Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Buldan: Armanca me hilweşandina rejîma AKP-MHP’ê ye

Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan da zanîn ku li her deverekê ku qeyûm lê hatiye tayînkirin gelê herêmê hilbijartinê weke şeref û namûs dibîne. Buldan got ku hêrs, kîn û gefên Erdogan û MHP’ê ji têkçûna wan e. Buldan da zanîn ku wan bi stratejiya xwe ya hilbijartinê derbekî giran li AKP-MHP’ê daye û armanca wan jî hilweşandina rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ye

Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan di 1’ê adarê de li Cizîr a Şirnexê dest bi xebatên hilbijartinê yên rêveberiyên herêmî kir. Bernameya kampanyaya hilbijartinê ya Buldan îro dê bi mitînga fînalê ya li Herêma Serhedê re bi dawî bibe. Buldan der barê xebatên hilbijartinê de ji nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) bi Zuhal Atlan re axivî. Buldan da zanîn ku ew li bakurê Kurdistanê rastî eleqeyeke mezin hatine û dê encama hilbijartinê ji bo AKP’ê bibe têkçûneke mezin.

Pervîn Buldan got ku di çarçoveya xebatên hilbijartinê de hema hema li her deverekê geriyan û wiha dom kir: “Li her devera ku em çûnê, rastî eleqeyeke mezin hatin. Kêfxweşî û kelecanek hebû. Demekî dirêje ku gel nedikarî dakeve kolanan. Di mîtîngan de derketin û hêrsa xwe nîşan dan. Bi taybet jî li herêmên ku qeyûm lê hatine tayînkirin, gel weke meseleya şeref û namûsê li hilbijartinê dinihêre. Ji ber ku îradeya wan hatiye desteserkirin.”

‘31’ê adar dê bibe roja têkçûna AKP’ê’

Di berdewamê de jî Buldan daxuyand ku wan li bajarên rojavayê Tirkiyeyê taktîk û stratejiyeke bi bandor xistine meriyetê û wiha derbirî: “Me dikaribû li wan bajaran jî namzetan nîşan bidin lê me nîşan nedan. Me xwest tiştekî wisa bikin ku hem şaredariyan ji qeyûman rizgar bikin û hem jî li rojavayê Tirkiyeyê bi bandor bin. Armanca me, têkbirina rejîma AKP-MHP’ê ye, hilweşandina faşîzmê ye û biserxistina namzetên hêza demokrasiyê ye. Em ê şaredariyên xwe zêdetir bikin û destkeftiyên xwe mezintir bikin. Dê 31’ê adarê bibe roja têkçûna AKP’ê.”

Çalakiyên greva birçîbûnê

Buldan piştre jî bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan û grevên birçîbûnê û wiha got: “Ne tenê birêz Ocalan, bi wî re 3 girtiyên din jî di tecrîdê de ne. Nikarin bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bikin. Ji bo şikandina tecrîdê divê her kes mil bide milê HDP’ê. Ji bo vê jî divê em di 31’e adarê de bersiveke baş bidin îktîdarê. Divê di şexsê Leyla Guven de hemû çalakgerên greva birçîbûnê bijîn.”

Medyaya hawîz û gefên Erdogan

Di berdewamê de jî Buldan anî ziman ku hêrs, derew, heqaret û îftirayên Erdogan û MHP’ê nîşaneya têkçûna wan e û ev nirxandin kir: “Ji daxuyaniyên Erdogan xuya dibe ku di tengaviyê de ne. Her wiha li dijî HDP’ê sansureke mezin heye. Li Tirkiyeyê medya bi temamî ketiye bin kontrola îktîdarê û bi fermana Erdogan dixebitin. Lê êdî gel dibêje; ‘Dema Erdogan di televizyonan de derdikeve, em televîzyonên xwe digirin.’ Însan êdî naxwazin dengê wî bibîhîzin.”

‘Tirkiye dê di 1’ê nîsanê de li rojeka baş şiyar bibe’

Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan wiha dawî li axaftina xwe anî: “Niha girseyekî bêbiryar jî heye ku dikare encama hilbijartinê diyar bike. Divê ev kes bibînin bê ka di nava 17 salan de AKP’ê Tirkiye aniye çi halî. Bila ji bo siberoja xwe bifikirin û li gorî wê dengê xwe bidin. Bila kes nebêje ‘Bi dengekî tiştek naguhere.’ Diguhere û her dengek jî pir bi nirx e. Dê Tirkiye di 1’ê nîsanê de li rojekî baş şiyar bibe. Em bi vê bawerin. Dê 31’ê adar bibe roja guhertin û veguherînê. Divê gelê me biçe ser sindoqan û dengê xwe jî biparêze.” ÎDIR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar