Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Bişewitînin

Di her demsala havînî de li bajarên Tirkiyeyê êrîş li ser kurdan çêdibin. Ev êrîş jî piranî li karkerên kurd tê kirin. Car caran ev yek zêde dibe û car caran jî qet nabe. Lê vê carê asta êrîşên nijadperestên tirkan gihîşt tevahiya kurdan. Herî dawî li bajarê Konyayê yê Tirkiyeyê komkujî çêbû. Nijadperestekî tirk malbateke kurd qetil kir û şewitand. Çawa ku ev bûyer pêk hat yekser komkujiya li Vartînîsê hat bîra min.

Vartînîs bajarokek Mûşê ye. 3’ê Cotmeha 1993’an eskerên dewleta tirk li Vartînîsê malên kurdan dan ber agir. Malbatek kurd tevahî qetil kirin û şewitandin. Nasir Ogur, hevjîna wî Ayşe û 7 zarokên wan qetil kirin. Ji wê rojê heta niha kujer nehatin cezakirin. Eger kujerên komkujiya Vartînîsê hatibana cezakirin wê heman tişt li Konyayê dubare nebiba.

Balkêşe ku dema ev bûyer pêk hat li bajarên Tirkiyeyê jî daristan dişewitîn. Lê ev agirê ku li tevahiya Tirkiyeyê belav dibû nedihat vemirandin. Kê ev şewat derxistiye û çima dişewite bila li aliyekî be. Çima nehat vemirandin ew girîng e. Dewleta tirk li vî agirî temaşe kir û bi ser de jî agir sor kir. Di çapemeniya şerê taybet de wekî ku kurdan agir derxistibe nûçe çêkirin û li ser axivîn. Nijadperestên tirkan jî li gorî zimanê çapemeniya xwe tevgeriyan. Çapemeniya qirêj a dewleta tirk her kêlî kurdan dike terorîst û bi vî rengî pênase dike. Desthilatdariya wê AKP-MHP jî her carê gefê li kurdan dixwin. Nijadperest û faşîstên tirk jî li desthilatdariyê dinêrin an jî fermanê jê digirin. Desthilatdariya faşîst û çapemeniya wê cesaretê dide wan kujeran.

Ev dewleta ku li Konyayê kurdan dişewitîne, li Kurdistanê jî çiya û daristanan dişewitîne. Çiyayên Dêrsimê ev çend roj in dişewitin. Beriya wê li çiyayê Cûdî û zozanên Şênê jî heman şewat hebûn. Xuyaye ku vê dewletê biryara şewitandinê daye çete û kontrayên xwe. Di her demsala havînî de şewitandina çiya û daristanên li Kurdistanê kêm nabe. Li aliyekî xwezaya Kurdistanê talan dikin û qir dikin. Li aliyê din kurdan jî dişewitînin.

Di vê pêvajoyê de îhtîmala şerekî navxweyî yê kurd û tirkan ket rojevê. Gelo kurd bi kurdbûna xwe dikarin li bajarên tirkan bimînin an na ? Gelo kurd wê çawa karibin bi tirkan re bijîn ? Ev pirs di rojên wiha de derdikevin pêşiya me. Lê pirseke daîmî ye. Divê kurd û tirk karibin di rojên xweş û nexweş de jî bi hevre bin. Yên vî agirî sor dikin jî daxwaza wan şerekî navxweyî yê kurd û tirkan e. Bi carekê re kurd û tirk nabin dijminê hev. Meseleya kurd û tirkan demdirêj e. Kokên dijminatî û dostaniya wan digihêje salên dûrûdirêj. Kurd û tirkan bi hevre dostanî jî kirine, dijminatiya wan jî çêbûye. Yê ku dijminatiyê derdixîne ne kurd in. Ne îro ne jî doh kurdan kes nekiriye hedefa xwe û nekiriye dijmin.

Bûyera dawî ya li Konyayê careke din dijminatiya tirkên nijadperest nîşan da. Eger ew malbata li Konyayê tirk ba nedihat qetilkirin. Ji ber kurdbûna xwe hatin qetilkirin. Eger di her bûyerê de em meseleya kurd û tirk têxin rojevê wê talûkeyên mezin li pêşiya me bin. Em di rojên xeter re derbas dibin. Meseleya kurd û tirkan wekî agir û barûdê ye. Eger agir neyê sorkirin wê ew barûd neteqe.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar