Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...
Perşembe - 21 Kasım 2024

Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

Birîna ku bêhna sêvê jê tê!

Balafirên artêşa Iraqê ku 16’ê Adara 1988’an saet di 11:00 de li ser bajarê Helebceyê yê başûrê Kurdistanê difiriyan, yek ji sûcên herî giran ên dîroka mirovahiyê kirin. Wê rojê bi çekên kîmyewî herî kêm 5 hezar kurdên sivîl hatin kuştin û nêzî 10 hezar Helebceyî birîndar bûn.

“Di dema bomberdûmanê de bêhneke xweş dihat mirovan. Mîna bêhna sêvê, bêhna pirtiqal an jî sîrê. Piştî çend deqeyan êdî bêhn li mirovan diçikiya. Çend deqe şûnde mirov li şûna xwe mirin. Hinekan bi ken çavên xwe li jiyanê girtin, mirina hinekan jî demeke dirêj dewam kir; ewilî şewitîn an jî vereşeke kesk ji devê wan hat û mirin.”

Ev çend rist e, ji şahidên ji ber vê Enfalê felitîn hata roja îro mayîn e. Ji ber ku; jiyaneke bi êş, birçîbûn, tîbûn, kampên komkirinê, mangayên kuştinê, firotina li bazaran, qetilkirina bi gulereşandina komî, li ber yên mayî bûn. Lewma wê gora zêdeyî sed hezar mirovan nebûya, piştê wê di gorên komî de bihatina dîtin. Bi deh hezaran ji wan wê weke ‘winda’ bihatina tomarkirin. Aqûbeta wan wê nehatiba zanîn, li dû wan wê şîn jî nehatibûya girtin.

Qirkirin bi çekên kîmyewî pêk hatin

Enfal operasyoneke ji bejahî bigire heta êrîşên hewayî û bikaranîna çekên kîmyewî ya qirkirinê bû. Ev tevgera qirkirinê ku amadekariyên wê di sala 1986’an de destpê kir, di navbera salên 1987-1989’an de bi rêk û pêk hatin bicihanîn.

Qirkirin di navbera mehên sibat û îlonê yên di sala 1988’an de derket asta herî bilind û veguherî ‘operasyonên hovîtiyê.’ El Enfal Emeliyat tê wateya operasyon/tevgera ‘xenîmetê şer’ an jî ‘ji nû ve fetihkirinê.’ Fermandariya Giştî ya El Enfal Emeliyat, Buroya Bakur a Partiya Baas a li bajarê Kerkûkê bû. Ji bo serkêşiya vê buroyê jî di adara 1987’an de pismamê Sadam Huseyîn Elî Hasan El Mecîd (Ji aliyê kurdan ve weke Kîmyasal Elî yan jî Elî Enfal tê naskirin) di asta serokwezaretiyê de hat wezîfedarkirin. Elî Hesen El Mecîd bi erkên taybet li herêma kurdan hat wezîfedarkirin û ji bo vî karê xwe bimeşîne jî baskên 1 û 5’emîn ên artêşê, Midûriyeta Giştî ya Emniyetê, Îstîxbarata Leşkerî, qoriciyên kurd ku weke ‘cehş’ tên naskirin, tevî 200 hezar hêzên bejahî bi dehan balafir, bi hezaran bataryayên top, tank û çekên giran radestî wî hatin kirin.

Bi wezîfedarkirina El Mecîd re çerxên mekanîzmaya qirkirinê heta nîsana 1989’an geriyan. Rejîma Baasê di destpêkê de bi hejmareke diyar a leşkeran bi ranî bi pêş ve diçû (Operasyonên 1987’an). Piştî ku şerê Îran-Iraqê bi dawî bû (1988) hemû yekîneyên xwe yên leşkerî yên li eniyê, tevî teknîk, tank û balafirên xwe yên şer ber bi Kurdistanê ve şand û dest bi Enfalê kir.

Qedexe-sirgûn- qetilkirin

Beriya destpêkirina komkujiyên di çarçoveya fermanên El Mecîd de, ‘herêmên qedexe’ yên li herêma kurdan hatibûn ragihandin, hatin berfirehkirin. Mirovên li van deran dijiyan, bi serjimartina 17’ê cotmeha 1987’an re hemû hatin qeydkirin, hemû weke ajanên Îranê hatin îlankirin, neçarî koçberiyê hatin hiştin û yên koçber nekirin jî ji welatîbûnê hatin derxistin. Li herêmên qedexe karê çandinî û sewalkariyê li deverên kurdan hatin qedexekirin. Li cihên berxwedan jî hebûn ambargoya kirîn û firotina wan deran hatin qedexekirin.

Ev pêkanîn hemû hîmên destpêk bû û tedbîrên ji bo amadekariyên Enfalê bûn. Tevgera Enfalê weke tevgereke qirkirinê ya ji 8 operasyonan (Ji ber ku Enfal Sûreya 8. a Quranê ye balkêş e) hat plankirin û ji çend qonaxan pêk dihat. 4 meh piştî serjimartinê, tevgera Enfalê di 23’ê sibata 1988’an de destpê kir.

Cehş li pêşiya artêşê hatibûn bicih kirin

Pêngavên bingehîn ên leşkerî yên Enfalê ji aliyê yekîneyên baskên 1. û 5. ên artêşê ve dihatkin kirin. Di nava tevgera Enfalê de tevî Mûxafizên Komarê yên Bijarte yên artêşa Iraqê, Hêzên Taybet (Quwat al-Kahehs), Hêzên Komando (Maghawîr) û Hêzên Lezgîn (Quwat al-Taware) cih digirtin. Cehşên kurd jî ku weke hêza paramîlîter dihatin bikaranîn, di van operasyonên Enfalê de li pêşiya artêşê hatibûn bicihkirin. Ji cehşên kurd re karê şewitandina cih û waran, talankirina wan, revandina gundiyan hatibû dayîn.

Li gorî agahiyên ku efserekî berê yê leşkerî ji Middle East Watch (Navenda Çavdêriyê ya Rojhilata Navîn) re ragihand; Di civîneke li Kerkûkê de ku waliyên Hewlêr, Kerkûk, Duhok û Silêmaniye, fermandarên baskên 1 û 5’emîn ên artêşê, fermandarên yekîneyan û rayedarên payebilind ên Partiya Baasê lê amade bûn de Elî Hesen El Mecîd ve ferman dabû: “Li gundên li Deşta Hewlêrê divê maleke bi tenê ya nehatiye şewitandin nemîne.”

Li gorî vegotinên pêşmergeyên wê demê; El Mecîd di dema talana li hemberî kurdan de mîna serçeteyê DAIŞ’ê Ebûbekîr El Bexdadî fermana ‘xenîmeta şer’ dide. Şahidan dan xuyakirin ku dirûşmeya bingehîn a operasyonên Enfalê ‘serî yê me ye, mal ê we ye’ bû. Li gorî vegotinên şahidan, “Di dema Enfalê de jin jî di nav de kê ji kurdan çi bi dest bixista, ew ê yê wî bûya.”

Aqûbeta zarokên Enfalê

Leşkerên Iraqê yên bi vî mejî û psîkolojiyê tevgeriyan, mîna çeteyên DAÎŞ’ê bi hovane êrîşî gundên kurdan kirin. Hemû gundên xwe gihandin şewitandin, dest danîn ser malên wan û jinan. Li gorî vegotinan, jinên di wê demê de hatin revandin, mîna ku îro DAÎŞ dike li Kûweyt û welatên din ên ereb li bazaran hatin firotin. Zarokên Helebce, zarokên Enfalê jî mîna keçên winda yên Dêrsimê bûn xwedî heman aqûbetê.

Li Başûrê Kurdistanê êrîşên hovane hatin kirin û çekên kîmyewî hatin bikaranîn. Êrîşên weke Enfala Yekemîn tên binavkirin, di sibeha 23’ê sibatê de bi operasyona bejahî ya li hemberî qadên Sergelî û Bergelî (cihên ser bi Silêmaniyeyê ne) destpê kirin. Di 22’ê Adarê de jî li hemberî gundê Şanexşî çeka kîmyewî hat bikaranîn. Êrîşa sêyemîn a bi çeka kîmyewî di 16’ê Adarê de li Helebceyê hat kirin. Di 22’ê Adarê ve vê carê li hemberî gundê Seysenan ê Qeredaxê, di 23’ê Adarê de li hemberî Dokanê, di 24’ê Adarê de li hemberî gundê Caferan çekên kîmyewî hatin bikaranîn. Di 3’yê gulanê de li dijî gundê Ekser, di 7 û 20’ê nîsanê de li Germiyan, di 24’ê tebaxê de li Zêwa Şêxan a li ser sînorê bakurê Kurdistanê ye gazên bi jehr hatin bikaranîn. Li 6 herêmên başûrê Kurdistanê bi sedan caran bomberdûman hat kirin û di 8 operasyonên fethê de zêdeyî 200 hezar hêzên bejahî hatin bikaranîn. Artêşa Iraqê bi desteka tank, top, balafirên şer û çekên kîmyewî ji Germiyanê heta Silêmanî, ji Zaxo heta Behdînanê seranserê başûrê Kurdistanê da ber xwe, şewitand û xera kir.

Bi komî defin kirin

Ji bo bi temamî operasyonên Enfalê bi ser bikeve divê herêmê ji hêzên leşkerî yên kurd bên valakirin û dîsa gelê ji ber bomberdûman û çekên kîmyewî rizgar bûne bên komkirin. Di Enfalên Sêyemîn û Çaremîn de li Leylan, Şarbajer, Topzava û Taqtaqê kampên komkirinê hatin avakirin. Piştî ku mirov demekê li vir hatin sekinandin, bi qemyonan ber bi cihên nediyar ve hatin birin û careke din agahî ji wan nehat wergirtin. Yên bi şensê ji van deran rizgar bûn gotin, bi deh hezaran mirov ji aliyê mangayên înfazê ve hatine gulereşandin, bi awayekî komî hatine definkirin.

Buroya Bakur a Elî Hesen El Mecîd, ji bo operasyona dawî ya Enfalê ya li hemberî Behdînanê, tevî Tabûra Çekên Kîmyewî, yekîneyên Hêzên Hewayî yên Iraqê, Tabûrên Parastina Milî û cehşan, tumenên artêşê yên ji 12 hezar leşkerên temenê wan 14-16 salî ne, hatin wezîfedarkirin.

Gund hatin xêrankirin

Li hemberî sivîlan di 16’ê Nîsana 1987’an de êrîşa kîmyewî ya li geliyê Balîsanê bû xeleka dawî ya zincîrê. Piştre di dema tevgerên 1987’an de li herêmên Hewlêr, Germiyan, Silêmaniye û Behdînanê herî kêm 703 gundên kurdan bi dozerê hatin hilweşandin û tunekirin. Bi hezaran kurd hatin qetilkirin.

Di operasyonên Enfalê de li gorî hin çavkaniyan 100-150 hezar li gorî çavkaniyên kurdan jî herî kêm 182 hezar kurd hatin qetilkirin. Bi mîlyonan mirov birîndar bûn, ji cih û warên xwe bûn, li kampan ji tîna û birçîna terkî mirinê hatin kirin. Bi qasî 4 hezar gund bi erdê re bûn yek. Di pêvajoya Enfalê de hezar 800 dibistan, 300 nexweşxane, 3 hezar mizgeft û 27 dêr hatin xerakirin.

Bi taybet mêran kirin hedef

Dûre dest bi komkirina kurdên li gundên qadên bejahî dijîn kir. Jin, zarok, extiyar bi deh hezaran mirov li kampan bi cih kir. Piştre bi rêk û pêk ev mirovan birin cihên gorên komî, ew înfaz kirin û ser cesedan nixumandin. Piraniya mirovên li kampan hatin ragirtin jî, ji ber birçîbûn û şert û mercên giran jiyana xwe ji dest dan. Rejîma Baasê, her mêrên kurd ên dikarin rahêjin çekê bi taybetî hedef girt.

Bajarê Helebce û derdora wê ku li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê ye, bi gazên kîmyewî yên gaza hardal, gazên sinir sarîn, tabûn, VX, sînayur a hîdrojen a jehra xwînê (çekên tunekirina girseyê) hat bombekirin. Di bomberdûmanê de herî kêm 5 hezar mirov, piştre jî ji ber nexweşiyên wê bi hezaran kurd jiyana xwe ji dest dan. Bi hezaran mirov jî neçar man bi bandorên neyînî yên çekên kîmyewî bijîn. Mirovên bi saxî ji qirkirinê rizgar bûn, neçar man emrê xwe bi êş û nexweşiyên giran ên weke; penceşêr, nexweşiyên çerm û çavan, nefestengî, dîsa jiberçûna zarokên nehatî dinê bijîn. Tevî 34 sal li ser komkujî û enfalê re derbas bû hê jî nayê zanîn ka encamên enfal û Helebceyê çi bû ye.

Berpirsyarê asta yekemîn ê operasyonên Enfalê Elî Hesen El Mecîd, 5 meh piştî dagirkirina Iraqê ji aliyê DYA ve, di tebaxa 2003’an de hat girtin. Elî Hesen El Mecîd ku ji aliyê şîan ve weke ‘Qesab’, ji aliyê kurdan ve weke ‘Kîmyasal Elî’ tê binavkirin, li dadgeha darizandina Enfalê ya sala 2007’an de di dawiyê de ev gotin bilêv kiribû: “Min fermana xerakirina gundan da artêşê. Ez xwe naparêzim, lêborînê naxwazim. Min şaşîtiyek nekir”. El Mecîd ji ber êrîşa kîmyewî ya li Helebceyê, ji sûcê li dijî mirovahiyê sûcdar hat dîtin û cezayê bidarvekirinê lê hat birîn. Biryar ji aliyê serokkomarê wê demê Celal Talabanî ve hat erêkirin û di 25’ê çileya 2010’an de El Mecîd hat bidarvekirin. Tevî El Mecîd wezîrê parastinê yê wê demê Sûltan Haşim El Tayî û Alîkarê Serokê berê yê Fermandariya Operasyonên Artêşa Iraqê Huseyîn Raşîd Mûhammed jî bi cezayê darvekirinê hatin cezakirin. Li Berpirsyarê Rojhilat ê Îstîxbarata Leşkerî yê berê Ferhan Mûtlak Salih û serokê Îstîxbarata Leşkerî yê berê Sabir El Dûrî cezayê ragirtina heta dawiya emrê xwe hat birîn.

Di 1’ê adara 2010’an de Dadgeha Ceza ya Bilind a Iraqê komkujiya Helebceyê weke “qirkirin” nas kir. Piştî ku dewleta ev sûc kiriye qirkirin qebûl kir, welatên rojavayî mijar xistin rojeva xwe û ji van welatan Swêd û Norwêcê, piştre jî di 1’ê adara 2013’an de parlamentoya îngilîz ya kiryarên ku rejîma Baas di sala 1988’an de li kurdan kir, weke qirkirinê qebûl kirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar