Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Biryara ji bo Abdullah Altûn ji bo mexdûrên DGM’ê emsal e ‘

Parêzer Muslum Dalar ku dosyeya mexdûrê DGM’ê Abdullah Altûn wekî xelekek bêhiqûqîtiyê binav kir û wiha got: “Biryara hatiye girtin, ji bo hemû mexdûrên DGM’ê yên serî li temyizê û DMME’yê nedane emsal e.”

Abdullah Altûn ku dema xwendekarê pola 3’yan ê Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê bû û di sala 1995’an de bi senaryoyeke polîsan hat girtin, piştî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di sala 2006’an der der barê wî de biryara binpêkirina mafê darizandineke bêalî û serbixwe de da, 13 sal şûn de di 19’ê adara 2019’an de hat berdan û ji Girtîgeha Jimare 2’yan a Tîpa T a Rihayê derket. Parêzerê dosyayê Muslum Dalar ku dosyeya Altûn wekî dosyeyeke xeleka bêhiqûqiyê pênase dike, biryara rawestandina înfazê û jinûve darizandê ji bo Ajansa Mezopotamyayê (MA) nirxand.

Abdullah Altûn, di 22’yê adara 1995’an hat binçavkirin û di 10’ê nîsana 1995’an de jî hat girtin û di 19’ê hezîrana 1999’an de li Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) bi tawanbariya “xirabkirina yekparebûna xaka dewletê” hat darizandin û cezayê muebetê lê birîn. Piştî Dadgeha Bilind cezayê li Altûn hatiye birîn qebûl kir, Altûn bi daxwaza li DGM’ê dadger leşker bûye û ji ber vê bi adilane nehatiye darizandin serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) da. DMME, serlêdana Altûn qebûl kir û di sala 2006’an de jî diyar kir ku mafê darizandineke li dadgeheke bêalî û serbixwe de hatiye binpêkirin digire û xwest Altûn ji nû ve bê darizandin. Li ser vê Altûn di sala 2006’an de ji bo jinûve bê darizandin serî li dadgeha herêmî ya Amedê da. Lê dadgehê serlêdana Altûn qebûl nekir. Di sala 2013’yan de piştî Pakêta Darazê ya 4’an tê derxistin Altûn ji bo ji nû ve bê darizandin careke din serî li Dadgeha Cezayê Giran a 6’an a Amedê da. Lê serlêdana wî ya dudoyan di 10’ê tîrmeha 2013’yan de ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 7’an a Amedê ve tê redkirin. Li ser vê Altûn, di 4’ê adara 2014’an de bi awayekî şexsî serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) da.

Piştî vê serlêdana şexî, 4 sal û nîv şûnde AYM di 17’ê Tîrmeha 2018’an de biryara xwe aşkere kir û diyar kir ku li gorî madeya 36’an a Qanûna Bingehîn mafê darizandineke li dadgeheke bêalî û serbixwe yê Altûn hatiye binpêkirin. Piştî vê biryarê Altûn, ji bo ji nû ve bê darizandin serî li Dadgeha Cezayê Giran a 6’an a Amedê da û serlêdana wî hat qebûlkirin. Lê piştî dadgehê biryara jinûvedarizandinê û domandina înafzê da, Altûn bi daxwaza înfaza wî bê rawestandin ji bo îtirazê serî li Dadgeha Cezayê Giran a 7’an a Amedê da. Piştî îtiraza wî tê redkirin, bi daxwaza “darizandineke adil, mafê azadî û ewlehiya kes, mafê wekhevî û cihêkariyê” Altûn cara dudoyan serî li AYM’ê da.

Altûn serî lê da lê endamê hîzbullahê hat berdan

Di danişînên 4’ê adara 2019 û 6’ê gulana 2019’an de dadgeha Cezayê Giran a 6’an a Amedê daxwaza betalkirina înfaza Altûn red kir û danişînê taloqî 6’ê cotmeha 2019’an kir. Lê berî danişîna dawî pêk bê, Sebrî Çeçanê ji doza hîzbullahê ku li DGM’yê hatiye darizandin û hikumxwariye bêyî serî ku AÎHM û AYM’ê bide bal kişand ser dosyeya Altûn û xwest înfaza wî bê berdan û di 18’ê Hezîrana 2019’an de hat berdan. Piştî berdana Çeçan bi rojekê parêzerê Altûn Muslum Dalar jî bi daxwaza biryara ji bo Çeçan hatiye girtin ji bo muwekîlê wî jî bê girtin serî li Dadgeha Cezayê Giran a 6’an a Amedê da. Dadgehê serlêdan nirxand û Altûn berda.

