PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Bîrdal: Çareserî tifaqa demokrasiyê ye

Serokê Rûmetê yê ÎHD’ê Akin Bîrdal diyar kir ku çavkaniya qeyrana li welat pirsgirêka murd e û got ku pirsgirek tev dikarin bi ‘tifaqa demokrasiyê’ bên çareserkirin

Serokê Rûmetê yê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Akin Bîrdal, mijarên di rojevê de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand. Bîrdal diyar kir ku rejîma tekparêz a darbeya leşkerî ya 1980’yî îro bi desthilata AKP’ê didome û got ku tevahiya pirgirêkên îro pirsgirêka rejîmê ye.

Bîrdal destnîşan kir ku hemû mafên jiyanê ji holê hatine rakirin û wiha got: “Tirkiye îro wergeriyaye welatê cînayetan. Ji sala 2004’an heta niha di cînayetên karker û jinan de zêdebûneke micid heye. Dîsa li girtîgehan 337 jê giran bi giştî hezar û 470 girtiyên nexweş hene. Her roj li girtîgehan cenaze dertên. Îşkence bi awayekî sîstematîk didome. Dema AKP hat desthilatê 57 hezar girtî hebûn niha 286 hezar girtî hene. Li girtîgehan hemû şertên mafên mirovan ji holê hatine rakirin. Bi kurtasî girtîgeh wergeriyane malên mirinê.”

Tune hesibandina gel

Di axaftina xwe de Bîrdal anî ziman ku siyaset di bin tundiyê de ye û azadiya îfadeyê nemaye û wiha pêde çû: “Bi tevahî em bi kavilek re rû bi rû ne. Demokrasiya li welat bi siyanur e û wergeriya demokrasiyeke bi qeyûm. Mirov, êdî bi awayekî komî întîxar dikin. Asta ku hatiye niha ev e. Li hilbijartinên ku ji bo demokrasiyê nebe nabeye binêrin, peywira 33 hilbijartiyan hat bidawîkirin û qeyûm tayînî şûna wan hat kirin, ev li dijî vîna gel dizîn e. Tunehesibandina gel e. Di vê pergalê de nikare qala demokrasiyê bê kirin. Herkes li pey edaletê ye. Peywireke parlamentoyê jî nemaye.”

‘Divê bloka demokrasiyê bê avakirin’

Bîrdal bal kişand ser budçeyê jî û têkildarî mijarê ev tişt gotin: “Xerckirina ewlehiyê ji sedî 27 zêde bûye û derketiye 141 milyarî. Di demên pêş de xerckirina bi vî rengî bibe sedema bobelatên mezin. Divê bloka demokrasiyê bê avakirin. Divê em ji kuçeyên xwe derkevin û dakevin qadên demokrasî û azadiyê û bên gel hev. Li navçe û bajaran partiyên siyasî û rêxistinên kedê koordînasyonan ava bikin û bi hev re tevbigerin. Ji bo vê yekê ajandayên mehane û heftane amade bikin û bernameyên têkoşînê derbixin.”

Sedema qeyranan

Di berdewamê de Bîrdal da zanîn ku rewşa jeostratejîk a Tirkiyeyê sûd digire û mekanîzmayên navdewletî yên venerînê tune dihesibîne û ev tişt anî ziman: “Tirkiye, ji Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê, Neteweyên Yekbûyî û Parlamentoya Ewropayê dûr ketiye. Qeyrana rejîmê êdî diyar e. Ev krîz ji ber nêzikbûna pirsgirêka kurd a desthilatê ye. Qeyrana siyasî û aborî ji ber neçareserkirina pirsgirêka kurd e. Heke pirsgirêka kurd bihata çareserkirin, wê ewqas pay ji ewlehiyê re nehatina veqetandin. Ji ber ve yekê hilweşîninên çandî, civakî, aborî û siyasî yên ji ber vê yekê didomin.”

Çareserî tifaqa demokrasiyê ye

Her wiha Bîrdal diyar kir ku li gorî lêkolînên raya giştî AKP ber çûyînê ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Partiya ku Ahmet Davûtoglû damezrand û ya ku dê Alî Babacan damezrîne wê ji pirsgirêkan nebine çareserî. Pirsgirêk dikarin bi ‘Tiqaqa Demokrasiyê’ bên çareserkirin.” MERSÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar