Dewleta tirk a dagirker a ku li ber berxwedan Rêber Apo, şerê gerîlayên azadiya Kurdistanê û têkoşîna gelan hatiye ber hilweşînê, hewl dide bi gotinên bêbingeh xwe ji vê rewşê xilas bike. Piştî ku Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî li meclîsa tirk de got, Rêberê Gelan Abdullah Ocalan vexwend civîna komê ya DEM Partiyê ku biaxive û bila navnîşan ji Îmraliyê ber bi DEM’ê ve biçe, rê li ber nîqaşan vekir. Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari jî anî ziamn ku pêşî tecrîdê rakin û muxatab Rêber Apo ye.
Serokê Rûmetê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Akin Birdal gotin û nîqaşên Bahçelî nirxandin û got ku pirsgirêka kurd bi salan e di rojeva parêzvanên mafên mirovan de ye û girîng e ku her kes li ser vê mijarê biaxive. Bîrdal bal kişand ser vê yekê ku dînamîkên hundir û derve yên pirsgirêkê hene û got: “Helbet faktorên hundir û derve hene, lê sedem çi dibe bila bibe, girîng e ku li ser bê axaftin û gengeşekirin. Tiştekî girîng jî ew e ku meriv ji vir ber bi aştiyê ve biçe.”
Bîrdal destnîşan kir ku daxuyaniyên AKP û MHP’ê ne li derî geşedanên li Rojhilata Navînê ne û got ku Tirkiye dixwaze qada xwe ya pevçûnê teng bike û dibe ku pêvajoyeke diyalogê ya bi vî rengî ya bi kurdan re ji bo berjewendiyên xwe baş dîtibin.
Bîrdal bal kişand ser mijara “muxatab”iyê ya di çareseriya pirsgirêka kurd de û got: “Muxatabê sereke Rêberê Gelan Abdullah Ocalan e. Pêwîst e deriyê tecrîdê bi demokrasî û aştiyê bê vekirin. Ev qas dem e nahêlin bi malbata xwe û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Demildest divê tecrîd bê rakirin û paşê mirov dikare bi hevparî tevbigere.”
Bîrdal got ku di vê mijarê de daxuyaniya fermî ya Enqereyê, rakirina tecrîdê, berdana girtiyên nexweş û qanûnên nexşerêyê wê gavên destpêkê bin.