Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Birina nexweşxaneyê jî kirine amûra êşkenceyê

Girtiyê nexweşê giran Fikret Erden 94 kîlometreyan bi destê kelemçekirî dibin nexweşxaneyê. Dayika wî Sidiqa Erden ev tişt anî ziman: “Ji Girtîgeha Kirikkaleyê tînin Enqereyê nexweşxaneyê. Destê wî venakin ku nanê xwe bixwe. Çawa birine nexweşxaneyê, wisa tînin girtîgehê."

Rejîma faşîst a AKP-MHP’ê mafên girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê bi awayekî kêfî binpê dikin û her roj zext û zordariya li ser girtiyan dijwartir dikin. Girtiyên ku di bin tecrîdeke giran de tên girtin, ji her mafekî xwe bêpar tên hiştin. Girtiyê nexweş ê bi navê Fikret Erden ê ku li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Kirikkaleyê tê ragirtin bi telefonê bi malbata xwe re axivî û ragihand ku ew rastî her cûreyê êrîşan tên. Dayika Erden, Sidika Erden bi lêv kir ku her tiştekî girtiyan tê desteserkirin û banga hestiyariyê kir.

Erden, anî ziman ku kurê wê yê nexweş bi dest kelemçekirî dibin nexweşxaneyê û wiha axivî: “Bila hemû dayik rabin ser piyan û xwedî li zarokên xwe derbikevin. Zarokên me hemûyan nexweş in. Zarokên me hemû kuştin, girtin. Dayikên leşkeran, dayikên polîsan bila rabin ser xwe dest bidin destê me û li dijî vê zilmê bisekinin. Êşa me dayikan yek e em êdî dibêjin bes e. Kurê me dikujin em dibêjin bes e, keça me dikujin em dibêjin bes e, hevjînê me dikujin em dibêjin bes e. Zarokên me diavêjin girtîgehan û her êrişekî dibin ser wan. Lê em dayikên kurd dîsa jî dibêjin bes e. Weke her dayikekî zarokekî min jî di girtîgehê de ye. Ji kurê min re 107 sal ceza dixwazin. Lê di girtîgehê de rastî tacîzan tên.

Bi destê kelemçekirî 94 kîlometreyan dibin nexweşxaneyê

Girtiyan aciz dikin, xwarinê nadin wan. Kurê min dibin nexweşxaneyê û ew dermanên ku bijîşk jê re dinivîse nadinê. Kurê min ji wan re dibêje, ‘hûn çima dermanên min nadin’ dibêjin, ‘tune ne’ destê wî bi kelemçekirî dibin nexweşxaneyê û bi kelemçekirî tînin girtîgehê. Kurê min bi xwe seqete hûn destê wî çima kelemçe dikin? Nexweş e û her ji her derê xwe ve seqet e. Di hevdîtina herî dawî ya bi telefonê ku me bi kurê min re kirî diyar kir ku dema ku wî dibin nexweşxaneyê bi kelemçekirî nan, bacan didinê. Ji wan re dibêje, ‘ez ê çi jê bikim?’ jê re dibêjin,’ tu dê bi xwe re bibî tu dê rê de birçî bibî’ Ji Girtîgeha Kirikkaleyê tînin Enqereyê nexweşxaneyê. (94 kîlometre) Destê wî venakin ku nanê xwe bixwe. Çawa birine nexweşxaneyê, wisa tînin girtîgehê. Di dawiyê de nanê ku danê jê digirin û jê re dibêjin, ‘te ev nan ji derve aniye’ û nan diavêjin çopê. Dewleteke faşîste. Piştî ku we nan da hûn çima wiha dikin.”

‘Zextên derûnî li ser zarokên me dimeşînin’

Erden, daxwaz kir ku herkes xwedî li girtiyan derbikeve û ev bang kir: “Serê zivistanê kincan dixwaze em kincan jê re dişînin sê mehan wan kincan nadinê. Zivistan ji xwe sê mehin heke ku hûn di nava sê mehan de nedinê ew ê piştre çi lê bikin. Em kincên havînê dişînin, zivistanê didinê. Van zextên derûnî li ser zarokên me dimeşînin. Kurê min û hevalekê xwe di heman odeyê de dimînin û ji rêveberiyê re dibêje,’ ji me re du nan bînin’ lê tenê nanekî didinê û ji wan re dibêjin, ‘ev tenê heye’ çi bixwazin nîv tînin. Banga me ji tevahiya cîhanê re heye ku zarokên me hemû di greva birçîbûnê de ne deng bidin wan. Rabin ser xwe xwedî li zarokên xwe derbikevin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar