Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Birayên Misilman heke rast jî bêjin, derewker in

Di vê gotarê de em venagerin dîroka vê komê yan jî rastiya girêdanên wê bi hêzên derve bi armanca xwe gihandina desthilatdariyê. Heta roja îro bi hemû rêbazan dixwaze xwe bighînê, ji ber ku pir dîrokzanan li ser nivisandine çi alîgir û çi jî dijber, ya ji bo me girînge helwesta vê koma birayên misilman di herêmê de û çiqas destê wê di belavkirina kaosû kûrkirina aloziyê de heye. Her çiqas li ser hesabê gelan û hilweşandina civakan be jî bi cihêrengiya cugrafya wan.

Bi xwendineke bilez ji dema “Buhara Erebî” ta roja îro, em dibînin bê çawa ev kom li hespên şoreşên gelan siwar bûne, bi bahaneya mezlûmbûna civakîxwe gihandina desthilatdariyê. piştî wêçawa diran û nênûkên xwe tûjkirin, hinavê civakê perçe perçekirin, bi rêka gotin û fetweyên xwe ku rengê olî lê dikin, daku gelek komên mirovan yê hişbirî ji wan bawerbikin û yên li dûv mêjiyê xwe yê hişk û dil kevirbûna xwe diçin. çi kesê ne wek wan dikin gawir inû kuştin heqkirine

Di pêvajoya kaosê de, birçîbûn û gendelîû dizî ya li herêma me belavbûyî di demekê dirêj de, weke ku xelkê vê deverê ji rêka xwedê dûrketine, tê bikaranîn û rastî ji gel tê veşartin.Xelkê didin bawerkirin ku eger ew bibin desthilatdar, wê jiyana gel xweştir bibe û wê li textên xweş paldin ku dibin wan re çemên hingiv û iraqê derbas bibeû ewê bi hûriyên bihuştê re di eşqa bê dawî de bimînin.

Ev gotin û bangewaziyên koma birayên misilman, nezaniya civakê kûrtir dike û wê dûrî zanistû hişmendiya pêşverûtiyê dixe, wan bi şêx û meleyên xwedîşaşik û ebeyan dide girêdan, û gel ber bi nakokiyeke bê dawîde dibe. Bi bahaneya bilindkirina nav û gotina xweda, kuştin, talanîû destdirêjiya ser jinan zêde dike. Di van deh salên borîde em bûn şahidê gelek bûyerên bi vî rengî, tiştên li Lîbya, Iraq, Sûriyeû Yemenêçêdibe û desteserkirina li Tûnisê, dide diyarkirin ku destê Birayên Misilman di van bûyeran hemûyan de heye, dibin navê“Alah û Ekber” de kaos, alozîû kuştina mirovan weke agir pêketiye û pêde diçe.

Erdogan weke bavê rûhîû moralî yê koma birayên misilman e ku ji xwe re islama siyasî weke maske bikartîne, bi armanca pêkanîna bercewendiyên xwe, heta ku ji hêla dewleta Qeterê ve Erdogan mîna “Xelîfeyê Misilmanan” hatiye pejirandin. Bi vê yekê dixwazin sîstema Xelîfetiyê li giştî herêmê belavbikin.

Ji bo xatirê ku em rewşa li sûrîû giyotîna li îraqêû agirê şerê li Lîbyayêû dujeha li Yemenê fêmbikin, pêwîste di destpêkê de em zanibin bê Erdogan çi difikire ûçi dixwaze ji osmanîkirina herêmê, li ser hesabê koçberkirina gelên resen yên herêmêû pêkanîna komkujiyan, bi armanca pêkanîna bercewendiyên xwe.

Dema ku Erdogan behsa demokrasîû mefên mirovan dike li gora têgînên xwe, dibe ku em gotinên wî rast bibînin, lê dema em pratîka wî ya li ser erdê bişopînin, em dibînin bi desthilatdariya Erdogan re bêçiqas gel di êşû azar û trajedya re derbas dibin.

Bi rastî jî ew kesê ku got “ Erdogan heke rast jî bêje, derewan dike” tsbîteke rast kiriye. Mîna ku mirov bêje “ Birayên misilman derewa dikin, heke rast jî bêjin”, ji ber ku taybetmendiyên munafiqan tên zanîn: “tu jê bawer dikî, xiyanetê dike- diaxive, derewan dike- soz dide, bicih nayine”, ev taybetmendî bi giştîli ba Erdogan peyda dibin. Munafiqtî ne tenêji bo Erdogan derbasbare, lê belêji boçi kesê li dûv şopa wî jî dibe, mîna Dewleta Qeter ûşêxên weke Qerdawîû kesên mîna wî.

Tiştên ku çêbûn ûçêdibin li Misir, ne gelekî cudane ji tiştên deverên dinê, li pişta wê her Erdogan heye, û kesên munafiq yên ku dikevin xizmet û bercewendiyên wî de, wan bikar tîne, û piştî karê xwe bi wan xelas bike wê wan biavêje.

Pirsgirêka mezin ya ku em dikşînin eniya dinê ya munafiqtiyê, yan jî yên ku dibêjin em rastin, her çiqas ew dibînin bêçiqas munafiq pirin û nîfaq û derew û durûtiya xwe dikin jî, lê ew li hember wan bêdengin.Ew bêdengî  jî kesên munfiq û durû xurt dike, dibin navê ku “em nikarin mirovê misilman weke gawir bidin diyarkirin”, gelî mirovên rêzdar ev durûtiyê dikin û derewan dikin, pêwîste li hember wan seknek hebe, eger pêşiya wan neyê girtin, wê trajedya Hz. Husên û Helaj dubare bibe û emê piştre poşman bibin.

Ne her mirovê ku Quran rakir mafdare, dibe ku zalim be û Quranê bi kartîne, me hemûyan dît bêçawa Sedam û Xumeynî herdûyan rahişt Quranê, niha jî Erdogan vê yekê dike, dîktator di gelek kiryarên xwede mîna hev û du ne, û dibe ku dawiya wan jî mîna hevûdu be, ji ber ku kengîdema wê bê gotina dawî ya dîrok ye.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar