Berdevkê Wezareta Karê Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf têkildarî êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li ser xaka Herêma Kurdistanê û Iraqê axivî û diyar kir ku ti hîncetek yasayî ji bo êrîşên di nava Iraqê de nîne û got: “Tişka ku niha li Şengalê û deverên Herêma Kurdistanê dike, binpêkirina serweriya Iraqê ye. “
Ehmed Sehaf da zanîn ku wê di pêşerojê de ji bo rawestandina bombebaranên dewleta tirk gavek cidî bavêjin û got ku ev bombebebarankirin ji aliyê wan ve nayê qebûlkirin.
Berdevkê Wezareta Karê Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf destnîşan kir ku bombebarana dewleta tirk ji aliyê wan û tevahiya gelê Iraqê ve nayê qebûl kirin, lewma wê di pêşerojê de Iraq ji bo pêşîlêgirtina êrîş û bombebarana dewleta tirk gavek cidî bavêje.