Ji bo çi dosyeya Altûn girîng e?

Dalar, biryara jinûvedarizandin û rawestandina înfaza Altûn nirxand. Dalar diyar kir ku biryara der barê dosyeya Altûn de hemû kesên li DGM’yan hatine darizandin eleqedar dike û wiha got: “Çimkî DMME, diyar kiriye ku DGM ne organîzasyoneke qanûnî ye, di heyeta wê ya dadgeriyê de dagereke leşkerî heye. Rêgeza cihêkarî û wekheviyê tam 13 salan domand. Paşê ji ber helwesta dadgehê ya ji bo muwekîl, biryara AÎHM’ê ji bo kesên hîzbullah pêk hatiye. Lê belê her çend heman qanûn, heman madde û heman îhlal be jî lê ji bo PKK’yiyan pêk nehatiye.”

‘Berî  Altûn hîzbullahî hat berdan’

Dalar destnîşan kir ku biryara der barê Altûn de hatiye girtin, bi sedan hikuxwarin siyasî yên li DGM’yan hatine darziandin eleqedar dike û wiha got: “Wexta em li pêvajoya darizandinê dinerin, em dibînin nêzî 80-90 hîzbullahên li DGM’ê hatien darizandin û hikumxwarine ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 6’an a Amedê ve hatine berdan. Me ev yek di serlêdanên xwe de bi her awayî berpêşî dadgehê kirin û xwest demildest ev rewşa kêfî bi dawî bibe. Me dosye bi ehr awayî berawirdî hev kirin û bi awayekî berbiçav derdikeve holê ku pozîsyona Altûn li gor pozîsyona van kesên înfaza wan hatiey arwestandin li pêştir e. Piştî îtirazên me hemû hatin redkirin, me careke din serî li AYM’ê da. Lê belê AYM di Nîsana 2019’and e daxwazên me red kirin. Paşê Sebrî Çeçan ê li DGM’ê hatiye darizandin ku bêyî serî li DMME û AYM’ê bide, bal dikişîne ser dosyeya Altûn û diyar dike ku ew jî wekî Altûn li DGM’ê hatiye darizandin, îşkence lê hatiye kirin hwd. û dixwaze biryara ji bo Altûn ji bo wî jî pêk bê. Dadgeh daxwaza Çeçan qebûl dike û di 18’ê Hezîrana 2019’an de înfaza wî radweswetîne. li vir tişta ecêb ew e ku berî înafza Altûn bê rawestandin a vî kesî tê arwestandin. Lis er vê me jî careke din seîr li dadgehê da û xwest biryara ji bo Çeçan hatiye girtin ji bo Altûn jî bê girtin. Dadgehê daxwaza me qebûl kir û bi şertê qedexeya derketian derveyî welat û kontrolkirina edlî Altûn berda.”

Ji bo mexdûrên DGM’ê yên din emsal e

Herî dawî Dalar, bal kişand ser girîngiya rawestandina înfaza Çeçan ku di ser Altûn re hatiye rawestandin û wiha got: “Girtî û hikumxwarin li DGM’yan hatien darizandin lê belê bi tu awayî serî li rêyên îtirazê nedane, di ser biyara rawestandian înfaza Sebrî Çeçan de dikarin ji bo jinûvedarizandinê serî lê bidin. Çimkî ev biryara Dadgeha Cezayê Giran a 6’an a Amedê ji bo êdî ji bo hikumxwarin din jî emsal e.”

Du pirtûkên Altûn hene

Altûn ku nêzî 25 salan di girtîgehê de ma, li girtîgehê bi navê “Çivi Yazıları ve Kazıbilim Işığında Sümerlerin Etnik Kökeni” ve “Uygarlık Yukarı Mezopotamya’da Başlar Gezgin Avcılardan Tarımcılara” du pirtûk nivîsandine û weşandine. AMED

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar