Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Buldan: AKP ketiye çiravê û bi qeyûman dixwaze xwe jê xelas bike

Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan diyar kir ku Tirkiye di her alî de têk çûye û AKP ketiye çiravê. Buldan got ku AKP bi xespkirina şaredariyan re dixwaze xwe ji vê têkçûnê rizgar bike. Buldan da zanîn ku tevî daxuyaniyên Ocalan ên ji bo aştiyê jî, di rojeva AKP’ê de çareserî û diyalog nîne

Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan têkildarî tayînkirina qeyûman axivî. Buldan di serî de bal kişand ser daxuyaniyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û destnîşan kir ku tayînkirina qeyûman piştî daxuyaniyên Ocalan pêk hatine.

Pervîn Buldan daxuyand ku divê pêşniyar û perspektîfên Ocalan ên li ser Tirkiye û Rojhilata Navîn werin nirxandin û wiha domand: “Desteserkirina şaredariyên HDP’ê pêvajoyeke bi plan û organîze daye destpêkirin. Derket holê ku Tirkiyeyê helwesta xwe ya ji bo şer didomîne. Ev tiştekî nû nîne. Di dîroka Tirkiyeyê de her dem şer hatiye tercîhkirin û bi gelê xwe re aştî nekiriye. Lê di her hevdîtina me ya bi Ocalan re, Ocalan qala aştiyê dikir.”

Nêzikatiya li hemberî kurdan

Buldan got ku li Tirkiye û Rojhilata Navîn bi tunehesibandin û jidervehiştina kurdan re dê tu pirsgirêk neyên çareserkirin û wiha pê de çû: “Mîna xespkirina îradeya gel a bi destê qeyûman, li Sûriyeyê jî bi ‘herêma ewle’ re dixwazin kurdan ji pêvajoya çareseriyê dûr bigirin. Geşedanên niha bandora têkçûna polîtîkaya wan a Sûriyeyê ye. Di her alî de têk diçin.”

‘AKP ketiye nava çiravê’

Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di nava çiravê de ne. Ji bo ku xwe ji vê çiravê xelas bikin li rê û rêbazan digerin. Hewl didin bi xespkirina şaredariyan re xwe ji vê rewşê xelas bikin. Ev yek gelek xelete. A niha derfet heye ku ji bo aştî û diyalogê bi kurdan re bicivin lê AKP vê rêyê tercîh nake. Di rojeva AKP’ê de niha ne aştî, ne diyalog û ne jî çareserî heye. Heke îro tiştekî wisa hebûya dê qeyûm li ser şaredariyên me nehatina peywirdarkirin û dê ev neheqî û bêhiqûqiye pêk nehata.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar