Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Bûldan: AKP li hundir û derve kaosan diafirîne

Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan ragihand ku AKP li hundir û derve şer, kaos û krîzê diafirîne û got ku ew kaosa ku diafirîne li gelên Tirkiyeyê vedigere

Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan li Êlihê beşdarî civîna Hilbijartiyên Jin ên Rêveberiya Xwecihî ya Demokratîk bû.

Di civînê de Bûldan anî ziman ku bi hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê re hilbijartina hevalên wan li hevserokatiya şaredariyan serketineke mezin bû û wiha got: “Lê belê hikûmeta AKP’ê ya ku xwest vê serketinê têk bibe, bi sîstema qeyûman li şûna hevşaredarên me qeyûm tayîn kir, dest danî ser şaredariyê me û gelek hevşaredarên me girt. Ev yek jî nîşan dide ku çiqasî xwe ji karên me yên jinan vedigire, çiqasî jê ditirse. Em partiyeke ku bi berxwedan û têkoşînê mezin dibin.”

Bûldan bal kişand ser helwest û tevlibûna Tirkiyeyê li şerê li Sûriye, Rojava, Lîbya, Iraq û Iraqê û destnîşan kir ku Tirkiye bi helwesta xwe nîşan dide ku dixwaze hemû pirsgirêkan bi şer çareser bike.

Di berdewamê de Bûldan ev tişt anî ziman: “Serokkomar duh got, ‘Em vexwendin Sûriyeyê em çûn. Em vexwendin Lîbyayê, em çûn’. Gelo ji bakur û rojhilatê Sûriyeyê kê Serokkomar, kê Tirkiyeyê vexwend? Gelo Esad we vexwend, gelo gelan we vexwend, kê we vexwend Sûriyeyê? Digotin ku li wir ‘korîdora terorê heye’. Digotin ‘ji bo hilweşandina wê korîdora terorê çûne’. Hûn çûn ji bo korîdora aştiyê ya li bakur û rojhilatê Sûriyeyê hilweşînin. Çûyîna we ya wan herêman dibe krîz û kaos û gelên li Tirkiyeyê vedigere.”

Her wiha Bûldan ji bo dema bê jî wiha got: “Ew ê êrîş bikin, lê belê em ê bi sekneke hîn xurtir li ber wan rabin. Em ê hewl bidin salên bê bikin salên jinan.” ÊLIH

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar