Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Biryara AYM’ê cotstandartiye’

"Ne ji ber ku em sûcdar in, ji ber ku em kurd in Dadgeh wiha nêzîk dibe û biryar dide. Heta niha me bedel dan û em hatin. Ji niha û şûnde jî em ê hêzên xweyên cewherî têkoşîna xwe berdewam bikin"

Navenda Nûçeyan

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, biryara AYM’ê ya derbarê parlamenterê CHP’ê Enis Berberoglu de wekî “cotstandart” pênase kir û got: “Ne ji ber ku em sûcdar in, ji ber ku em kurd in Dadgeh wiha nêzîk dibe û biryar dide. Heta niha me bedel dan û em hatin. Ji niha û şûnde jî em ê hêzên xweyên cewherî têkoşîna xwe berdewam bikin.

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven dema Parlamentera HDP’ê ya Colemergê bû, ji ber cezayê wê hatibû erêkirin Meclîsê wekîltiya wê xistibû. Dîsa dadgehê wekiltiya parlamenterê CHP’ê Enis Berberoglu jî xistibûn. Dadgeha Destûra Bingehîn  (AYM), der barê parlamenterê CHP’ê Enis Berberoglu de jî têkildarî biryara “îhlal” ê daxuyaniyek nivîskî da. Têkildarî helwesta AYM’ê ya ji bo Berberoglu, ji Girtîgeha Jinan a Xarpêtê nameyek şand û helwesta xwe nîşan da. Guven, anî ziman ku ji roja Komara Tirkiyeyê hatiye avakirin heta niha bi feraseta “darbeyê” nêzîkî gelê kurd dibe û wiha got: “Her çend îqtidar bê guhertin jî nêzîkatiya li dijî gelê kurd nayê guhertin. ” Guven, da zanîn ku bi biryar û nêzîkatiyên li dijî wan peyama “Dest ji siyaseta demokratîk berdin” didin û wiha berdewam kir: “Li şûna ku em bejna xwe li hemberî hin kesên din bitewînin û bibin kurt û partiyen sertewandî, em girtinê hildibijêrin û bi girtina xwe serbilind in.

Guven, serkeftin ji Enîs Berberoglu re xwest û wiha got: “Ez nabêjim çima AYM cotstandardiyê dike. Ji ber ku tu carî zagonan wek hev li me nenerî. Me di 4’ê Hezîranê de daxuyanî da çapemeniyê û me got Enis Berberoglu bi agirê me re şewitî. Min gotibû dê di demek nêzîk de bê telefonîkirin û Enis Berberoglu dîsa li karê xwe vegere. Ez dikarim bi çend mînakan şênber bikim. Dema darizandinên Ergenekon, Balyoz û hwd de, em jî ji doza KCK’e ya Amedê dihatin darizandin. Bi hezaran Kurdên di navde şaredar, parêzer, rojnameger û siyasethedar, jin û ciwan jî hebûn, em hatin girtin. Di encama guhertinan de em hatin berdan. Ji bo yên Ergenekon û Balyozê gotin “Biborînê, kesên FETO yên di nava me de wisa kirin”. Lê 11 sal şûnde ceza li me birîn. Di rastiyê de ne ji ber ku em sucdar in ceza li me hatiye birîn. Ji ber em kurd in ceza li me hatiye birîn. Îqtîdara AKP’ê di 19 salên xwe yên îqtîdarê de her cureyên zilmê li gelê kurd kiriye. CHP jî li dijî vê bê edaletiyê bi gotinên “Em bi fikar in, bi xem in, em xemgîn in’ xwe bi sînor dike. CHP bi vî rengî karê AKP’ê hêsan dike û bêdeng dibe.

Lê dê rojekê dîrok di serî de hesabê Roboskî û hemû neheqiyê li gelê kurd hatiye kirin bipirse. Dema hesap bipirse jî dê bêje wê demê kî partiya muxalif a sereke bû. Em wekî gelê kurd ne mahkûmê polîtîkayên faşîst ên AKP-MHP’ê, ne yên CHP ê û ne jî mahkûmê yên din in. Me çawa di demên borî de bedelên giran dan û em serbilind in, ji niha û şûnde jî em ê bi hêza xwe ya cewherî têbikoşin û rêya xwe berdewam bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar