Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Brûkanliyê xwe  di dijî tecrîdê şewitandibû li revîrê bikelemçeyê tê dermankirin

Hat hînbûn ku Yakûp Brûkanli yê li dijî tecrîda giran û binpêkirinên mafan xwe şewitandibû nebirine nexweşxaneyê û li revîrê bi awayekî bi paş ve kelemçekirî tê dermankirin.  

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem-bidorveger a 40 girtiyan li dijî şertên tecrîda giran û binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Eregliya Konyayê di 4’ê cotmehê de dabû destpêkirin didome. Yek ji girtiyê di çalakiya greva birçîbûnê de Yakûp Brûkanli yê rojhilatî li dijî şertên tecrîda girankirî di 28’ê cotmehê de xwe şewitandibû. Parêzerên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (OHD) ên Mêrsînê ku li ser serlêdana malbata Brûkanli li Girtîgeha Eregliyê bi Brûkanli re hevdîtin kirin, ragihandin ku 40 girtî di hucreyên yek kesî de tên ragirtin.

Nabin nexweşxaneyê

Parêzeran dan zanîn ku Brûkanli li dijî tecrîda li ser girtiyan tê sepandin di 28’ê cotmehê de saet di 10.00’an de xwe şewitandiye û têkildarî rewşa tenduristiyê ya Brûkanli de ev agahî parve kirin: “Di asta duyemîn de şewat heye. Temamê destê wî yê rastê, qismekî pişta wî û du tiliyên destê wî şewitî ne. Nikare destê xwe yê rastê bi kar bîne. Di heman rojê de dîsa anîne girtîgehê û xistine hucreyê. Niha bi Osman Pînç re di heman odeyê de disekine. Nabin nexweşxaneyê li revîrê tê dermankirin. Dema ji bo dermankirinê dibin bi awayekî kelemçekirî dibin. Rîska ku enfeksiyonê bigire heye. Brûkanli ji bo wî bibin nexweşxaneyê serî li nexweşxaneyê daye lê tevî vê jî nabin. Bijîşkê girtîgehê gotiye hewce nîne ku bibin nexweşxaneyê.”

Parêzeran, diyar kirin ku ji ber cezayên dîsîplînê yên li Brûkanli hatine birîn nahêlin bi malbata xwe re jî hevdîtinê bike.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar