Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

‘Birîn birîna me ye êş êşa me ye’

Berdevkê Buroya Piştevaniyê ya Enqereyê ya DBP'ê Kayataş got, li gel astengiyên hikumetê jî ew ê tora piştevaniyê mezin bikin.

Mûrat Kayataş ê DBP’î destnîşan kir ku ew bi biryar in, pêşî li hewldanên ji bo astengkirina tora piştevaniyê bigirin û got, “Birîn birîna me ye, êş êşa me ye.”

Berdevkê Buroya Piştevaniyê ya Enqereyê ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Mûrat Kayataş ji ANF’ê re axivî. Kayataş anî ziman ku hate dîtin, dewlet li hemberî erdhejê ne amade bû, nekarî koordînasyoneke têrker pêk bîne û diyar kir ku tîmên lêgerîn û rizgarkirinê yên ji derve hatibûn, hatin astengkirin. Kayataş ragihand ku di sê rojên destpêkê de hem alîkarî, hem jî destwerdana tîmên dilxwaz a li herêmê hatin astengkirin û wiha dewam kir: “Mixabin di vê mijarê de gelek mexdûriyet çêbûn û mirovan jiyana xwe ji dest dan. Bi hezaran mirov ji ber sermayê û xwînbûna nava xwe, jiyana xwe ji dest dan. Di roja 3’yemîn a erdhejê de em bi tîmeke ji 16 kesan ji Enqereyê çûn Semsûrê. Em tevlî karên navenda xwe ya koordînasyona krîzê ya li Semsûrê bûn. Beşek ji me tevlî karên lêgerîn û rizgarkirinê dibûn. Beşek jî ji bo belavkirina alîkariyê, bi taybetî alîkariya ji kon, betanî û pêwîstiyên bingehîn gelekî zû, rêxistinî û xurt dixebitî. Mixabin dema ku em li Semsûrê bûn, gelek ji alîkariyên ji derve hatin, hatin astengkirin.”

‘Em ê astengiyan ji ber xwe rakin û piştevaniyê mezin bikin’

Kayataş tayînkirina qeyûm li ser karê alîkariyê yê li Cemxaneya Hasankoca ya li Bazarcixê weke nîşaneya mejiyê desthilatdariyê pênase kir û got, “Nêzîkatiyeke welê heye ku îradeya gel, îradeya xwecihî, hêza rêxistinbûyî ya gel nas nake, bi mejiyê koletiyê nêzî gel dibe. Amûra zordariyê ya di destê xwe de bi kar tîne, dest datîne ser kedê û gel bi xwe bêqîmet dike. Hêza rêxistinbûyî ya gel bêbandor dike û hewl dide îradeya xwe bi zorê ferz bike. Li hemberî vê yekê amadekariyên me jî hebûn. Em bi biryar in ku çi dikin bila bikin, em ê rê nedin wan hewldanan ku dixwazin tora piştevaniyê ya ku me bi gel re ava kiriye asteng bikin. Birîn birîna me ye, êş êşa me ye. Bêguman ji bo pêçandina birînên gelê xwe çi ji destê me tê em ê bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar