Partiya Karkerên Kurdistanê PKK 27’ê Mijdara 1978’an li gundê Fîsê yê Amedê ji aliyê komek ciwan hat damezrandin. Ji roja damezrandinê heta îro PKK’ê di jiyana kurdan de gelek guhertinên mezin kirin û bandoreke xurt li ser gelên li Rojhilata Navîn û cîhanê kir.
PKK’ê beriya her tiştî bi damezrandina xwe, ji înkar û qirkirinê re got, na, û bi bîrûbaweriyeke weke atomê xwe gurçûpêçkirî ji dagirkerî, înkar, talan, qirkirin û asîmîlasyonê re got, êdî bes e. Ji ber ku di wan salên damezrandinê de li Kurdistanê, bi gotina Rêber APO ti tişt nemabû ku li xiyanetê nehatibû qewimandin yan jî xiyanet û bêbextî li xwe nekiribû nemabû.
Ji vê ye ku Rêber APO dibêje, dema me tesbîta “Kurdistan mêtingeh e” kir, ez lerizîm ji ser hişê xwe ve çûm. Di vê çarçoveyê de PKK di dîrokê de temamkera şoreşa mezin û xeleka dawî ya bîrbirin û têgihiştinê ye. PKK’ê bi vê gavavêtina xwe ya destanwarî fikir û wijdan rakiriye pêdarê û li ser vê rê, peyayên wê yên pirûpak çêbûne û meşiyane.
PKK’ê bi bîrdozî û felsefeya xwe, Kurdistana înkarkeran gotibûn “Kurdistan li vir meftûne”, ji nû ve hişyar kir û ruh pê ve anî û bû guleya pêşî ya dîwarên tirsê hilweşand û gelekî şoreşger ê têkoşer rakir ser piyan û bi nasnameyeke hemdem bi gewde kir. Bi vê, PKK’ê sînorên dagirker û hegemonan di nava dilê Kurdistanê de danîbûn rakir û fikra neteweya demokratîk li cem Kurdan û Kurdistaniyan geş kir.
Partiya Karkerên Kurdistanê di şoreşa gel de, şoreş di nava şoreşê de çêkirin û kir ku şoreş derkeve derveyî sînorên Kurdistanê. Ev dengê azadiyê yê ku bi PKK’ê bilind bilind bû îro ne tenê li Kurdistanê li seranserî Rohilata Navîn bilind dibe. Gelê kurd bi dengê PKK’ê şiyar bû, zindî bû…
Yek ji van şoreşan jî şoreşa jinê ye, îdeolojiya rizgariya jinê ye ku îro hem li Kurdistanê, li Rojhilata Navîn û li cîhanê alaya wê bi duruşmeya “Jin Jiyan Azadî” li ba dibe, veguheriye yek ji şoreşên herî mezin û bi wate. Têkoşîna ku bi pêşengiya jinan pêş dikeve ji vî milî ve mînaka herî geş ya azadiya jinê ye. Lewma îro ji seranserî cîhanê jin xwe li vê şoreşê digrin û azadi dibin.
PKK di çarçoveya jineolojiyê de pergala mêrê serdest qebûl nake û herweha li dijî sîstema kapîtal jî xwedî li civakeke exlaqî û polîtîk derdikeve. Ev ne tenê li Kurdistanê di cîhanê de şoreşek mezin e. Tevgera Azadiya Gelê Kurd PKK, li dijî her cure mêhtinkarî û mijokariyê, xwedî bîrûbaweriyeke ekolojîst e. Bi vî rengî PKK li dijî sîstemên dij-civak û dij-mirov alternatîfa herî xurt ya jiyana azad e. Lewma di nava dilê milyonan Kurdî, enternasyonalîstî û gelên herêmê de cih girtiye.
PKK di serdema bêrehm û hişk a modernîteya kapîstalîst de ji bo paşerojê bû agirê Zerdeşt û Prometheus. Ji bo mirovahiyê bû rohnî û hêviya jiyana komutal û demokratîk. PKK bi çand, axlaq, hişmendî û helwesta xwe ve, di nava hemû qirêjiya cîhanê de mîna berfînekê bişkivî û xwe gihand rojê.
PKK’ê li cihê ku mirovatî derket ser dika dîrokê û li wir wenda kir, îro careke din zarokên agir û rojê li wir dîrokê bi pênûsa azad, bi agirê bedana xwe, bi xwîdana keda xwe û têkoşîna xwe ji nû ve dinivisînin. Ji vî milî ve têkoşîna bi hişmendiya PKK’ê ve hatiya avakirin îro ne tenê ji bo gelê kurd ji bo hemû gelên li herêmê bûye hêviya herî mazin a jiyana azad.
Hêzên ku li dijî vê Tevgera Azadîxwaz bûne yek rûyê xwe yê reş di komploya li dijî Rêber Apo de nîşan dan. Di êrişên li ser Rojava, Şengal, Mexmûr û Hermên Parastinê yên Medyayê de armanca wan ewbû ku Tevgera Azadiyê têk bibin. Li seranserî Kurdistanê destkeftiyên ku îro gelê kurd bi saya PKK’ê bi dest xistiye xwestin ji holê rakin. Têkoşîna PKK’ê ya zêdetirî 50 salî bê navber didome wê rê nede ku bi awayî ev destkeftî ji dest biçin. PKK’ya ku ev xwedî vê şoreş û hişmendiyê ye wê di van şeran de jî bi xurtî derkeve û meşa xwe ya azadiyê bigihîne serkeftinê.