Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Cumartesi - 14 Eylül 2024

Brîtanya-Almanya-Erdogan

Bi destpêka salê re Brîtanya ji endamtiya Yekitiya Ewropayê bi fermî derket. Ev derketin ji bo espriya tifaq û fikra Ewropayê derzek bû, lê ev tişta ku di medyayê de jê re dibêjin Brexît jî bûyereke wisa di navbera duh û îro de neqewimiye. Ji dema ku li vê parzemînê û li cîhanê desthilatdarî meyla muhafazakariyê xwedî kir vir ve; veqetîneke nefermî pêk hatibû.

Brîtanya niha ji bo ku xisarên xwe yên ji ber derketinê kêm bike; bi derdorên cuda re peyman li ser peymanan girê dide. Peymanek jî rabûn bi Tirkiyeya Erdogan re girêdan. Ev peyman ji bo Erdoganê ku di nav krîzeke mezin a siyasî, civakî û aborî de weke ava heyatê bû.

Erdogan, ji ber têkiliyên xwe yên bi Rûsyayê re û bi siyaseta xwe ya li dijî Sûriye, Lîbya, Qibris û Yewnanistanê bi Yekitiya Ewropayê re di nav şerekî dîplomatîk de bû. Dîsa di milê aborî de pêdiviya xwe bi “pereyê germ” hebû, lê vê manevraya Borris Johnson kir ku rejîma Erdogan nefesekê bigire. Heta sedema vê nefes û qewetê lîderên Yekitiya Ewropayê jî meha borî di civîna xwe de li şûna zextan mecbûr man ku bi tenê hişyariyan bikin.

Îcar lazim e ku were bibîrxistin di sala 2016’an de beriya hilbijartinên li Brîtanyayê heman Borrîs Johnson hilbijêrên xwe bi tirkan ditirsand, lê li gel vê jî peymana xwe ya herî mezin jî rabû bi dewleta tirk re girêda. Helbet ev di nav raya giştî ya Brîtanyayê re jî rastî nerazîbûnan hat lê ev nerazîbûn wê dîsa rewşa reel nikaribin biguherînin. Li vê derê tişta biêş ew e ku bi xurtkirina destê Erdogan, kesên weke Johnson di esasê xwe de li dijî gelên xwe cinawirek mezin dikin.

Erê rast e ev cinawir niha bi goştê cane kurdan ketiye. Dixwaze kok li kurdan biqelîne. Di vê daxwaza xwe de wê helbet bi ser nekeve, lê ev cinawir bi çeteyên xwe ne bi tenê kurdan, gelê li Ewropayê jî diêşîne. Tişta ku li Almanyayê Merkel ji bo Erdogan dike li Brîtanyayê jî Johnson dike. Ew li hemberî gelên xwe vî cinawirî xwedî dikin. Hikûmetên alman û brîtanî ji dema avabûna komara tirk ji bo bikaribin zêdetir hûkma xwe li Rojhilata Navîn bikin, destek dan dewleta tirk. Ev destek îro jî dewam e.

Ji rijandina her dilop xwîna kurdan çiqas Erdogan sûcdar e ewqas jî hikûmetên Johnson û Merkel jî sûcdar in.  Bi kurtî ez mînakek ji Almanyayê jî bidim da ku ev piştevanî baştir aşkera bibe. Beriya serêsalê Wezîrê Karê Hundir ê Almanyayê Horst Seehofer bi devê xwe got; “Em ê kesên ku sûcên giran kirine, li bakurê Sûriyeyê li herêmên di kontrola dewleta tirk de ne, bi cih bikin.” Wezîrê Merkel bi vî awayî aşkera kir ku ew piştevaniya dagirkeriya dewleta tirk dikin û di wê siyasetê de şirîkê Erdogan in.

Nûçeyên Têkildar