Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Biryara bêçalakîtiyê ya KCK’ê rûyê rast ê dewleta tirk derxist holê’

Nûnertiya HDP'ê ya Hewlêrê Nahîde Ermîş û Rêveberê KNK'ê Mecîd Hiso bal kişandin ser biryara bêçalakîtiyê ya KCK’ê û gotin: “Bi hezar salan jî şer berdewam bike, teqez dê rojekê li ser maseyekê bên cem hev û pirsgirêkan bi diyalogê çareser bikin.”   

Di 6’ê Sibatê de li navçeya Bazarcix ya Mereşê bi pileyên 7.7 û 7.6 du erdhêj çêbûbûn. Her du erdhejan bandor li 11 bajaran kiribûn. Di vê pêvajoyê de pêdiviyên gel ên bingehîn hatibûn paşguhkirin. Herêmên erdhêje ku bi piştgiriya gel xwe li ser pêyan girtin, heta niha jî rastî heman zor û zehmetiyan tên. Lê desthilata AKP-MHP’ê di pêvajoyeke wiha de polîtîkayên xwe yên şer bênavber berdewam kirin. Berovajî vê KCK’ê jî ragihandibû ku wan ji ber erdhejê çalakiyên xwe yên leşkerî daye sekinandin û paşê vê biryara xwe ya hilbijartinên 14’ê Gulanê taloq kir. Tevî vê yekê jî dewleta tirk a dagirker êrîşên xwe didomîne.

Li gorî daxûyaniya KCK’ê, di navebra 31’ê adarê û 1’ê nîsanê de dewleta tirk a dagirker 37 caran bi obûs, tank û çekên giran êrîşî derdora gundê Şeşmalê yê li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê û qadên Çemço û Sîdayê kiriye. Êrîşên dewleta tirk faşîst yê li ser qadên parastinê hê jî didomin.

Ji Nûnertiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Hewlêrê Nahîde Ermîş û Rêveberê Kongreya Neteweyî a Kurdistan (KNK) Mecîd Heso der barê biryara KCK’ê û êrîşên li ser herêmê de ji Ajans Mezopotamyayê (MA) re axivîn.

‘Erdogan şer ji bo xwe hêsantir dibîne’

Rêveberê KNK’ê Mecîd Hiso anî ziman ku biryara KCK’ê biryareke pîroz e û got ku êdî tu çareya desthilata AKP’ê nemaye û ji ber vê êrîşên xwe zêde dike û wiha axivî: “Ev biryar tê wateya vê yekê ku şerê ku niha bizava rizgarî xwezaya Kurdistanê li dijî dagirkeriyê dide meşandin, şerê mafstendin û jiyaneke birûmet a bi hev re ye. Tê wê wateyê ku dewleta tirk a qirker ev şer bi kurdan daye kirin û kurdan ji neçarî şerê çekdarî daye ber xwe. Keç û xortên kurdan ji neçarî çek hilgirtine. PKK’ê pir caran bi yekalî şer daye sekinandin û rê li ber diyalogê vekiriye. Rast e, ji ber ku dewlet naxwaze ku gelên Tirkiyeyê di nava aramiyê de here ser sindoqan û dengê xwe bêtirs û azad bi kar bîne.”

Hiso bal kişand ser hilbijartinên 14’ê Gulanê yên li Tirkiyeyê û anî ziman ku hevpeymaniyên li Tirkiyeyê hatine çêkirin Erdogan xistine quncikeke teng û got ku lê guherîn tenê bi rêyên demokratik û li ser sindoqan pêk tê. Hiso wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi hezar salan jî şer berdewam bike, teqez dê rojekê ew ê li ser maseyekê bên cem hev û pirsgirêkan bi diyalogê çareser bikin. Ji bo ku ev yek bi pêk bê, rê li guherînan vebe vê carê aliyê şerxwaz ehmeqiyan neke û guh bide dengê aqilmend û aştîxwazan. Li gorî dîtina min, şer vê carê ji carên berê dijwartir e. Ji ber ku hema bêje temamî partîyên oposizyonê li dijî AKP’ê di çeperekê de ne. 6 partiyan bi fermî hevpeymaniyek ava kiriye û serokomarê xwe destnîşan kirine. Partîyên kurdan jî bi heman şêweyî pevpeymanîyek ji xwe re ava kirine û piştgiriyê didin Kemal Kiliçdaroglû. Van her du hevpeymaniyan AKP xistiye quncikeke teng û dixwazin vê carê bi temamî Erdogan û rejîma wî biçe.”

Hiso bilêv kir ku Erdogan naxwaze aramî hebe çêbibe û got: “Diyar e ku ji wan re şer û pevçûn hêsantir e. Bila em jibîr nekin Erdogan vê hilbijartinê weke şerê hebûn û tunebûnê ji xwe re hesab dike. Di hilbijartinên beriya niha de ji bo kurd zêde dengan negirin rejîmê serî her lîstikeke qirêj da, ew ê vê carê jî rê nedin ku kurd bi aramî dengê xwe bidin û ji bilî dewamkirina şer, ew ê serî li gelek rêbazên qirêj bide û pir fen û fêlan bike.”

‘Pêwîste hêzên kurd di bin sîwaneke neteweyî de kom bibin’

Hiso di berdewamiya axaftina xwe de got ku di vê pêvajoyê de divê her hêzeke demokrat di çeperên aştiyê de cihê xwe bigire û ev tişt got: “Pêwîst e hêzên herêmê di nava hevkariyeke xurt de bin û hêzên xwe li jêr sîwaneke neteweyî kom bikin. Partiyên herêmê bi vî awayî hevpeymaniyek siyasî, diplomasî, civakî û aborî li dijî dagirkariyê ava bikin. Lawazbûna rejîma hov, divê me bihêz bike. Hin partiyên kurd hene ku ji berjewendiyên gel û welat bêtir li berjewendiyên xwe difikirin û astengiyan li pêşiya bizava rizgarîxwaziyê çêdikin. Di dîrokê de jî ev nimûne mixabin gelek in, îro jî hene, wê sibe jî hebin.  Lê ya girîng ew e ku saziyên civaka sivîl, rewşenbîr bên cem hev û eniyekê li dijî hevkariya bi neyaran re ava bikin.”

Hiso bal kişand ser biryara KCK’ê ya bêçalakîtiyê jî û got ku agirbesta dualî wê aştiyeke mayinde bi xwe re bîne û bi vê re jî dê lihevhatineke civakî ya xurt ava bibe. Hiso wiha axivî: “Ev biryar dê civaka tendurist, wê insanên jîr û zana bide pêş, mirovên jîr jî wê ji sazumaniya dewletê re damûdezgehên mimkun ava bikin. Piştî ev sazûmanî ji temamî pekhateyên civakê hatin bi rêvebirin wê dewlet-netew lawaz bibe û her kes weke beşeke ji avakirina welatî xwe bibîne û erk û wezîfeyên xwe bi cih bîne. Helbet ev şêwe dê li dijî pergala totalîter roleke bi bandor hebe. Ji ber vê yekê ye ku Erdogan û dardestên wî ji gotinên weke aştî, azadî, wekhevî, pir alî, pir rengî û pir çandeyê ditirsin. Piştrast im ew ê di demek nêz de weke diktatorên beriya xwe serê xwe li ser deynin. Ji bo rawestandina êrîşên dewleta tirk a dijminê kurd pêwîst e hevpeymanîyên siyasî ji partiyan bên avakirin û rê li ber saziyên civaka sivîl bên vekirin. Ji bo geleke ku hemû mafê wî ji destê wî hatine standin, ji bilî rêya şerê çekdarî hemû rêyên din lê hatine xetimandin.”

‘Gelê kurd dê hesabê îxanetê ji PDK’ê bipirse’ 

Hiso bal kişand ser hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re jî û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Herêma Kurdistana Federe beşeke ji serweriya dewleta Iraqê û li gorî yasayên navneteweyî hikûmeta Iraqê li dijî dagirkirina serweriya xwe di qada nevneteweyî de dikare xebatên diplomatik ên bi bandor bike. Mixabin berjewendiyên şexsî û malbatî yên li başûrê Kurdistanê bandoreke neyînî li van deskeftiyan dike. Ango rê li avakirin tevgerek bi vî awayî digire. Mixabin xîtaba fermî ya PDK’ê, şerê dewleta tirk a qirker û tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê weke şerê PKK li dijî dewleta tirk a dagirker dibîne. PDK her çi qas xwe weke partiyeke ku xebatê bona bidestxistina mafên kurdan nîşan dide, mixabin li ser astê çar parçeyan berovajî gotinên xwe kiryaran dike. Gel naxwaze Partiyek Kurdistanê ku 50 sal e, xwe bi dayika temamî partiyên Kurdistanê dizane û xwedî karwanek şehîdan li kêleka dijminan cih bigire, bibîne. Ger PDK bi dagîrkeran hevkariyên xwe berdewam bike dê gel jê re qebûl neke û di demek nêz de dê hesabê jê bixwaze. PDK pêngava bêçalakiyan ji nedîtî ve tê ku bûyerek rû bide jî wê bikin stuyê PKK’ê. Ev tişta ku PDK dike bi kîjan wijdanê welatparêziyê ye, bi kîjan pîvanê kurdayetiyê ye?”

‘Biryara bêçalakîtiyê ya KCK’ê xwedî girîngiyeke dîrokî ye’

Ji nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê Nahîde Ermîşê jî bi lêv kir ku biryara KCK’ê ji Tirkiyeyê re firsendeke mezin bû û got: “Bi rastî ev biryara KCK’ê biryareke dîrokî ye. Dîrokîbûna wê ji ber erdheja mezin a li Tirkiyeyê û ji ber wê yekê ye ku dikeve pêvajoyeke hilbijartinê ya ku wê sedsala Tirkiyeyê diyar bike. Di erdhejê de bi sed hezaran mirov mirin. Bi milyonan kes jî ji warê xwe koçber bûn. Biryara bêçalakîtiyê weke pêwîstiyek e berpirsyariya li hemberî civakê pêş ket. Berfirehkirina wê jî bi pêşketina Tirkiyeyê ya ku ber bi hilbijartinan ve diçe, di sedsala nû de bi komara demokratîk ve girêdayiye. Tirkiye ji bo demokratîkbûna komarê bi taybetî jî pirsgirêka kurd ber bi hilbijartineke dîrokî ve diçe. Di vê çarçoveyê de biryara bêçalakîtiyê ya KCK’ê jî xwedî girîngiyeke dîrokî ye.”

‘Dewleta tirk ev sed sale xwe li ser qirkirina kurdan ava kiriye’

Ermîş destnîşan kir ku biryara navborî ji bo hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê firsendeke mezin diafirîne ku di vê hilbijartinê bi ser bikevin. Ermîş wiha domand: “Helbet KCK bi vê biryarê careke din bi awayekî zelal nîşan da ku li Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn alîgirê demokrasiyeke rasteqîn e. Weke ku tê zanîn beriya niha hin aliyên qada navneteweyî daxwazên bi vî rengî ji KCK’ê re kiribûn. Rayedarên KCK’ê di demên cûda de ev yek bi raya giştî re parve kirin. Ev biryara bêçalakîtiyê jî bersiveke van daxwazan bû. Helbet em ê bibînin ka ew samîmî ne yan na. Bi kurtasî, ev pêvajo ji bo her kesî pêvajoyek e, ceribandinek e. Ev bi rastî jî bi zîhniyet û paradîgmaya dewleta tirk a qirker ya 100 salî ve girêdayiye. Lê herî zêde polîtîkaya qirkirina kurdan a desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ye. Ji ber ku vê dîktatoriyê hebûna xwe li ser qirkirina kurdan ava kiriye. Bi taybetî di van 10 salên dawî de ev polîtîka li tevahiya Tirkiyeyê meşandin. Ne polîtîkayeke wan a çareserkirina pirsgirêka kurd heye, ne jî xwedî hişmendiyeke wisa ne. Tenê di van 5-6 salên dawî de ji şer pêvtir tişteke din nekirin. Li dijî tevgera kurd her cure çekên kîmyewî bi kar anîn, her cûre siyaseta hundir û derve ya Tirkiyeyê li ser qirkirina kurdan hat pêşxistin. Ji ber vê yekê em bi hikûmeteke sûcdar re rû bi rû ne. Li Kurdistan û Rojhilata Navîn bi hezaran sûcên li dijî mirovahiyê pêk anîne, ji çeteyên DAIŞ/Nusrayê dixwazin her cûre polîtîkayên qirêj li herêmê serdest bikin. Ji ber wê jî li dijî vê desthilata ku ji şer pêvtir tişteke din naxwaze, biryara KCK’ê dîrokî bû.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar