Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Botan: Ruhê 1’ê Hezîranê taktîk û profesyonelbûna şerê îro afirand

Yek ji fermandarên HPG'ê Botan Serdar got: "PKK bi ruhê Pêngava 1'ê Hezîranê her roj bêhtir xurt dibe û ber bi serkeftinê ve diçe. Weke şervanekî HPG'ê em soz didin ku bi ruhê 1'ê Hezîranê bi hemû hêza xwe li dijî faşîzmê bi rengekî topyekûn şer bikin."

Ji fermandarên HPG’ê Botan Serdar got, “Pêngava 1’ê Hezîranê ji bo me û gel xwedî cihekî taybet e” û wiha dewam kir: “Pêngava 1’ê Hezîranê ji bo me xwedî cihekî taybet e. Ji ber ku ji bo me pêvajoyeke krîtîk bû, bi komploya navneteweyî re xwestin ku gelê kurd û tevgera azadiyê tasfiye bikin. Rêber Apo ji bo pêşî li vê bigire, ji bo civak karibe xwe jinûve xurt bike û ji bo gelên cihanê hemûyan sîstemeke nû ya azadiyê afirand. Armanc ji vê sîstemê jî azadiya gelên bindest hemûyan e. Ev jî nîşan dide ku tevgera PKK’ê tevgereke welê ye ku pêşengiyê ji azadiyê ya navneteweyî re bike û bi vî rengî ji aliyê gelan ve hatiye pejirandin. Bêguman gelek hevalên me yên şehîd bûn, pêşengî ji vê pêngavê re kirin. Ji Botanê heta Amedê gelek hevalên me xwe feda kirin. Di şexsê hevalên me Sorxwîn, Nûda, Kûrtay, Ferhat de bi ruhê pêşengiyê yên van hevrêyan berxwedan dewam dike.”

‘Berxwedana îro tê meşandin bi saya ruhê pêngava 1’ê Hezîranê ye’

Serdar got, “Di pêvajoya komployê de ya sala 1999’an û di Pêngava 1’ê Hezîrana 2004’an de ne tenê dewleta tirk li hemberî me şer kir, hêzên qirêj ên navneteweyî jî tevlî vî şerî bûn.”

Serdar bi dewamî got, “Ev şer hîn jî dewam dike. Hêza me ya leşkerî ya HPG’ê jî li hemberî vê yekê bi ruhê 1’ê Hezîranê bi profesyonelî û taktîkî li ber xwe dide. Ruhê berxwedanê yê li qada berxwedanê ya li Zap, Avaşîn, Metîna û Heftanînê pêwendiya xwe bi Pêngava 1’ê Hezîranê re heye. Lewma tevgera azadiyê ya PKK’ê bi ruhê berxwedanê her roj mezin dibe û ber bi serkeftinê ve diçe. Ne tenê di nava PKK’ê de xurtbûn çêbû, her wiha di nava gelê kurd de ku ji bo azadiyê têdikoşe ruhê berxwedanê hate afirandin. Dikarim bi hêsanî bibêjim ku polîtîkaya îmha û înkarê ya ku dewleta tirk a dagirker li ser difikirî bi ser neket.”

‘Rêber Apo bi berxwedana li Îmraliyê fikrekî nû afirand’

Serdar got, “Rêber Apo bi berxwedana li Îmraliyê fikrekî nû destnîşan kir û ev fikir gerdûnî bû. Dema ku mirov bala xwe dide ser Rojhilata Navîn û cihanê, dibîne ku felsefeya Rêber Apo belav bûye. Ji ber ku ev fikir civakê ji nû ve digihîne hev, hêvî û azadiyê dide civakê. Rojên taybet ên hemû şoreşgerên cihanê hene. Ji bo me jî Pêngava 1’ê Hezîrana 2004’an xwedî cihekî taybet e. Di nava PKK’ê de gelek pêngav hatin kirin, her yek ji wan pêngavên şoreşgerî bi xwe re afirandin, gelek tecrûbe ava kir, bi van tecrûbeyan derbên giran li mejiyê faşîst hatin xistin û serkeftinên mezin hatin bidestxistin. Weke şervanekî HPG’ê em soz didin ku bi ruhê 1’ê Hezîranê bi hemû hêza xwe li dijî faşîzmê bi rengekî topyekûn şer bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar