Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Boykota li Başûr

Ev cara yekem e ku li hemberî dewleta tirk li başûrê Kurdistanê bertekek ewqas mezin li pêş dikeve. Piştî  êrîşa dewleta tirk a li ser Rojava, li başûrê Kurdistanê bertekek xurt a civakî û netewî li pêş ket. Tayyîp Erdogan êdî ji bo hemû kurdan bûye sembola Seddamê duyem. Dewleta tirk bûye neyarî herî mezin ên gelê kurd. Gelê başûrê Kurdistanê cara yekem ewqas mezin vê heqîqetê fam dike û li hember vê seknek nîşan dide. Ev helwesta ehlaqî, wijdanî û neteweyî bi rengên cur bi cur pêş dikeve. Boykotkirina malên Tirkiyeyê yek ji van helwestên herî xurt e.

Boykot çiqas diçe mezin dibe û li pêş dikeve. Başûrê Kurdistanê ji bo malên tirk bazarek mezin e. Xwarin, vexwarin, li xwe kirin, kozmetîk û gelek tiştên din ji sedî 60-70’ê ji tirkî tên Başûr. Dewleta  tirk jî ji bo vê yekê car caran gefan li başûrê Kurdistanê dixwe. A niha bazara Başûr ji bo dewleta tirk nehatiye girtin lê malên li bazarê ji aliyê gel ve tê boykotkirin û nayê standin. Malên ku ji Tirkiyeyê hatine ne dixwin, ne vedixwin û ne jî li xwe dikin. Dikan û marketten ku malên tirk difiroşin êdî nafiroşin.

Weke din boykot tenê ne ji aliyê aborî ve ji aliyê çandî û zimanê ve jî li pêş dikeve. Berê dema bi tirkî dihat axaftin an jî wan bi tirkî diaxivîn wek mijarek pêşketî diditin. Lê ya niha  yên ku tirkî diaxivin bertekên tund tên nîşandan. Berê stranên bi tirkî bi sempatîyek dihat guhdarkirin, rezefîlmên tirkî wek îbadetek dihat temaşekirin. Lê ya niha dema Îbrahîm Tatlises derdikeve guhdar nakin û kufteyan didin. Dema rêzefîlm dertên TV’yan digirin û gelek qanalên tv’yên tirk boykot dikin.

Boykota aborî, çandî û civakî helwestek bi qîmet e. Lê di helwestên siyasî de heta niha guhertinên mezin çênebûne. Di destpêka êrîşa Rojava de hîn bertekên baş ên siyasî derketin lê ya niha di vî warî de bêdengîyek heye. Serokê hikûmeta başûrê Kurdistanê Mensûr Barzanî çûyîna xwê ya Tirkiyeyê betal kir. Lê di vî pêvajoyê de çima tirk wî vexwendin Tirkiyeyê û çima hate betalkirin, di vî mijarî de daxuyaniyên fermî nînin, tene hinek gotegot hene.

Di aliyê siyasî de helwesta herî xurt û bi rûmet, pêkanîna xwestekên gelê kurd e. Ev jî pêkanîna yekitiya netewa kurd e. Gelê kurd di ruh, dil û hestan de yekitî çêkiriye lê dor dora hêzên siyasî ye.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar