Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Jinê ya bakur û rojhilatê Sûriyeyê bi merasîmek navenda xwe li bajarê Hesekê vekir. Di merasîma vekirina biryargehê de dayik û malbatên şehîdan, fermandarên QSD’ê, Hêzên Asayîş, nûnerên Rêveberiya Xweser, Kongra Star, HPC-Jin, TEV-DEM, kesayetên ermen, suryan, asûr û her wiha şervan û fermandarên YPJ’ê beşdar bûn.
Di Konferansa 4ˈan a Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) de di çarçoveya jinûve avabûnê de, yek ji biryarên girîng jî avakirina Biryargeha Navendî ya Parastinê Jinê bû. Li ser vê bingehê bi merasîmekê Biryargeha Navendî ya Parastinê Jinê hate vekirin. Piştî deqeyekê rêzgirtin ji bo şehîdên şoreşa azadiyê, merasîma leşkerî destpê kir. Di merasîmê de Fermandara Giştî ya YPJ’ê Rohilat Efrîn axivî.
Rohilat Efrîn vekirina Biryargeha Navendî ya Parastina Jinê li Rêber Apo, şehîdên şoreşê, tevahî gelan, jinan û şervanan pîroz kir û got: “Di Konferansa 4ˈan a YPJ’ê de biryarên girîng hatin girtin. Yek ji wan biryaran jî navendîkirina xebatên parastina jinê bû. Li dijî dagirkerî, êriş û tundiyê pêwîstiya hemû jinan heye ku xwe birêxistin bikin. Divê jin bi zanista parastinê li gel hev bi civin. Pêwîst e jin bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ xwe di qada parastinê de pir xurt araste bikin.”
Rohilat Efrîn behsa keda şehîdên şoreşê kir û got: “Di van 13 salan de, ango ji 2011 heya niha bi sedan destanên qehremaniyê hatin jiyîn. Şehîdan bi ked û tekoşîna xwe rê nedan dagirkeran. Her wiha mîraseke mezin a jinan û şehîdan ava bûye. Divê em jin jî bi vê mîrateyê xwe birêxistin bikin û biparêzin. Di pêvajoya ku em tê re derbas dibin, Şerê Cîhanê yê Sêyemîn li Rojhilata Navîn di asteke herî jor de tê jiyîn. Li beramberî vê jî pêwîste em jî ‘erka xwe parastinê’ weke erkeke stratejîk bibînin. Bi pêşengtiya jinan divê tevahiya gel li ser bingehê parastinê xwe birêxistin bikin û bi erka xwe rabin. Jixwe 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan nêzîk dibe. Pêwîstiya jinan jî ji her demê zêdetir bi zanista jin heye. Pêwîstî bi zanista parastinê heye. Ger ku zanist, têkoşîn û parastin nebe em nikarin hebûna xwe biparêzin.”
Fermandara Giştî ya YPJ’ê Rohilat Efrîn rola Biryargeha Navendî ya Parastina Jinê wiha destnîşan kir: “Biryargeha Navendî ya Parastina Jinê ji bo hemû pêkhateyên bakur û rojhilatê Sûriyeyê û tevahî jinan bi erka parastinê radibe û li ser vê bingehê jî dê di xeta parastina rewa de jinan di bin sîwana parastinê rêxistinê bike. Di vê çarçoveyê de em ê danehev û ezmûnên xwe bi jinên Rojhilata Navîn û cîhanê re parve bikin. Em ê ji bo parastina nirx û destkeftiyên şoreşê, berdêl çi dibe bila bibe têkoşîna xwe bilind bikin.”
Di dawiya axaftina xwe de Fermandara Giştî ya YPJ’ê Rohilat Efrîn got: “Li hemberî her cure êrişên ku ji hundir û derve pêşbikevin, bi taybet jî êriş, gef û xeterêya çeteyên DAIŞ, El Nusra û dewleta dagirker ya tirk ku di demên dawiyê de zêde bûne, em ji her hêlî ve xwe amade dikin ku berxwedaniya xwe ya mafdar û rewa bilind bikin û serketinê tacîdar bikin. Li ser vê bingehê jî em hemû jinan û gelan vedixwînin eniyên berxwedanê.”
Piştî merasîma leşkerî, şahî hate lidarxistin. Di şahiyê de dayika şehîd Jîndar Hemide Kutê û dayika şehîd Xebat Tirkmen Xewla Mihemed Mistefa axivîn û vekirina biryargehê li hemû jinan pîroz kirin. Dayikên şehîdan dan zanîn ku dê jin ji her temenekê erka parastina axa welat pêk bînin.
Di berdewamiya şahiyê de peyamên pîrozbahiyê hatin xwendin. Paşê koma çandê ya Hîlala Zêrîn bi hunera xwe coşa şahiyê bilind kirin. Di dawiya şahiyê de jî şervanan dîlan gerandin.