Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Biryara nepeniyê danîn ser dosya Vedat Ekîncî!

Parêzerê Vedat Ekîncî ku li Rûbarokê leşkeran gule lê reşand û kuşt Ramazan Kûrt diyar kir ku dozgeriyê biryar nepeniyê daniye ser dosya Ekîncî

Roja pênçşemê li gundê Çemê Kurk ê navçeya Rûbarokê ya Colemêrgê leşkeran gule li gundiyên ku bi bazara ser sînor re mijûl dibin reşandibû û Vedat Ekîncî (14) kuştin. Parêzer Ramazan Kûrt ku li ser navê Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwez dosya ku têkildarî Ekîncî tê amadekirin dişopîne diyar kir ku dozgeriyê hê serî li îfadeyê leşkerên bi guman nedaye.

Parêzer Kûrt da zanîn ku leşker cenazeyê Ekîncî bi helîkopterê tînin Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê û piştî otopsiyê cenazeyê Ekîncî bi helîkopterê dibin gundê wî û di heman şevê de vedişêrin û wiha got: “Walîtî angaşt dike ku guleya hişyariyê hatiye avêtin. Lê ji ber ku guleya hişyariyê bi hewave tê avêtin ne rast e ku bi peke û bibe sedema mirin birîndarkirina kesekî.”

Kûrt destnîşan kir ku bi hinceta ewlehiyê vekolîna cihê bûyerê nehatiye kirin û ev tişt anî ziman: “Lêpirsîna leşkeran bi guman ji aliyê saziya leşkerî ve hatiye kirin. Ev rewşeke li dijî hiqûqê ye. Heke di bûyerekê de guman polîs be nabe ku lêpirsîna wî ji aliyê polisan ve bê kirin. Ev leşker be nabe ji aliyê leşkeran ve jî bê kirin. Me ji dozgeriyê hîn kir ku dendika guleyê ku delîla herî xurt a dikare bûyerê ronî bike jî winda ye. Dozgeriyê biryara nepeniyê û qedexeya çapemeniyê danî ser dosyayê. Em niha nikarin têkildarî otopsiya pêşîn û hûrgiliyên dosyayê agahî bigirin. Dozgeriyê hê îfadayên leşkerên bi guman û şahidên bûyerê jî negirtiye. Tê gotin ku dê îfade roja duşemê bên girtin.” COLEMÊRG

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar