Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Budçeya şer li ser dijminatiya kurdan tê ferzkirin’

Parlamenterê HDP’ê Sezaî Temellî diyar kir ku budçeya şer li ser dijminatiya kurdan li civakê tê ferzkirin.

Li Desteya Giştî ya Meclisa Tirkiyeyê hevdîtina li ser budçeyên wezaretan tên kirin. Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Sezaî Temellî li Desteya Giştî ya Meclisê axivî û budçeya ji şer re tê veqetandin nirxand.

Temellî anî ziman ku budçeya 2023’yan kurteya 20 salên AKP’ê nîşan dide û wiha got: “Îktidar bi feraseta xwe ya aboriyê nêzîkatiya xwe ya siyaset û civakê dide nîşan dan. Di serî de mafê budçe, ewlehiya xebatê û sendîkayî her cure maf hatiye desteserkirin. Îro asta em gihîştinê ne krîza aborî ye, hilweşandina aboriyê ye. Ev hilweşandin ne di rojekê de hatiye diyarkirin. Encama polîtîkayên çewt a 20 salan e. Tiştên ku hûn hin dikin li ber çavan e. Budçeya şer li ser dijminatiya kurdan li civakê ferz dikin.”

Temellî da zanîn ku îktidar bi tecrîdê neçareserkirina pirsgirêka kurd kûrtir kiriye û got: “Hilweşandina ku îktidarê pêk aniye bi restorasyonê jî pêk nayê. Îktidar ev 20 sal in dînamîtê dixe bine aştiya civakî û cihêkariyê jî asayî kirine. Di encama van 20 salan de talan û hilweşandinek mezin pêk anîn. Hemû pirsgirêk di bin pirsgirêka kurd de veşartî ne. We bi neçareserkirina pirsgirêka kurd temenê îktidara xwe dirêj kir. We bi pergala tecrîda li Îmraliyê neçareserkirinê kûr kir. Hiqûqa tecrîdê tê belavkirin. We hemû welat mehkûmî bêhiqûqiyê kiriye. We mirovên siyaseta demokratîk hefs kir. Heke tecrîd bê rakirin wê pirsgirêka kurd bê çareserkirin. We li ser dijminatiya kurdan civakê ji bo van xerckirinan qanih dikin. Her hûn dikin li ser pêya bimînin lê hûn çi jî bikin wê bi ser nekeve.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar