Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Bûldan: AKP a çûyînê ye

Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan diyar kir ku AKP dê di 31’ê Adarê de derseke mezin ji gel bigire. Bûldan bi bîr xist ku li girtîgehan mirov jiyana xwe ji dest didin û xwest, tavilê dawî li tecrîdê bê anîn

Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Agiriyê bû. Bûldan bal kişand ser polîtîkayên AKP’ê yên li dijî gelê kurd. Buldan destnîşan kir ku ev desthilatî ji şer, wêrankirin û êşê wêdetir tiştek neaniye vî welatî. Bûldan di berdewamî ev tişt anî ziman: “Piştî 3 rojan dê li welatê me êdî mijarên aştî û demokrasiyê bên axaftin. Li vî welatî her beşên civakê ji AKP’ê aciz in û li benda 31’ê Adarê ne. Desthilatdariya AKP’ê dê 31’ê Adarê dersa pêwîst ji gelên me bigire.”

Bûldan destnîşan kir ku qeyûm dê di 31’ê Adarê de bi destê hev bigirin û biçin Enqereyê. Bûldan axaftina xwe wiha domand: “Dema AKP’ê bi dawî bû, zanin ku dê 31’ê Adarê de biçin. Tevî ku niha li girtîgehê dîlgirtî jî bin, em zanin ku Fîgen Yuksekdag, Sirri Sureyya Onder, Sebahat Tûncel, Selma Irmak, Îdrîs Balûken û hevşaredarên me hemû di dilê her kesî de xwedî cihekî mezin e. Desthilatdarî jî bi vê zane, lewma êrîş dike, heqaretê dike. Lê dem dê biguhere, dê roj were hevalên me hemû wê bên vê derê, dê li van meydanan ji we re biaxivin.”

‘Henekê xwe bi kurdan dike’

Bûldan axaftineke Erdogan a doh bi bîr xist û wiha got: “Di axaftineke xwe de gotiye, ‘dayik li girtîgehan bi kurdî bi zarokên xwe re diaxivin’. Henekê xwe bi gel kiriye. Bi rastî jî henekê xwe bi me û kurdan kiriye. Dixwazim vê bêjim; Tu yê rabe ji ber dirûşmên bi kurdî ciwanan bixî girtîgehê, piştre jî pesnê xwe bide û bêje ‘dayik bi zarokên xwe re bi kurdî diaxive’. Ji bo mirovên me karibin bi kurdî biaxivin gelo divê bikevin girtîgehê? Dixwazim ji Serokkomarê ku bi axaftina bi kurdî ya li girtîgehan pesnê xwe dide vê bêjim; Mirov li girtîgehan dawî li jiyana xwe tînin! Leyla Guven 141 roj in di greva birçîbûnê de ye. Bi wê re bi sedan mirov di greva birçîbûnê de ne. Tu yê vê yekê nebîne, tu yê daxwaza wê nebihîze, tu yê guh nede wan, piştre jî rabe bêje mirov li girtîgehan bi zarokên xwe re bi kurdî diaxive. Ger Leyla Guven, jineke parlamentera Colemêrgê 141 roj in bedena xwe dabe ber birçîbûnê wê demê pirsgirêkek heye. Wê demê daxwazeke wê jinê heye. Daxwaza hevalên wê hene. Ew daxwaz jî; tecrîdê bi dawî bikin, li gorî hiqûqê, li gorî qanûnên xwe tevbigere! Dibêjin, tecrîdê bi dawî bikin lê belê hikumet qanûnên xwe binpê dike. Em vê yekê careke din şermezar dikin. Divê tecrîd tavilê bi dawî bibe, birêz Ocalan karibe malbat û parêzerên xwe bibîne.”

Bûldan di dawiya axaftina xwe de diyar kir, gelê Agirî wê xwedî li îradeya xwe derkeve û bi ser bikeve. AGIRÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar