Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Birayê Hantaş: Polîsan tim zext li ser dikir

Birayê Recep Hantaş ku polîsên tirk li Amedê ew qetil kirin got ku rayedaran agahiyeke zelal nedane wan lê polîsan tim ew dişopandin û zext li ser dikirin

Polîsên tirk du êvarî ciwanekî bi navê Recep Hantaş ê 20 salî li Sumerparka Yenîşehira Amedê qetil kirin. Hantaş dema ku bi ciwanekî re li parkê rûniştibû hat înfazkirin.

Cenazeyê Hantaş ji Nexweşxaneya Zanîngeha Dîclê hate rakirin û li Goristana Yenîkoyê di bin dorêça polîsan de hate veşartin. Ji bilî malbata Hantaş hêzên çekdar ên tirk nehiştin ku kes biçe ser gorê.

Birayê Recep Hantaş, Efe Hantaş, ji ANF’ê re axivî. Efe Hantaş diyar kir ku polîsan pêşî li birayê wî yê li Bûrsayê ku di înşeatê de dixebite geriyane û gotine, ”Birayê we li nexweşxanê ye, zû werin” û birayê wî jî li wî geriyaye û rewş jê re gotiye. Hantaş ev tişt anî ziman: “Min nimroya kesê ku lê geriyayî jê xwest. Ez geriyam. Polîsan got, ‘werin nexweşxanê’. Em çûn nexweşxaneyê lê tu agahî nedan me. Em bi qasî saet û nîvekê sekinînin. Piştî ku em gelekî sekinindan ji bo teşhîsê ez birim hundir. Min nas kir, doktor got, ‘serê we sax be.’”

Hantaş diyar kir ku piştre ew bi polîsan re axiviye û jê re gotine li ser îxbarekê ew tevgeriyane û ev tişt anî ziman: “Li gorî polîsan‘îxbarek’ ji wan re hatiye. Birayê min ê rehmetî li Sumerparkê bi hevalekî xwe re rûniştîbûye. Ji ber îxbarê operasyon hatiye kirin.”

Hantaş got polîsan negotiye bê ka operasyoneke çawa ye, şer çêbûye yan na û da zanîn ku li gel ku tu çek li ser birayê wî nebûye jî ew ji operasyoneke wiha şaş man e. Hantaş diyar kir ku tu agahiyeke zelal nebû, çilo bû, kengî bû û tiştên ku berê bi birayê xwe li ser diaxivî par ve kir.

Hantaş got ku polîsan timî birayê wî tacîz dikirin û wiha got: “Polîsan tim li GBT’ya wî dinêrî û jê re digot, ‘hûn terorîst in’ û tim birayê min tehrîk dikrin. Jê re digotin, ‘tiştên siyasî nekin, diziyê bikin, hevalên xwe yên ku her karî dikin bibêjin, em ê we biparêzin’ tim zext û zordarî li ser dikirin.”AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar