Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...
Pazartesi - 25 Kasım 2024

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Buldan: Agirê Newrozê bi berxwedana Guven geş dibe

Pîrozbahiya Newroza Amedê bi tevlêbûna sedhezaran didome. Di şahiya Newrozê de hevseroka HDP’ê Leyla Guven axivî û diyar kir ku agirê Newrozê bi berxwedana Leyla Guven geş dibe û got ku daxwaza hevalên wan daxwaza wan e

Newroza Amedê ya bi şîara ‘Em ê teqez bi ser bikevin û tecrîdê bişikînin’ bi tevlêbûna sedhezaran berdewam dike. Newroz bi axaftina siyasetmedar û guhdariya muzîkê berdewam dike.

Di şahiya Newrozê de hevserokê DBP’ê Mehmet Arslan axivî û wiha got: “Em berxwedana Leylayan, Sebahatan û hemû girtiyan bi ruhê Newrozê pîroz dikin. Gelê hêja me şahidiya peyamên birêz Ocalan li vê qadê û dikê kir. Îro bi tecrîdkirina birêz Ocalan şer hatiye kûrkirin û pêşiya deriyên aştî û demokrasiyê hatine girtin. Divê demildest daxwaza çalakgerên grevên birçîbûnê bê qebûlkirin û tecrîd bê rakirin. Dema tecrîd rabe dê ev qad dîsa bi peyamên Ocalan bixemile.”

Tevahiya Kurdistanê tê tecrîdkirin

Nûnerê DDKD’ê Veysî Askar anî ziman ku Newroz destpêka roja nû ye, Newroz cejna biharê, roja azadî û berxwedanê ye û wiha domand: “Çawa Kawayê Hesinkar li dijî zilma Dehaqan derketiye em jî îro li dijî zilma îro derdikevin. Îro li Rojhilata Navîn pirsgirêkek mezin heye. Ev pirsgirêka kurd e. Heta ku nasnameya kurd û statûtiya Kurdistanê neyê naskirin ne pêkan e, aştî pêk were. Tecrîd li dijî mirovahiyê ye. Tecrîd ne hiqûq, mirovî û ne jî demokratîk e. Tecrîd li ser tevahiya civakê belavkirine. Li ser navê welatê me tecrîd heye. Îro ji zimanê me bigire heta dîroka me qedexe ye û navê jî tecrîd e. Îro jan û êşa hemû kurdan yek e. Divê gelê kurd li gorî êşa xwe bibe yek. Serkeftina gelê kurd di tifaq û yekitiyê de ye. Serkeftin a gelê kurd e.”

Dê agirê Newrozê rojên tarî ronê bike

Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan jî da zanîn ku îro agirê Newrozê bi berxwedana Leyla û Zulkufan geş dibe û ev tişt anî ziman: “Soza me ji bo Zulkuf û Kemalan heye dê azadî û aştî bi ser bikeve. Dengê çalakgeran nayê bihîstin. Êdî vî dengî bibîhîzin. Bi milyonan mirov deng dide vî dengî. Daxwazê hevalên me daxwaza me ne. Daxwaza wan deynê stûyê me hemûyan. Amed carek din dîrok dinivîsinê. Şeş sal bere nameya birêz Ocalan min li vê qadê xwendibû. Lê yên îro ku wê mutabakatê naxwazin pêvajoyê xelas kirin û tecrîdê li pêş xistin. Bila vê yekê baş bizanibin dê ev îrade qet çonga xwe netewîne û tawîzê nede. Va Newroz û va 21’ê Adarê. Enqere û Erdogan êdî vê qadê û ruhê Amedê bibîne. Qîrîna aştî û azadiyê bibînin û bibîhîzin. Berteka li dijî tecrîdê bibînin û sê meymûn neleyizin. Dengê me diçe Enqereyê û qesrê. Heke ku hûn dengê me nebihîzin dê gel qet dev ji têkoşîna azadî, demokrasî û aştiyê bernede. Wê geşkirin agirê Newrozê rojên tarî ronî bike. Dê berxwedana Newrozê bi ser bikeve. Teqez faşîzm têk biçe û berxwedana Leylayan bi ser bikeve.”

‘Teqez ev qed bi dengê Ocalan olan bide’

Her wiha hevberdevkê HDK’ê Sedat Şenoglu jî ev tişt anî ziman: “Hûn bi ruhê agirê Kawa bixêr hatin. Newroz pîroz be. Min silavên Denîz Gezmîş, Mahîr Çayan, Îbrahîm Kaypakaya, kedkar û gelên Tirkiyeyê ji we re aniye û Newroza we pîroz dikin. Newroz Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn ronî dike. Newroz li dijî zilmê ye. Dilê Newrozê li cem Leyla, Nasir, girtîgehan û li Îmraliyê li gel birêz Abdullah Ocalan lê dide. Lêgerîna birêz Ocalan a azadî û aştiyê didome. Teqez ev qad bi dengên birêz Ocalan olan bide. Em ji vê bawer in. Teqez em ê bi ser bikevin û tecrîd têk biçe.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar