Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Birayên Fîdanci li ber çavên malbatê hatin înfazkirin’

Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan bi armanca dîtina xizmên wan ên ji hêla dewletê ve hatine qetilkirin û windakirin û ji bo darizandina kujerên wan, d hefteya 587’emîn de jî bi dirûşma ‘Bila winda bên dîtin û kujerên wan bên darizandin’ daxuyanî dan. Di daxuyaniya vê hefteyê de aqûbeta 4 ferdên malbata Fîdanci yên li gundê Susa yê Farqînê hatine qetilkirin, pirsîn.

Rêveberê Şaxa ÎHD’ê Ercan Yilmaz vîdeoya ku amedekiribû li ser hesabê medyaya civakî ya komeleyê parve kir. Yilmaz pirsa faîlên Mehmet Habîp, Mehmet Nûrî, Vedat û Ahmet Fîdanci yên ji heman malbatê ku di sala 1992’yan de li gundê Susayê hatibûn kuştin kir.

Serpêhatiya 4 birayan

Yilmaz serpêhatiya malbata Fîdanci wiha vegot: “Di sala 1992’yan de li gundê Susa yê Farqînê bûyerên cuda rû dan. Ji ber vê jî di nava şêniyên gund de rageşiyek mezin hebû. Li gund tirseke mezin belav bûbû. Hin malbat ji ber ewlehiyê ji gund koçber bûn. Li gund tenê çend malbatên diyar mabûn. Du meh piştre Mehmet Habîp, Mehmet Nûrî, Vedat û Ahmet Fîdanci ku bira bûn ji bo paletiyê çûn nav zeviyên xwe. Piştre jî 13 kesên ku ser û çavên wan girtî û cilên sivîlan li ber, hatin nav zeviyan. Van kesan lingê Mehmet Habîp, Mehmet Nûrî û Ahmet Fidanci girê dan û li ber çavên endamên din ên malbatê gulebaran kirin. Dest û çavên Vedat Fîdanci jî girê dan û bi xwe re birin. Vedat Fîdanci îşkence kirin, guh û pozê wî jê kirin û bi serdevî li erdê dirêj dikin, gule ber didin serê wî û dikujin.”

Kujerên wan nehatin dîtin

Herî dawî jî Yilmaz ev agahî dan: “Piştî bûyerê malbatê agahî da leşkeran. Lê bûyer nehat ronîkirin. Leşkeran cenaze birin Nexweşxaneya Dewletê ya Farqînê. Piştî otopsiyê di heman rojê de teslîmî malbatê kirin. Cenazeyê Vedat jî 15 roj piştre li Kaniya Gula hate dîtin. Ligel hemû hewldanan jî faîlên endamên malbata Fîdancî nehatin dîtin. Mehmet Habîp Fîdanci zewicîbû û 10 zarokên wî hebûn. Mehmet Nûrî Fîdancî jî zewicîbû û 3 zarokên wî hebûn. Vedat û Ahmet Fîdancî jî ne zewicîbûn.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar