Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...
Cumartesi - 14 Eylül 2024

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

‘Bombekirina Ozgur Ulkeyê deqeke reş a dîroka Tirkiyeyê ye’

Rojnameger Huseyîn Denîz diyar kir ku bombekirina rojnameya Ozgur Ulke ya bi fermana serokwezîra wê demê di dîroka Tirkiyeyê de weke deqeke reş a mezin ku tu carî ji holê ranabe

Di ser bombekirina rojnameya Ozgur Ulkeyê re 27 sal derbas bûn. Rojnameya Ozgur Ulke ku di 28’ê Nîsana 1994’an de dest bi weşanê kir, piştî rojnameyên Halk Gerçegî, Yenî Halk Gerçegî, Yenî Ulke û Ozgur Gundemê rastî zextên giran hatin. Ozgur Ulke ku êrîş li xebatkarên wê hat kirin, rûpelên wê hatin sansûrkirin û gelek doz hatin vekirin, di şeva 3’ê Kanûna 1994’an de hat bombekirin. Di êrîşa hemwext a li dijî buroya wê navendî ya li Çagalogluya Stenbolê û Kadirgaya Stenbolê û her wiha li Enqereyê pêk hatin. Di êrîşa li Stenbolê de xebatkarê rojnameyê Ersîn Yildiz jiyana xwe ji dest da û 23 rojnameger û xebatkar jî birîndar bûn. Ozgur Ulke ku piştî teqînê weşana xwe negirt, roja din bi sernavê ‘Ev agir dê we jî bişewitîne!’ derket. Derket holê ku êrîş li gorî biryara di civîna Desteya Ewlehiya Millî (MGK) de hatiye girtin, pêk hatiye.

Rojnameger Huseyîn Denîz ê wê demê di rojnameya Ozgur Ulke de wek nûçegihan dixebitî diyar kir ku zextên li ser çapameniya muxalîf wek berdewamiya polîtîkaya zextan a li ser kurdan e.

Heyamek reş bû

Denîz salên 1990’î wek salên ‘tarî’ nirxand û dewletê-îktîdara wê demê dixwest nasnameya kurd, hebûna gelê kurd tune bihesibîne û dixwest bi rêbazên leşkerî kurdan bêdeng bike.

Denîz da zanîn ku wê demê gotina ‘kurd hene’ raste rast însan bi ‘xayîntiyê’ dihatin sûcdarkirin û behskirina kurdan mîna ku tu pê li agir bikî bû.

Rojnameger bûn hedef

Di axaftina xwe de Denîz destnîşan kir ku wê serdemê bi hezaran bûyerên ‘kiryar nediyar’ dihatin kirin û ji ber ku rojnamegerên kurd di wê serdemê de kirinên dewletê teşhîr dikirin, hedef dihatin girtin, dihatin revandin, kuştin û cezakirin û got ku herî zêde nivîskar û nûçegihanên Ozgur Gundemê bûn armanca êrîşan û Apê Mûsa di nav de gelek nûçegihan û belavkar hatin kuştin.

Denîz anî ziman ku wê demê rewşek wiha hat afirandin ku wek kabûsê bû û wiha domand: “Civakê xistibûn nava tirseke mezin. Kesî nizanibû wê roja din sax bimîne an na. Di atmosferek wiha de rojnamegerî dihat kirin. Hemû çapamenî û dengên muxalîf di hedefê de bûn. Her roj rojnameger dihatin tehdîtkirin.”

Bi fermana Tansû Çîller pêk hat

Her wiha Denîz da zanîn ku hevalê wan Ersîn Yildiz di êrîşê de hatibû kuştin û gelek hevalên wan birîndar bûbûn û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Tirsek pir mezin hebû. Lê belê hewldana komkujiyê bandorek mezin çêkir û xwedî derketinek mezin ava bû. Piştevaniyek mezin hat kirin. Dotira rojê rojname dîsa derket û navber neda xebata xwe. Sernavê me yê dotira rojê ‘Ev agir dê we jî bişewitîne’ bû. Bombekirina Ozgur Ulkeyê deqek reş bû ku tu carî wê ji dîroka Tirkiyeyê neyê jêbirin. Êrîş bi fermana serokwezîra wê demê Tansû Çîller pêk hatibû. Tu tiştek nehguheriye. Îktîdar tenê guherîne. Hêj kurd û rojnamegerên kurd li vî welatî wek ‘tehdît’ tên dîtin. Lê bi gotina Marx, çapemeniya azad çav û guhê gel e.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar