Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Birindarên 5 Hezîranê: Çi dibe bila bibe em ê vîna xwe xwedî derkevin

Kesên ku di ku di Komkujiya 5’ê hezîranê de birîndar bûbûn, diyar kirin ku êrîş negihîştiye armanca xwe û çi bibe bila bibe wê li vîna xwe xwedî derkevin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo hilbijartina 7’ê hezîranê di 5’ê hezîrana 2015’an de bi beşdariya sed hezaran li Qada Stasyonê ya Amedê mitînga “Mirovahiya Mezin” li dar xist. DAIŞ’ê di mitîngê de bombe teqand û komkujî pêk anî. Rexmî ku 2 hezar û 360 polîs li qadê wezîfedar bûn jî DAIŞ’ê bombe xist qada mitîngê û komkujî pêk anî. Di komkujiyê de welatiyên bi navê Ramazan Yildiz, Necatî Kûrûl, Şêhmûz Kaçan, Cîvan Arslan û Alî Turkmen jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 400 kesî jî birîndar bûn.

Di ser komkujiyê re 7 sal derbas bûn û ji birindarên mîtingê Veysî Akbûlût, Rozerîn Soner, Remziye Yildiz û Fatma Yildiz ku keça wê Gulistan Yildiz di teqînê de birîndar bûbû derbarê salvegera komkujiyê de axivîn.

Welatî Veysî Akbûlût ku di komkujiyê de bi kurê xwe re birîndar xelas bû, diyar kir ku beriya mitingê ew û kurê xwe li mizgeftê bûne û piştî nimêjê derbasî qada mîtîngê bûne û wiha got: “Gava ku teqînê çêbû min bala xwe dayê ku ji lingê zorokên min xwîn tê. Du xarên bombeyê ketibûn gûzeka piyê kurê min. Bijijkan xar derxistin û platîn xistin lingê wî. Yê min jî 3 xarên bombeyê ketin gûzeka min. Niha wexta dimeşim zehmetî dikişînim.”

Akbûlût, bi lêv kir ku piştî teqînê 2 roj şun ve bi piyê xwe yê birîndar çûye dengê xwe bi kar aniye û ev tişt anî ziman: “Min ji xwe re got, ‘heke linge min jê jî bibe hewceye ku ez dengê xwe bidim. Rexmî hişyariyên bijîjkan jî min israr kir û li dengê xwe xwedî derketim. Em bimirin jî em ê dîsa li vîna xwe xwedî derkevin. Em kurd in xwe înkar nakin û dev ji kurdîtiyê xwe bernadin. Serê me jî jê bibe em natirsin û em ê dîsa di mîtîng û şahiyan de bin. Em kurd in ji me re tirs nabe. Bila kurd neyê xapandinê, neyê firotinê û li hev xwedî derkevin. AKP jî CHP jî û partiyên din jî wekhev in yek jî kurdan qebûl nake.  Her çar perçe jî divê neyên lîstikan û neyên xapandin.”

Rozerîn Sonmez jî da zanîn ku dema teqînê 18 salî bûye û wiha axivî: “Di teqîna ewil de tiştek bi min nehat lê di ya duduyan de ez ji sê aliyê linge xwe ve birîndar bûm. Ambulans gelek dereng hat, trafiqê rê girtî bû, hin meriv ji ber vê yekê jiyana xwe ji dest dan. Me xwe gihand nexweşxaneyê û her der têje birîndar bûn. Berê ji min re gotin tu yê nikaribî bimeşî lê niha bi solên ortopedîk dimeşim. Piştî teqînê roja 7’ê hezîrenê em bi malbatê re çûn dengê da. Dayika min ez girtim ser pişta xwe û wisa em çûn.”

Remziye Yildiz ku di teqînê de ji lingê xwe birîndar bû û hê jî di lingê wê de parçeyên şarapnelê hene jî ev tişt got: “Heft sal derbas bûye lê ew êrîş me ji partiya me dûrnexistin. Ez çûm Newrozê jî. Çi dikin bila bikin em ê ji partiyên xwe dûr neçin û netirsin.” Fatma Yildiz ku keça wê Gulistan di teqînê de birindar bûye jî bi lêv kir ku tu caran ji qadan dûrneketine û ev tişt anî ziman: “Em ji doza xwe venagerin, em ê her tim têbikoşin. Em natirsin çi dibe bile bibe em ê heqê xwe bigerin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar