Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cumartesi - 6 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Birîneke kewnegirtî; Geliyê Zîlan

90 sal berê li ser axa kurdan karesateke mezin rû da. Artêşa komkujêr a  profesyonel van ev kar dikirin, destê xwe di xwîna kurdan de şûşt, komkujiyek pêk anî. Di vê komkujiyê de bi hezaran kurd hatin kuştin û hêrema komkujiyê wêran hat hiştin. Nav û cihê wê komkujiyê Geliyê Zîlan bû.

Geliyê Zîlan di dorhêla serhildana Agiriyê de herêmeke serhildêr bû. Gelê kurd bêbextiya dewleta tirk nepejirand, bi pêşengiya Xoybûnê serî rakir. Geliyê Zîlan herêmeke asê bû. Serî li hember rûsan rakiribû, bi wan re şerekî giran kiribû. Gava Agiriyê serî rakir, mil da birayê xwe yên serhildêr, qet paşde gav neavêt. Roja biryara xîretê hat ku pêk bînin bê dudilî bi cih anî. Bi ser qereqolande girtin tev leşker dîl girtin û birin warên ewle. Muameleyeke dermirovî lê nekirin û weke mêvanên xwe lê xwedî derketin.

Dewletê ev yek ji xwe re kir hincet, di asta herî bilind de biryara komkujiyê da. Pêkanîna vê biryarê da bin fermana albay Dewrêş. Dewrêş kujêrekî erjeng bû. Wî bi liyaqa vê kujeriyê komkujî pêk anî.

Di komkujiya ermeniyan a di sala 1915’an de dewleta osmanî, ji bo komkujiyê bê zehmet pêk bîne ev derew da pêş; li filan gundî li hev kom bin, walî yan jî qeymeqam wê bê bi were biaxive, gilî û gazinên we guhdar bike. Piştre devê lûleyên çekên giran rast kirin ser ermeniyan. Dewleta komarê heman tecrebe li ser kurdan pêk anî. Bi hinceta serjimar wê bê kirin li gundê navendî û qelebalix gelek gund berhev kirin û heman kiryar li serê kurdan anîn. Em kesên ji komkujiyê rizgar bûne hîn dibin ku gelek hincetên din rapêş kirine û Geliyê Zîlan bi xwînê gevizandine. Jinên ducanî, bûk û zavayên dewata wan dikin, zarokên biçûk û dergûş di devê hençera dewleta tirk de bêhna dawiyê dane.

Dîmenek heye weke ku min bi çavên xwe zindî dîtiye, çend sal berê min der barê wê de gotarek di malpera tirkî de nivîsibû, ji wê şûnde jî çend sal in hê ji ber çavên min naçe. Leşkerekî beşdarî qetlîyamê bûye, belkî sî, belkî çil sal şûnde ji rojnameyekê re wiha dinivîse: “Me çend caran sungû li cesedan re kir ku yên nemirine bila derbe bigirin û bên kuştin. Em çûn me li kêlekê cigare dikişand, li cesedan temaşe dikir. Min nihêrî zarokekî çar salî ji nav cesedan derket, memikên jinan dimêt, tiştek jê negirt, jin mirî bûn, ber jêr bû. Nişkê ve ber bi me hat, bi devê ken dikeniya. Albay Dewrêş leşker re got, vî bikujin. Ji kesekî liv û lebat nedît. Cara dudan dîsa kes derneket. Cara sisiyan got, kî vî bîjî bikuje ez ê çil û pên roj destûra malê bidimê. Leşkerekî devê tivingê zivirande dergûşê, çawa gule berda dergûş bê can kete erdê.”

Hûn jî di xeyalê xwe de vî dîmenî bînin pêş çavên xwe. Li wir bê hesab cesed, ji nav re hespelqeder dergûşeke filitî û biryara Dewrêş. Ne ax, ne of, ne liberxweketin, ne qehr tiştek vê keserê nikare îfade bike. Kurtewate ya birîna Geliyê Zîlan ev e. Panzdeh sal ji berî vê bûyerê heman keser ermeniyan kişandibû. Navê vê karesatê jî danîbûne Kesername. Zimanê êş û janê eynî ye. Ji ber ku eynî birînê dikole.

Li ser komkujiya Geliyê Zîlan re 90 sal derbas bûn. Kurd bûne xwedî îrade, hêz û rêxistin. Dostên wan çêbûn, dinya û Rojhilata Navîn ji bo pirsa kurdan guherandin. Gelek destkeftî bi dest xistin. Lê dijminê kurdan hê heman ferasete diparêzin û pêk tînin. Duh Dêrsim, Helepçe, Enfal; îro Cizîr, Nisêbîn, Sûr, Şirnex, Efrîn, Serêkanî, Girê Spî. Hemû jî feraseta talan, wêran û tunekirina kurdan ji bo roja îro îfade dikin. Di rehên nijadperestan de jehra dijminatiya kurdan diherike. Ew qas sal şûnde tu tişt neguheriye.

Jehrkuja Zîlan, Dêrsim, Helepçe û yên din yekbûn û birêxistinbûna kurdan e. Kurd îro di çeperên şer, siyaset û dîplomasiyê de vê projeya, di serî dewleta tirk û hemû dewletên dagirker têk dibin. Ev encama rêxistibûnê ye. Lê milekî  yekbûna kurdan seqet e. Yên ku ji Helepçeyê ders dernexistine, bi kujerên Geliyê Zîlan, Dêrsim  û Efrînê re mil bi mil in.

Vegerin li dîrokê binêrin heman tiştê Keskoyî, Bekirî, Qotiyan; Îsa Beg, Şêx Edulqadiran li serê Îhsan Nûrî Paşa, Broyê Hesikê Têlî û Xoybûnê dikir, îro ew li serê tevgera azadî dikin. Birîneke kurdan jî ev e. Em vê birînê jî weke birînên din ji bîr nakin.

Zîlan weke Dêrsim û Helepçeyê birîneke kûr e. Birînên kewnegirtî û hê vekirî ne. Kurd van komkujiyên mezin ji bîr nakin. Ev komkujî belgeyên dîrokî yên rûyê wan bi îbret derdixine holê ku kurd ji paşxaneyeke çawa ya dîrokî tên, ên ku hê îro jî kurdan qir dikin û tune dihesibînin, xwe spartine paşxaneyeke çawa ya dîrokî

Bi rastî Geliyê Zîlan, Dêrsim û Helepçe ew komkujî ne ku mirovahî li wan deran qediyaye û serwêriya xwe winda kiriye. Nelet li kiryarên komkujiyan be. Ez bi deh hezaran mirovên hatine qetilkirin bi bîr tînim.

Nûçeyên Têkildar