Li çar aliyên Kurdistan û cîhanê, nêzî salekî ye Pêngava “Ji Rêber Apo re Azadî, Ji pirsgirêka kurd re çareserî” tê meşandin. Di vê salê de ji bo ku cîhan dengê wan bibihîze, gelê kurd û dostên wan, bi hemû rêbazan têkoşîn pêşxistin. Ji hemû aliyan ve hewl dan ku zextê li ser saziyên weke Komîteya Şopandin û Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT), Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME), Konseya Ewropayê û hwd. bikin. Ku em bêjin ev pêngav mezintirîn pêngava ku kurdan û dostên xwe pêşxistiye, wê neşaş be. Lewre xwedîderketina li Rêber Apo, derket asta herî jor. Hevgirtin û piştgiriya enternasyonal, gihaşte radeya ku rêxistin û saziyên navneteweyî neçar bimînin daxuyaniyan bidin. Berpirsên CPT li xwe mikur hatin, tecrîd û êşkence qebûl kirin. Helbet ev ji ber xwe ve pêk nehatin.
Mezintirîn berxwedana dîrokî ya mirovekî, li zindana Îmraliyê pêk hat û berdewam kir. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li hemberî her cure çekên qedexe, teknîka pêşketî, xiyaneta malbata Barzaniyan, hevkariya dewleta Iraqê û piştgiriya NATO’yê jî, nehişt ku artêşa dagirker û qirker bigihêje armancên xwe. Gelê kurd û dostên xwe, li Ewropa û çar aliyên cîhanê û Kurdistanê, her tim di nav tevgerînê de bûn. Bi taybet jî 15’ê sibata 2024’an, kurdan û dostên xwe Ewropayê hejandin. Her wiha 69 xelatgirên Nobelê, piştgiriya xwe ya bi Rêber Apo re anîn ziman û xwestin dawî li esareta Rêber Apo were. Di warê hiqûqî de jî her tim hewildana parêzerên Rêber Apo û parêzvanên mafê mirovan hebû. Ev berxwedana berfireh, piralî û dewlemend, weke rûbarên diherikin deryayê gihane hev û encamên girîng bi xwe re anîn. Derbarê Rêber Apo de Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, neçar ma ku tecrîdê, binpêkirina mafên Rêber Apo û zilma dewleta tirk a dagirker û qirker aşkere bike. Lê weke her carê, neçariyên xwe, lîstok û planên xwe yên qirêj bi hev re nîşandan.
Çima em wisa dibêjin? Saziyên Ewropayê yên hiqûqî, ji sedî sed di bin zext û sîwana siyasetên emperyalîst û dagirker de dimînin û neçar in li gorî berjewendiyên wan biryaran bidin. Helbet her tim weke dixwazin pêk nayê, lewra ku têkoşîneke bikaribe dek û dolabên wan, xefk û bendên wan derbas bike hebe, neçar dimînin hinek biryaran didin. Hin caran nikarin ser neheqiyê binixumînin û veşêrin. Her wiha ji bo ku baweriya bi sîstemê ji binî ve têk neçe, carinan weke “ehlê heq” jî derdikevin pêş û biryaran didin. Naxwe yên ku li ber kamerayan penaberên zerik û çavşîn digirin, yên din nagirin jî heman sazî ne…
Baş e li gel ku di mijara Tirkiyeyê de hatine dawiya rê û her tişt aşkere li berçavan e, çima biryareke sosret dan û salekî wext dane dewleta Tirk a dagirker û qirker? Li gorî hiqûqê, “cezayên” di navbera 8-14 salan de bin, divê di berçavan re werin derbaskirin. Vê weke pêşniyar raber dikin, çima heman tiştê ji bo Rêber Apo û girtiyên din ê şoreşger jî nakin? Ya herî girîng jî li gorî madeya 90’emîn a Qanûna Bingehîn a Tirkiyeyê jî, ger ku qanûneke Tirkiyeyê, bi peyman an jî qanûneke navneteweyî re binakok be, peyman an jî qanûna navneteweyî esas tê girtin. Çima nabêjin Tirkiyê, “herî kêm qanûnên xwe pêk bîne.” Lewre li Ewropa û Tirkiyeyê qanûnên polîtîkaya neteweyî ya Îmraliyê; di ser hemû qanûnên neteweyî û navneteweyî re ne; ew jî li ser esasê tolhildana ji Rêber Apo têne sazkirin. Tola hişyarkirin û azadkirina gelê Kurd e. Tedbîra hişyarkirin û birêxistinkirina gelên azadîxwaz ên cîhanê ne.
Rayedarên rejîma faşîst a AKP-MHP’ê, her tim dibêjin “em ê îsal PKK’ê xilas bikin”, “vê bihara pêşiya me”, “havînê wê ev kar biqede” û hwd. (ev 40 sal e “bihar”a van faşîstan nehat!).
Lê di vê biryarê de xaleke girîng jî heye; Konseya Ewropa dibêje Tirkiyê, ‘madem tu dibêjî ez ê xilas bikim, Kurdan bi temamî di qirkirinê re derbas bikim, em ê saleke din jî çavên xwe ji te re bigirin.’ Li Tirkiyeyê peywira bingehîn a desthilatdaran ew e ku PKK’ê û Kurdan tasfiye bikin, di qirkirinê re derbas bikin. Ji bo vê hemû derfet tên ava kirin, çavên xwe li hemû dijhiqûqî û dermiroviyan digirin. Lê qanûneke vî karî jî heye, yên ku nikaribin PKK’ê û gelê kurd tasfiye bikin, ew tasfiye dibin! Gelo ev biryar wisa jî dikare bê fêhmkirin?
Di heman demê de ev biryar, tê wateya ku di salvegera 10’emîn a “Plana Hilweşandin/Çokdanînê” de rejîma faşîst, tifaqa AKP-MHP-Ergenekon-Hîzbûlkontra-PDK’ê têk çûne. Ev plana qirkirinê, li ber plana qirkirina Pilingên Tamîlê hatibû amadekirin. Xwînxwar û qirkerên dewleta dagirker wer difikirîn ku, ew ê jî “300-400 balafirê rakin, her derê di carekê de bombebaran bikin, piraniyan bikujin, yên mayî bidin revandin, yên lawaz jî teslîm bigirin, qismeke kêm a mayî jî marjînalîze bikin.” Lê hesabên Enqere, ji Qendîlê, ji îradeya polayî a Gerîlayên Azadiya Kurdistanê û gelê kurd vegeriya. Dijminê gelê kurd li Herêmên Parastinê yên Medyayê hate astengkirin, niha li ber hilweşandinê ye. Helbet ev bi saya berdêlên giran, têkoşîn û berxwedanên bêhempa pêk hat û niha jî didome. Lê talûke jî heye. Dewleta dagirker û qirker, dixwaze di şert û mercên Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de xwe di ser tunekirina kurdan de mezin bike, kurdan bi temamî di qirkirinê re derbas bike. Hêzên sereke yên navneteweyî jî heta astekê vê planê erê dikin, lewra PKK û gelê kurd, teslîmî siyaset û berjewendiyên wan jî nebûn. Li gel vê talûkeya mezin, bi şikandina vê konsepta herêmî û navneteweyî, dê Kurd û hêzên azadî û demokrasiyê bi hev re mezintirîn destkeftiyên dîrokî jî bi dest bixin. Niha krîtîkbûn û girîngiya şer hemû di vê xalê de kom dibe. Yan wê xwînxwar, dagirker, qirker û emperyalîst bi ser bikevin an jî wê di şexsê PKK’ê û gelê kurd de hêzên azadî û demokrasiyê. Cewherê mijarê ev e. Li Kurdistanê û li derên din, girêdayî mijarên kurd û Kurdistanê hemû siyaset, nêzîkatiyên dîplomatîk, biryarên “hiqûqî”, têkiliyên aborî, pêşketin û tifaqên leşkerî û hwd. tev, li gorî vê teşe digirin. Ji bo wê divê em li benda biryareke din a piştî salekî nesekinin, lê helbet weke niha, têkoşîna hiqûqî jî bilindtir bikin û berdewam bikin. Lê teqez a ku bi gelan bide qezenckirin, têkoşîn û berxwedana piralî ya ku hev temam û xurtir dike ye.