Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Biryar zelal e; berxwedan û parastina destkeftiyan

MXDŞ'ê bi wesîleya 3'emîn salvegera vekişîna gerîlayan ji Şengalê daxuyaniyek da û bal kişand ser gefên li dijî destkeftiyên Şengalê. Meclisê diyar kir ku sekn û biryardariya wan berxwedan û parastina destkeftiyan e

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) bi wesîleya salvegera 3’yemîn a vekişîna gerîlayên HPG û YJA Starê ji Şengalê daxuyaniyek weşand.

Di destpêka daxuyaniyê de, di şexsê fermandarên HPG’ê yên şehîd Egîd Civyan û Dilşêr Herekol de tevahiya şehîdên bi azadkirina axa Şengalê canê xwe dane bi rêzdarî hatin bîranîn.

Di daxuyaniyê de fermana 3’ê Tebaxa 2014’an hate bibîrxistin û wiha hat gotin: “Hêzên leşkerî yên Iraqê û PDK’ê pişta xwe dan Şengalê, gelê me di nava qirkirinê de hiştin, jin, zarok û civaka me di nava germa havînê de li çiyayê Şengalê di nava dorpêça çeteyan de hiştin. Gerîlayên HPG û YJA Starê xwe gihandina hawara êzidiyan û rê li ber qirkirineke mezin girtin. Bi saya şervan û gerîlayan, ew çeteyên DAIŞ’ê û hevkarên wan negihîştin armanca xwe ya ji bo tunekirina êzidiyan.”

Meclisê ragihand ku piştî rizgarkirina herêmê xelkê êzidî ji aliyê leşkerî, rêveberiyê ve xwe bi rêxistin kirin, bi rê ve birin û destnîşan kir ku hêzên gerîla di bin çavdêriya Iraqê de û li ber çavên ragihandin û raya giştî 1’ê Nîsana 2018’an xwe ji Şengalê vekişandine.

Meclisê destnîşan kir ku di vir de diyar bû ku HPG ne ji bo desthilatdariyê, lê belê ji bo xilaskirina civaka êzidî ji qirkirinê hatibûn Şengalê.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku civaka êzidî niha bûye xwedî hêz û dikare parastina tevahiya Şengalê bike û bi fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bûye xwedî îrade, pêşî li her cûre êrîş û fermanan digire.

Meclisê diyar kir ku ev rêxistinî û îradebûyîna civaka êzidî di serî de dewleta tirk bi zora hemû neyaran ve diçe û ev tişt anî ziman: “PDK dixwaze êzidiyan ji hev dûr bixîne û careke din Şengalê bixe destê xwe. Vê planê jî bi rêya Iraqê dike. Dewleta tirk jî berê Kazimî dide Şengalê. Bi fermana ku 9’ê Cotmehê amade kirin, dixwazin fermana ku bi saya xwedîderketina gerîla neçûbû serî, bibin serî. 1’ê Nîsanê ji bo me rojek pir bi wate ye. Lewma Iraq ji bo tasfiyekirina Rêveberiya Xweser û hêzên wê heta 1’ê Nîsanê mohlet daye me. Diyarkirina vê rojê ji bo tasfiyekirina rêxistiniya êzidiyan e ku li ser daxwaza dewleta tirk bûye.”

Her wiha daxuyaniya meclisê wiha bi dawî bû: “Em weke civaka êzidî; biyara me zelal e. Ji bilî berxwedan û parastina destketî û gelê xwe, em rêyeke din qebûl nakin.” ŞENGAL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar