Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Salı - 9 Temmuz 2024

Botanî xwe ji bo mîtînga mezin a li Botanê amade dikin

Aktivîsta TJA'yê Guler Tûnç bi wesîleya mîtînga mezin ya wê di 25’ê nîsanê de bê li darxistin axivî û got: “Werin em hesab ji AKP'ê û MHP'ê bixwazin û bi hev re dengê jinan bilind bikin û qadan bi rengê jinan bixemilînin."

Li Botanê jin ji bo mitînga jinan seferber bûne û bênavber xebatan didin meşandindiyar kir ku ji bo bidawîkirina dewleta mêrperest divê ku jin di qada mitîngê de cihê xwe bigirin.

Li herêma Botanê Partiya Çepên Kesk, xebatên xwe bênavber didomîne. Li Botanê ku xebatên hilbijartinê rastî eleqe û coşeke mezin tên, gel bi biryare ku di 14’ê Gulanê de her 4 namzetên Partiya Çepên Kesk bişîne Meclisê. Di çarçoveya xebatên hilbijartinê de bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Çepên Kesk li navçeya Silopiya ya Şirnexê bi tevlîbûna Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran li qada Newrozê bi dirûşmeya, “Dîsa Jin, Dîsa Jiyan” mitîng bê li dar xistin. Jinên Botanê ku li her navçe, tax û gundan xebatên xwe didin meşandin, banga tevlîbûna mitîngê dikin. Jinên Botanê ku îsal rastî her cûreyê polîtîkayên şerê taybet û êrîşan hatine dê di vê mitîngê de hem hesaba her jineke ku hatiye qetilkirin û hem jî ji desthilata ku her deskeftiyê jinan tune dike hesab bipirse. Der barê naveroka mitînga jinan de Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Guler Tûnç axivî.

‘Partiya Çepên Kesk bi rengê binevşî dikeve hilbijartinê’

Tûnç, diyar kir ku li Botanê xebatên hilbijartinê bi pêşengiya jinan tên meşandin û wiha axivî: “Di pêşiya me de hilbijartineke girîng heye. Di çarçoveya vê hilbijartinê de dê li Amed, Êlih, Sêrt û Şirnexê mitîngên jinan bên li dar xistin. HDP’ê biryar da ku bi Partiya Çepên Kesk bikeve hilbijartinê. Partiya Çepên Kesk jî li ser felsefe, paradîgmaya jinan û ciwanan hatiye avakirin. Dema ku me HDP’e avakirî herkesê dizanî ku li ser felsefeya jinan hatiye avakirin. Êdî HDP bibû partiya jinan. Gelek jinên parlementer di partiyê de cihê xwe girtin. Partiya Çepên Kesk jî bi rengê binevşî dikeve hilbijartinê. Li Botanê jî xebatên hilbijartinê me dane destpêkirin heta niha pêşengiya van xebatan jin dikin. Ev xebat bi kedeke gelek mezin tên meşandin.”

‘Em jin ji xwe bi bawerin û hêvî jî em in’

Tûnç, bi lêv kir ku ev hilbijartin herî zêde ji jinan re girîng e û got: “Ev hilbijartin ji bo guhertinê bi taybetî ji me jinan re firsendeke. Ji ber wê em ji vê hilbijartinê re dibêjin hilbijartina dîrokî. Em dixwazin ku di vê hilbijartinê de desthilata AKP’ê û MHP’ê ji holê rabikin. Di van 20 salên desthilatdariyê de jinan ji AKP’ê gelek kişandin. Gelek jin rastî tundiyê hatin û gelek jin hatin qetilkirin. Em jin hedef hatin nişandin û deskeftiyên di encama tekoşîneke mezin de hatine bi dest xistin ji holê rakirin. Ji ber wê kesên ku çarenûsa vê hilbijartinê diyar bike em jin in. Em jin ji xwe bi bawerin û hêvî jî em in.”

Werin em bi hev re qadan bi rengê jinan bixemilînin  

Tûnç, di berdewama axaftina xwe de got ku amadekariyên wan ê mitîngê bênavber didomin û ev bang kir: “Di 24’ê nîsanê de bi tevlibûna Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran û partiyên Kurdistanî mitîngek bê lidarxistin. Mitînga me dê di seat 13.00’an de bê destpêkirin. Bi pêşengiya jinan ev hefteyeke xebatên me li her kolan, tax û navçeyeke me didome. Di hêla teknikî de jî amadekariyên me ber bi xelasbûnê ne. Niha kêmasiyek nema ye. Bangawaziya me ji jinên Botanê heye ku bên em bi hev re li dijî vê desthilata zilmkar dengê xwe bilind bikin da ku biçe. Werin em bi hev re dengê jinan bilind bikin û qadan bi rengê jinan bixemilînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar