dane û wiha pê de çû: “Piştî gelek hewldanan, cenazeyên çend malbatan dan. Ji xwe me berê ji bo DNA’yê xwîn dabû û me cenazeyê xwe ji Meletiyê anîbû. Çima careke din cenaze derxistin? Ev sûc e. Me ev ji wan re jî got. Me cenazeyê xwe ji Goristana Kîlyosê wergirt. Dema qala wê dikim jî fedî dikim. Li sergoyekê cenazeyê me li ser hev danîbûn û veşartibûn. Ev ne goristan e. Ev goreke komî ye. Cenaze xera bûbû. Ev ji hêla olî û insanî ve jî tiştekî giran e. Ne exlaqî ye.”

‘Ji mirovekî tenê parçeyek mabû’

Can daxuyand ku ji bo wergirtina cenazeyê jî ew hem di hêla madî û hem jî di hêla manewî de pir tengijîne û wiha derbirî: “Gava me cenaze anî jî me gelek pirsgirêk dîtin. Ji mirovekî tenê parçeyek mabû. Ji bo definkirina wî perçeyî jî pirsgirêk derxistin. Me xwest li cem pismamê xwe defin bikin. Lê gotin; ‘Nabe. Ger hûn sede metreyan dûrî wî veneşêrin, em destûrê nadin ku hûn defin bikin.’ Ger li cem xizmên xwe neyê veşartin, gelo dê li ku bê veşartin.”

Bang li hemûmalbatan kir

Herî dawî jî Can ev tişt destnîşan kir: “Bîrdoziya cenazeyan nîne. Mafê me yê definkirin û danîna şînê heye. Lê ev mafên me tên binpêkirin. Mîna yên Şêx Seîd, Seyîd Riza, Qoçgirî hwd. Çima nahêlin? Ev mafê me yê mirovî ye. Daxwazên me pir mirovî û hiqûqî ne. Madem hûn tiştên wiha dikin, wê demê nebêjin ‘birayên me yên kurd.’ Hebûna gelekî, bi gorên wan e. Me bi çavê xwe dît bê cenaze çawa tên veşartin, li ku tên veşartin. Divê her kes xwedî li van cenazeyên li ser hev hatine veşartin, derkeve. Serlêdan tiştekî qanûnî ye. Ji xwe peywirdarên dewletê ji bo wergirtina cenazeyan gotin serlêdanê bikin. Divê raya giştî ya cîhanê hesas tevbigere. Divê partiyên siyasî jî bikevin nava hewldanan.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar