Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Çarşamba - 28 Ağustos 2024

Birayê parlamenterê AKP’ê giliyê Ferît Şenyaşar kir!

Çalakiya ‘Nobeta Edaletê’ ya Malbata Şenyaşar di roja 21’emîn de didome. Li ser gilîkirina birayê parlamenterê AKP’ê, emniyetê bang li Ferît Şenayşar kir ku biçe îfade bide

Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê beriya hilbijartina 24’ê Hezîrana 2018’an parêzvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz êrîşî kargeha malbata Şenyaşar kiribûn û şer heta ber Nexweşxanaya Dewletê ya Pirsûsê berdewam kiribû. Di encama êrîşa AKP’iyan de Haci Esvet Şenyaşar û lawên xwe Adil û Celal ji aliyê xizmên AKP’iyan ve hatinbûn qetilkirin. Ferît Şenyaşar û Fadil Şenyaşar jî birîndar bûbûn û Fadil Şenyaşar hat girtin û hêj girtî tê darizandin. Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît Şenyaşar bi daxwaza ‘Edaletê’ li ber Edliya Rihayê dest bi çalakiya nobetê kirine û 21 roj berdewam dike.

Hat zanîn ku birayê Îbrahîm Halîl Yildiz ê AKP’yî, Sulyeman Yildiz giliyê Ferît Şenyaşar kiriye. Li ser vê yekê Miduriyeta Polîsan a Pirsûsê li Şenyaşar geriyaye û xwestiye biçe îfade bide. Ferît Şenyaşar serê sibê çû miduriyeta polîsan îfade da. Nehat zanîn ku Şenyaşar bi çi tê sûcdarkirin.

Li ser hesabê medyaya dijital ê malbatê wiha hat gotin: “Dengê girî û zêmarên dayika dilbişewat, wê her tim bi ser dengê zalimên ku dikenin û derewan dikin bikeve. Hûn dikarin bi wêneyên montajkirî serokkomar bixapînin lê belê hûn qet nikarin gelê Tirkiyeyê bixapînin. Têkoşîna me ya nobeta edaletê di roja 21’emîn de li emniyetê berdewam dike.” RIHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar