Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Biryara berxwedanê û banga xwedîderketina Şengalê

MXDŞ’ê li gel nûnerên hêzên parastina Êzîdxanê û nûnerên saziyên civaka sivîl, PADÊ, TAJÊ, rûspî û oldaran civiya û bi daxuyaniya çapemeniyê helwesta xwe ya derbarê ferzkirinên hikûmeta Iraqê de aşkera kir. MXDŞ’ê li hemberî hemû tehdît û ferzkirinên hikûmeta Kazimî biryara berxwedanê

Nûnerên YBŞ-YJŞ’ê, Asayîşa Êzîdxanê, PADÊ, TAJÊ, nûnerên rêxistinên civakî bi pêşengiya Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê li ser tehdîtên hikûmeta Iraqê ya li ser daxwaza PDK  û Tirkiyeyê dike, civiyabûn. Piştî civînê bi amadebûna hemû beşdarên civînê li çiyayê Şengalê daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn. Di daxuyaniyê de helwest û biryara dawî ya MXDŞ’ê hate aşkerakirin.

Bi navê MXDŞ’ê û hemû pêkhateyan Hevseroka Desteya Rêveber a MXDŞ’ê Rîham Hiço daxuyaniyê xwend. Di destpêka daxuyaniyê de hat diyarkirin ku tevî hemû hewldanên çareserîyê ya rêveberiya xweser jî hikûmeta Iraqê û PDK li ser pêkanîna peymana Bexda-Hewlêrê israr dikin û ev tişt hat gotin: “Em weke Meclisa Xweser a Şengalê îro bi rojeveke taybet civiyan. Civîna me li ser gefên hikûmeta Federal a Mistefa Kazimî bû. Me di civînê de nirxandinên berfireh kir û helwest girt.”

Di daxuyaniyê de careke din berpirsên fermana 2014’an hate bibîrxistin û ev tişt hat gotin: “Civaka êzidî bi hezaran sal in li ser vê axê bi ziman, ol û çanda xwe, bi pêkhate û baweriyên cûda re dijî. Di dêrokê de tu carî êzidî zilm li gel û baweriyan cûda nekiriye. Tim bi dostanî û biratî nêz bûye. Lê tevî vê yekê jî mixabin, gelek caran em di fermanê re derbas bûn, bi destê împaretor û siltanetan hatin qetilkirin. Weke tê zanîn 3’yê Tebaxa 2014’an hêzên ewlekariya Iraqê Şengalê di destê DAIŞ’ê de hişt. Hem hêzên PDK’ê hem jî yên Iraqê ji Şengalê reviyan. Ji ber vê di pêkhatina fermanê de ew her du hêz berpirsiyarin.

PKK û YPG bi hawara me ve hatin

Dema ev sûcê dîrokî hat kirin, gerîlayên HPG’ê û şervanên YPG’ê bi hawara me ve hatin. Bi hatina wan hêzan êzidî rizgar bûn, li dijî DAIŞ’ê dest bi têkoşînê kirin. Em tev li pêngava têkbirina DAIŞ’ê bûn. Rêveberiya Xweser a Şengalê 390 şehîd di vê oxirê da û 1060 birîndar û gaziyên me çêbûn. Dema ferman çêbû, bi hezaran êzidî koç kirin, bi hezaran jin, zarok û kal hatin revandin. Hîn jî aqûbeta gelek ji wan nayê zanîn.”

‘Me dersên mezin ji fermanê derxist’

Rîham Hiço ku daxuyaniyê de diyar kir ku civaka êzidî dersên mezin ji fermana 73’an derxistiye û wiha pêde çû: “Me ji fermana 73’an dersên mezin derxist. Aşkera ye ku bêyî hêzên parastina êzidiyan, hêzên Iraqê wê nekarin Şengalê biparêzin. Em nikarin weke civaka êzidî êdî di mijara ewlekariyê de bawerî bi wan hêzan bînin. Ol, ziman û çanda me xwediyê taybetmendiyên xweser e. Di destûra Iraqê de derbas dibe ku Şengal dikare xwe birêve bibe. Dîsa dikare hêzên xwe yên parastinê hebe.”

‘Kazimî guh nade êzidiyan, guh dide Tirkiye û PDK’ê’

Di daxuyaniyê de careke din hewldanên çareseriyê yên Rêveberiya Xweser a Şengalê hate bibîrxistin û rexneyên wekî; “Gelek caran me projeya çareseriyê pêşkêş kir, li şûna ku Kazimî guh bide daxwazên êzidiyan, bi Tirkiye û PDK’ê re li dijî Şengalê li hev kir û peyman mohr kir. Em peymana 9’ê Cotmehê weke komployek dijî êzidiyan dibinin û red dikin. Ev peyman ji bo tasfiyekirina êzidiyan e. Ew tasfiyeya ku DAIŞ nîvco hiştbû, peymana Bexda-Hewlêr dixwaze temam bike.”

‘Çareserî naskirina statûya Şengal e’

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî sozên ku daye êzidiyan bi cih neaniye û wiha hat domandin: “Ev nêzî 6 meh in gelê me hemû rê û rêbazên demokratîk pêkanî ji bo nerazîbûna xwe ya dijî vê tifaqê îfade bikin. Em gelek caran bi nûnerên Iraqê re civiyan, ji bo alozî û şer rû nede. Me ji aliyê xwe ve gelek hewl da û her çareserker nêzbûn. Hikûmeta Kazimî jî her carê soz da, lê daxwazên gelê me bi cih neanî û her carê xwestin êzidî bêparastin bihêlin. Herî dawî 15’ê Adarê hevdîtinek di navera Rêveberiya Xweser û şandeya ji aliyê hikûmeta Kazimî ve hatibû şandin de çêbû. Di vê hevdîtinê de me hemû daxwaziyên xwe bi awayeke aşkera ragihand. Li gorî me pirsgirêka Şengalê ne ewlekarî ye, ji serî heya dawî siyasî ye. Çareseriya wê jî dê bi naskirina statûya xweseriyê çareser bibe. Dema statû zelal bibe, wê pirsgirêkên din jî çareser bibin. Şande wê deme daxwazên me guhdar kir û diyar kir ew ê li ser van daxwazên me bixebitin. Lê wê demê du tişt ji Rêveberiya Xweser xwestin; a yekemîn derketina hêzên Asayîşa Êzîdxanê ji Şengalê û hatina artêşa Iraqê ji bo çiyayê Şengalê bû. Ji bo pêkanîna wê jî heya 1’ê Nîsanê dem dabûn. Diyarkirina dîrok ji bo me manîdar e. Ev dîrok rastê pavekişandina gerîlayên HPG’ê ji çiyayê Şengalê tê.”

‘Rêveberiya me daxwazên Iraqê di cih de nabîne’

Di daxuyaniya MDXŞ’ê de ev daxwazên Iraqê tê redkirin û ev tê gotin: “Rêveberiya me ev daxwazên Iraqê di cih de nabîne û qebûl nake. Baweriya gelê me bi hêzên me yên asayîşê û YBŞ’ê heye. Hîn jî bandora fermanê li ser civaka me heye. Dema PDK û hêzên Iraqê gelê me bi DAIŞ’ê re rû bi rû hiştin, asayîş û YBŞ civaka me parastin. Dîsa yê ku xwedî li civaka êzidî derket Rêveberiya Xweser bû. Niha çi pêwîstî heye ku artêşa Iraqê bikeve çiyayê Şengalê? Jixwe hêzek girêdayî artêşa Iraqê û şirte li çiya hene. Dîsa YBŞ weke hêzekî fermî ya girêdayî Iraqê li wir e û parastina çiya dikin. Ma çi pêwîst e hemû çiyayê Şengalê bi hêzên leşkerî tijî bikin? Gelo Iraq nizane li hemû deverên Şengalê cihên me yên pîroz hene?”

‘Em daxwaza mafên destûrî û mirovî dikin’

Daxwazên Rêveberiya Şengalê jî wiha hate rêzkirin: “Em weke Rêveberiya Xweser a Şengalê careke din biryara xwe aşkera dikin û bersivê didin hikûmeta Mistefa Kazimî; em weke hemwelatiyên Iraqê mafekî destîrî û mirovî daxwaz dikin. Daxwazên me meşru û qanûnî ne. Ji bo çareserkirina pirsgirêkan hêza me û projeya me heye û amade ne çareser bikin. Em li vê herêma xwe şer û alozî naxwazin. Ev tişt xizmetê ji Iraqê re jî nake. Lê hikûmeta Kazimî me tehdît dike û behsa bikaranîna rêbazên leşkerî dike. Dîsa hinek rayedarên herêmî jî behsa rijandina xwînê dikin. Em ji gef û tehdîtên tu kesî natirsin. Tu hêz jî nikare me vegerîne beriya fermanê. Eger ji derveyî diyalog û mûzakereyan rêbazên din li dijî me werin bikaranîn, helbet em ê jî parastina xwe bikin. Em nikarin civaka xwe beramberî fermanan bê parastin û bê îrade bilêlin. Ji lewma em ev daxwazên Iraqê red dikin. Em ê ne asayîşê ji holê rakin ne jî rê bidin artêş bikeve wargehên me yên pîroz. Ev li gorî baweriya me jî nayê qebûlkirin. Eger hikûmeta Kazimî li ser wan gefên xwe bi israr be, ji bo artêş bişîne ji bo li dijî êzidiyan şer bike, em ê jî li ber xwe bidin.”

Banga li rêxistinên navneteweyî û kurdistanî

Di dawiya daxuyaniyê de banga guhdayîna daxwazên civaka êzidî û xwedî derketina li Şengalê li NY, YE û hemû hêzên kurdistanî hate kirin ku rola xwe bilîzin û pêşî li şer û aloziyan bigirin. ŞENGAL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar