Li bajarê Edeneyê Endamên Însiyatîfa Gel a Demokratîk li dijî mala endamekî Tevgera Taybet a jendermeyan (JOH) bi bombeya deng çalakî pêk anîn.
Endamên Însiyatîfa Gel a Demokratîk li bajarê Edeneyê li dijî mala kesekî endamê Tevgera Taybet a Jendermeyan bi bombeya deng çalakî pêk anîn. Çalakî li taxa Kuçukdîkîlî ya navçeya Seyhanê pêk hat û teqîneke mezin rû da.
Endamên însiyatîfê ragihandin ku ji bo piştgiriya bidin berxwedana zindanan û li dijî tundiya polîsan a li dijî dayikan derkevin wê her tim çalakiyan pêk bînin.EDENE