Serokkomarê tirk Tayyîp Erdogan biryara li ser nûkirina hilbijartinê îmze kir. Li gorî biryarê hilbijartin wê di 14’ê gulanê de pêk were. Piştî ku biryar li Rojnameya Fermî hate weşandin, wê bal biçe ser Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK).
YSK jî wê îro yan jî sibe bicive û biryarê bide ku hilbijartin di 14’ê gulanê de bê lidarxistin. YSK wê hefteya bê careke din kom bibe û bernameya hilbijartinê aşkere bike.
YSK wê biryarê bide ku hilbijartin di 14’ê gulanê de bê kirin, eger ji tûra duyemîn bimîne jî hilbijartin di 28’ê gulanê de bê kirin.