Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Birayên di greva birçîbûnê de peyama berxwedanê dan

Birayên bi navên Nîzamettîn û Şerafettîn Yilmaz di Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê de tên girtin. Her du bira jî ji bo rakirina tecrîdê di greva birçîbûnê de ne. Birayên Yilmaz bi rêya malbata xwe peyama berxwedanê dan

Ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di 8’ê mijdara sala 2018’an de bi pêşengiya hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dest pê kir. Çalakî di nava demekî kin de li girtîgehan, li welat û li derveyî welat bi tevlêbûna zêdetirî 7 hezar çalakvanan berfireh bû û her ku diçe jî mezintir dibe. Girtiyên ku li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî bi israr çalakiya xwe didomînin.

Birayên girtî Nîzamettîn Yilmaz (36) û Şerafettîn Yilmaz (38) jî ji girtiyên di greva birçîbûnê de ne. Her du bira li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê tên girtin. Bira Şerafettîn Yilmaz bavê 5 zarokan e û bi hinceta hevdîtina bi telefonekê, di 18’ê adarê de hate girtin û ji 20’ê adarê ve jî di greva birçîbûnê de ye. Yilmaz ji ber qezaya kar 3 caran hatiye emeliyat bûye û di bedena wî de 7 platîn hene. Tevî îtîrazên hevalên wî jî, Yilmaz dest bi greva birçîbûnê kir. Danişîna Yilmaz dê di 8’ê gulanê de bê dîtin.

‘Cihê min li malê amade bikin’

Ji birayan Nîzamettîn Yilmaz jî ji 28’ê adara sala 2018’an ve girtiye û 28 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birin. Hevjîn û 4 zarokên Yilmaz ji ber zext û êrîşan neçar man ku koçî Ewropayê bibin. Yilmaz ji 1’ê adarê ve di greva birçîbûnê de ye û tev li danişîna xwe ya di 8’ê nîsanê de nebû. Danişîna Yilmaz taloqî 28’ê hezîranê hate kirin. Yilmaz di hevdîtina herî dawî de ji malbata xwe re got ku ger di 28’ê hezîranê de bê berdan dê çalakiya xwe li malê bidomîne û ji ber vê yekê jî ji malbatê xwest ku cihê wî ji niha ve amade bikin.

Dayikê bang li kurê xwe kir

Dayik birayan, Mehdiye Yilmaz jî li ser gotina kurê xwe li mala xwe ya li Dêrik a Mêrdînê dest bi amadekariyan kir. Dayika Mehdiye xwest ku kurê wê bê berdan û wiha bang li kurê xwe kir: “Nîzamettîn kurê min, bila agahiya te hebe ku min cihê te amade kiriye. Daxwaza zarokên min dikare bê pêşwazîkirin. Ji bo rakirina tecrîdê çi bikeve ser milê me, em amade ne ku bikin. Ji bo rakirina tecrîdê divê rêxistinên mafên mirovan û raya giştî demildest bikevin nava tevgerê.” MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar