Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Boykota li başûrê Kurdistanê her ku diçe berfirehtir dibe

Kampanyayên ji bo boykotkirina malên tirkan a ku li başûrê Kurdistanê hatiye destpêkirin her ku diçe berfirehtir dibe. Ciwanên ku li ser tora civakî xwe birêxistin dikin dibêjin ku boykotkirina malên tirkan, erkekî exlaqî û neteweyî ye

Bi destpêkirina êrîşa qirkirinê ya dewleta tirk a li dijî rojavayê Kurdistanê re, li başûrê Kurdistanê hem di hêla civakî û hem jî ya siyasî de bertekên tund tên nîşandan. Yek ji cureyên çalakiyên gelê Başûr jî, boykot e. Gelê Başûr bi rêya boykotkirina malên dewleta tirk re nerazîbûna xwe nîşan didin.

Weke ku tê zanîn piştî Almanyayê, dewleta tirk herî zêde berhemên xwe îxracî başûrê Kurdistanê û Iraqê dike. Ji ber vê yekê jî kesên tev li boykotê bûn dibêjin ku dikarin bi rêya boykotê derbê li aboriya dewleta tirk bidin û ambargoyekê danin ser dahata dewleta tirk.

Kampanyaya li ser tora civakî

Di vê çarçoveyê de li ser tora civakî ya Facebookê jî ji bo boykotê ‘Koma Boykotkirina Malên Tirkiyeyê’ hate avakirin. Heta niha zêdetirî 122 hezar kes beşdarî kampanyayê bûne. Bang li temamiya gelê Başûr tê kirin ku malên dewleta tirk boykot bikin. Yek ji beşdaran Serkeft Mihemed dibêje ku gelê Başûr yekem care ku bi hev re ye û ji ber vê yekê jî piştrast e ku dê serkeftin pêk bê.

‘Boykotkirina malên tirkan erkekî neteweyî ye’

Ji beşdaran Kerîm Meresene jî dibêje ku boykotkirina malên dewleta tirk erkekî exlaqî û neteweyî ye. Meresene anî ziman ku dewleta tirk bi pereyê li Başûr qezenc dike re çekan dikire û kurdan pê qetil dike.

‘Em piştgiriyê nadin dagirkeriyê’

Bi taybet jî ciwanên Başûr tev li kampanyayê dibin. Li ser tora civakî jî ciwanan bi gelek peyamên cuda kirina malên dewleta tirk rexne kirin û gotin; ‘Em tiştên Tirkiyeyê nakirin û piştgiriyê nadin komkujiya Erdogan.’ Yek ji ciwanan jî şîroveyeke wiha ya balkêş dike: “Min hemû pêwîstiyên malê kirîn lê min nehişt ku yek cendirmeyên tirk bikevin mala me.”

Dermanxane jî tev li boykotê bûn

Gelek dermanxaneyên Başûr jî tev li boykotê bûne. Li ser gelek deriyên dermanxaneyan nivîsa ‘Li vir dermanên tirkî nayên firotin.’ hatine daliqandin. Di heman demê de melayê mizgefta Hacî Mihemed Surdaştî yê li Surdaş a Silêmaniyeyê Sîrwan Asude jî got ku dê weazê înê de girîngiya boykotê vebêje. Her wiha jin jî bi tevlêbûneke beşdarî kampanyayê dibin. Jinên ku berhemên xwe parve dikin dibêjin ku ew xwe bi xwe dikarin berhemên xwe hilberînin.

Geştyaran geştên xwe betal kirin

Bi sedan welatiyan jî geştên xwe yên ji bo dewleta tirk rawestandine. Bi sedan kesan bilêtên xwe yên ji bo balafirên dewleta tirk, rawestandin. Tê gotin ku zêdetirî 122 hezar kes malên dewleta tirk boykot dike û ev jî ziyaneke mezin dide aboriya dewleta tirk. Kampanya her ku diçe berfirehtir dibe.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar